HPK li Mersînê lotikek paşûpê avêt

Belê, me digot qey lotikvanên Hewldana Partîyek Kurdistanî şareza û bîrewerên dîroka Kurdistanê ne. Lê welle û bille yabo me nizanîbû go haya wan ji bayê felekê tuneye. Tew me qet bîra wê nedibir go wê lotikvanên HPK ji rengên ala Kurdistanê bêxeber bin û ala Kurdistanê nas nekin.

De werin û li vê ecêba kesanedî binerin.

Kesekî ji we dîtiye go ala „Etîyopya“ (Afrîka) bûye ala Kurdistanê?

Yan tu partî û rêxistinek Kurdistanî di binê ala Etîyopyayê de civînên xwe çêkirine?

Çêdikin çawa!

Gava meriv ala Kurdistanê nas neke û jê ne agahdar be, meriv di bin ala Etîyopyayê de jî civînên xwe çêdike û di bin ala Somalya û Yemenê de jî. Ma xema kesekî ye!?

hpg_mersin

Axir, Lotikvanên Hewldana Partîyek Kurdistanî li bajarê Mersînê civîyan û lotikek paşûpê avêtin. Ciwamêran qaşo xwestin go karekî baş bikin, lê karê xwe di nav ser û çavê xwe dan û xwe pê hetikandin.

Çima hûn zanin?

Wek go hûn di wêne de jî dibînin, civîna xwe di bin ala Etîyopyayê de çêkirine. Li şûna ala Kurdistanê, ala welatekî Afrîkayê li dîwêr xistine û dest bi lotik û motikan kirine.

Ê law qardaşim, em bêjin PKK, PYD û gumgumokên din ala Kurdî qebûl nakin. Û ji bo go ala Kurdistanê biherimînin û mejîyê Kurdan bikin şorbe, ji xwe re alên „çelqo belqo“ çêdikin.

Lê hûn?

Ka qaşo hûn behsa partîyek Kurdistanî dikin babam.

Ma law tir li kuuuuu û das li ku?

Kurdistan li kuuuuuu û Etîyopya li ku?

Axir û werhasilî kelam, heke ji niha ve HPK paşûpê lotikan bavêje, welle yabo me kêf kir.

Lê dîsa jî em spasîya wan dikin.

Çima hûn zanin?

Ji bo go civîna xwe di bin ala Tirko de çênekirine.

Bela bi ala Etîyopyayê be û ne bi ala Tirko be wesselam…

Mersîn

hpg_mersin2

afrika

About The Author