Medya Tirk bi xêra zîtirkên Turk daye lotikan!

Di 18:ê meha 12:an de malpela RojevaKurd lotikek da û nivîsek weşand. Bi wê nivîsê RojevaKurd,  AhmetTurk kir rojeva xwe û me.  Yanî Turk bû rojeva RojevaKurd.

Ev tiştê ku qewimî tiştek nuh e ji bo Lotikxanê û lotikvanên wê. Ji ber ku heta nuha kesan ji bo lotikxana me lotik tavêtin. Ji îro pêde em zanin ku êdî malpeljî karin lotikan bavêjin.

Çawa be jî,  ya herî balkêş ne lotika RojevaKurd e – Ya herî balkêş zîtirka Ahmet Turk e.

Li gora nivîsa di RojevaKurd`de, di roja Alakurdî`de, yanî 17:ê meha 12:an de, Turk bi zimanê Turkî li Swêdê di semînerekê de, eynî weha gotiye: ”Kürt halkı adına Süryani, Ermeni ve Ezidilerden özür dilerim”.  Ango, bi navê xelkê Kurd lêborîn ji Suryanî, Ermen û Êzîdiyan dixwazim. Turk berêjî ev zîtirk avêtibû. Xuyaye bêrya zîtirkan dike car car ev Ehmedkê me.

De werin vê ecêbê: Gelê Kurd li ser axa pîroz ala xwe ya rengîn pîroz dike û Ehmedkê mejî li qorzîya dunyê, li nav sur û sermaya Swêdê daye zîtirkan….

Eger tê bîra we carekê Turk ji yekî Tirk kulmek xwaribû û pozê wî hûrhûrî bûbû. Xuyaye Ehmedkê me ji ber wê kulmê çavtirsandî bûye. Belkî jî mêjîyê wî çelqîyabe.

Loma nema zane bê Tirkan qetlîam kirine, yan Kurdan. Nema zane gelo wan Suryanî û Ermenîyên ku filitîne ji qetlîamê, bi xêra kîjan gelî sax mane.

ehmed tirko KopieCarna ji xwe re difikirim û carna jî dipirsim: Ma gelo maqûle ku hinek nexweşîyên vî Ehmedkê me hebin.?

Nexweşîya tevlîhevdûkirinê mesela kare yek ji wan nexweşîyên ku lê peyda bûbin. Dibêjin hinek nexweşî hene di familyê de peyde dibin. Çawa ku bapîrên wî xwe ji bîr kiribûn ku Kurd in û ji ber nexweşîya tevlîhevdûkirinê paşnavê xwe kiribûn Turk, dibe ku Ehmedkê mejî bi wê nexweşîyê ketibe.

Ma ne wa be, çawa wê Ehmedkê me Êzîdîyan jî wek Suryan û Ermenan cuda bibîne. Ma qey hûn dibêjin ku Ehmedkê me bi rastî nizane ku Êzîdî Kurd in!

Lê nexweşîya herî pîs dîsa jî ne nexweşîya tevlîhevdûkirinê ye, ji ber ku kare bi vîtamînan û gîhayê qirrêjê baş bibe.

Nexweşîya bê derman, nexweşîya herî pîs ya ku min ditirsîne nexweşîyek din e. Jê re dibêjin nexweşîya serîmezinan. Xwedê neke gava merev pê dikeve êdî tu hekîm nikarin merev xelaskin…. Dibêjin belkî bi niviştan xelas be. Xwedîyê niviştan jî giş bûne DAIŞ`î û Pêşmergeyên me yê qehreman qira wan anîye….

Hebe tunebe, Ehmedkê me bi vê nexweşîya pîs, ya bê derman, ya serîmezinîyê ketîye. Ew nema bi navê xwe, yan qesra xwe, yan jî partîya xwe dipeyive. Ew êdî bi navê gelê Kurd dipeyive….. Ê ku nizanibe wê bêje belkî wî Koban û Singal rizgar kiriye!

Kulmik û lotik jî li ber wî ne tiştek bûn. Loma daye zîtirkan…..

Emê dua ji xwedê re bikin ji bo Ehmedkê xwe;
Ya rebbî tu wî ji wan herdû nexweşîyên dijwar xelas bikî!
Ya rebbî tu bêvla wî rehet bikî û nehêlî carek dî were ber kulman. Ya rebbî çi mêjîyê celqandî hebe tu wan rast bicebirînî!
Ya rebbî tu mêranîyê vegerînî ji bo ku çavtirsandîyên me êdî bes bitirsin!
Ya rebbî roja 17:ê meha 12:a, tu wan jî bikî Pêşmerge û Alakurdî di dest wanxî!
Amîn!

Min xweş got lê welle…..Jê re ne xem e. Berî wî jî zîtirk hatine avêtin!

Kurdistan

About The Author