Di quncikek teng de hat girtin

Belê, qûnmezina Ermenî Kîm Kardaşîyan ji ber sîxurên me xelas nebû û di ser sûc de hat girtin.

Ev demek dirêj e ku sîxurên Lotikxanê ketibûn dû Kîm Kardaşîyan û dixwestin sedema mezinbûna telaşên qûna wê hîn bibin. Kardaşîyan xanim a kinik û kurtik bi xêra mezinbûna kelefên xwe (telaşên qûna xwe) meşhûr bûye û bûye milyoner. Kardaşîyan dibêje „telaşên qûna min ne sîlîkon yan botaks in“. Lê hinek jî bawer dikin ku Kardaşîyan xanim kelefên xwe bi botoks û sîlîkonê mezin dike û dide lotik û zîtirkan.

kim3Piştî lêkolîn, lêpirsîn û şopgerandinek 3 mehî, sîxurên me li bajarê Mîamî yê Amerîkayê Kîm Kardaşîyan di salonek bedewîyê de, di ser sûc de girtin. Piştî vê lotikê, sedema qûnmezinbûna wê eşkere bû û êdî ew meraq ji dilê me derket.

Li gor xwedîya salona bedewîyê ji sîxurên me re gotiye (wêne jî dane me), Kardaşîyan xanim her meh tê salonê, telaşên qûna xwe dide ber hecaman, wan dinepixîne û mezin dike. Her cara mezinkirin û nepixandinê bi 60 dolarî ye û 45 deqîqeyan dajo.

Belê, sîxurên me sedema mezinbûna qûna Kardaşîyan xanimê derxistin holê û ew kul ji dilê wan jî û ji dilê me jî derket.

Erê şopandina 3 mehan li ser me buha sekinî, lê xem nake, bela bi qurbana telaşên qûna Kardaşîyan xanimê be…

Mîamî

kim

kim2

Kim-Kardashian-out-and-about

About The Author