Feqîro ma bê kîr, wey weleeed!

Carna meriv bi destê xwe mala xwe xirab dike, carna jî xelk û alem mala meriv xirab dikin. Xortê Brîtanî jî mala xwe bi destê xwe bir mîratê û kîrê xwe di qurmik de jêkir, rebeno niha maye bê kîr.

Xortê Ingilîz ê 21 salî, piştî ku maddeyên hişberê ên wek esrar, cannabîs û mîaû mîaû tev li alkolê (eraqê) kir û vexwar, dîn û har bû. Mêro berê dêya xwe (dayika xwe) da ber kêran û 11 kêr li dêya xwe xistin û qûş lê qetand. Pişte bi kêrê xirrê xwe (kîrê xwe) di qurmik de jêkir û dev ji xwe berda.

Piştî ku polîsan ew birin girtîxanê û di girtîxanê de hişê wî hat serê wî, bibîne çi bibîne, hayhoooooooooo, law ka kîrê min? Rebeno îcar ket derdê kîrê xwe, dît ku kîr pêve tuneye, behdilî û bû hawar hawara wî.

Her çiqasî doktor û hekîman xwestin kîrê wî paşde pêve bidirûn, lê fêde nekir. Alkol û narkotîkê qûn lê qetand, hem dêya xwe kir haletê mirinê, hem jî kîrê xwe li ser kir.

Axir, îcar xuyaye ev jî wek mesela „Demokratîk Cimhûrîyetçî“yên me ye.

Xortê Ingilîz dêya xwe û kîrê xwe li ser alkol û narkotîkê kir, hevallerên me jî bi navê bratî û demokratîkkirina dewleta Tirk hem Kurd dane ber kêr û xinceran, hem jî xirrê xwe di qurmik de jêkirine û bi Tirkan vekirine. Lê poşmanî fêde nake. Roj bê belkî wek xortê ingilîz ji xewn û xewnerojkan veciniqin û poşman bibin, lê heta wê demê wê hasil bigihê Mûsilê û doktor û hekîm jî hew karin çareyekê ji derdê wan re bibînin wesselam…

London

About The Author