TEVGERê Newroz li çeqilmastan herimand

Belê, nîşana hebûn û berxwedana gelê Kurd Newroz li her çar parçeyên Kurdistanê û li seranserê cîhanê hat pîrozkirin. Her çiqasî li rojava û başûrê Kurdistanê dolheram û bîjîyên DAÎŞê di vê roja pîroz de hinek pêşmerge û jin û zarokên Kurd şehîd kirin jî, lê bi gelemperî Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin û Kurd rabûn ser pîyan, teslîm nebûn.

Axir…

Ka em dev ji beşên din berdin û bên ser bakurê Kurdistanê, ango Newroza Ameda rengîn.

tevger9Di Newroza îsal a Amedê de dîsa dê weledê xwe avêt û bû qîr û qiyamet. Xelk û alem bi çar çavan li  benda peyama başqanê Kurdên sererd û binerd A. Ocalan bûn. Piştî ku Perwîn Bûldan xanimefendîlerî peyama serokê xwe bi Kurmancîyek tewşo mewşo xwend (Kurmancîya Perwîn Bûldankî), dor hat ser peyama bi zimanê Tirkî û Sirri Sureyya Onder begefendîlerî (ew Tirkê ku qaşo serokatîya heyeta mizakereyan dike). Sirriyê me bi kelecan peyama başqanê xwe xwend û dîsa behsa ekolojîk, mekolojîk, qardaşlix, bratîya xelkê û virde wirde kir û gotinek tenê jî behsa Kurd û Kurdistanê nehat kirin. Behsa Tirk, Êzîdî (Êzîdî jî ji Kurdan veqetandin û kirin milletekî din xwedênehişta) û Suryanîyan kir, lê gotina Kurd nehat ser zimanê wî. Dîsa çîrok û çîvanokên bratî, aştî û nizanim çi quzulqurtê hat kirin û xwelîya heft gundan bi serê Kurdan dakirin. Başqanê me bi silavên „Eşme“ pifkir ser çavê Kurdan (Eşme gundekî Kobanê ye, tabûta Suleyman Şah (bapîrê Tirkan) bi hevkarîya YPG û eskerên Tirko li wir hat veşartin (wey ez di wê tabûtê de bimîzim erê welle) û tifaqa Kurd û Tirkan xwest.

Axir, mesela me ne li ser peyama başqan Ocalan e. Lê ji peyama Ocalan pîroztir, peyama TEVGER ê bû.

Li qada Newrozê ji posterên Ocalan û alên PKK pêve tiştekî ku bêhna Kurdayetîyê jê bê, tunebûn. Lê TEVGER (Tevgera Ciwanên Kurdistanê) bi alên Kurdî ew bêhna gennî ji qada Newrozê belawela kir û bêhnek Kurdistanî bi ser qada Newrozê de dakir, wek bêhna misk û amberê. Wey xwedê û pêxember ji we razî be Tevgercîno! Welle û bille we tirr ji tirşikçî û çeqilmastên Kurd û Tirk berda, we qûş li wan qetand, we ew zikêşî û virikî kirin, her bijîn!

Werhasilî kelam, TEVGER bi alek mezin (zêdeyî 50 metroyî) beşdarî qada Newrozê bû û 3.000 (3 hezar) alên Kurdistanê li qada Newrozê li ba kirin. Qada Newrozê piçekî be jî ji bêhna Demokratîk Cimhûrîyeta Tirko û ji Tirkîyeyîbûnê pak bû û bêhna Kurd û Kurdistanê jê hat, dilê şehîdên Kurdistanê di gorê de şad bû.

Li ser bextê esrarkêş û pêxwasên Amedê be, dibêjin gellek ji çeqilmast û Kemalîstên Kurd û Tirk gava çav li wan alên Kurdistanê ketine, zikêşî bûne, virikî bûne û bi xwe de rîtine. Ji ber kesekî bawer nedikir ku wê qada Newrozê bi alên Kurdistanê bên xemilandin, ev lotika TEVGERê bê eraq ew serxweş kirine û qûş li wan qetandiye.

Ez serê we neêşînim, TEVGERê di Newroza îsal de 3 hezar al li ba kirin û bêhna Kurd û Kurdistanîbûnê bi ser Amedê de fûrand. Li gor fitne û fesad dibêjin, wê di Newroza 2016an de TEVGER bi 10 heta 50 hezar alên Kurdistanê qada Newrozê bixemilîne û dîsa Kemalîstên Kurd û Tirk zikêşî û virikî bike wesselam.

Bijî Newroz!

Bijî Kurd, bijî Kurdistan!

Rehma xwedê li şehîdên Kurdistanê be!

Amed

tevger

tevger4

tevger2

tevger6

 

tevger7

tev

tevvv

About The Author