Ji zilaman re adet e, ji jinan re qebhet e

Li welatên paşdemayî, bi taybet jî li Rojhilata Navîn û li welatên misilman, jin di asta duyemîn de ne. Mêr (zilam) mîr û wezîr e, jin jî kole û carî ye. Mêr xwedîyê her mafî ye (bi taybet di warê zayendî û cinsî de) û jin jî peppûk û darê şikestî ye. Mêr kare 4-6 jinan bîne, lê rebena jinê nikare xiyarê duyemîn têxe nav mêst û bike cacîq. Ji kîrê zilêm re her tişt serbest e (tecawiz, destdirêjî, zinêkarî û her quzilqurt), lê go jin bike dibe qebhet û wek agir û pîşo pê dikeve, wê dişewitîne.

axir….

Jinika bi navê Nevîn Yildirim raserî destdirêjî û tecawizê hatibû. Merivekî wê destê xwe dirêjî namûsa wê kiribû, tecawizî wê kiribû û namûsa wê kiribû bexdûnis (caferî). Nevîn Yildirim jî heyfa xwe li erdê nahêle, wî merivê xwe, zilamê ku tecawizî wê kiribû dikuje û berê wî dide cehnemê, namûsa xwe pakij dike.berivan-al

Piştî girtina Nevîn Yildirim û çûn û hatina dadgehê, dadgeha Tirko dad û edaleta xwe nîşan da û dîsa xwe kir şirîkê kesê tecawizker. Dadgeha ku ji bo zilaman cezayên giran yên tecawizê sivik dike, ji bo jinê sivik nake. Dadgehê cezayê heta bi mirinê da Nevîn Yildirim xanimê û wê Nevîn xanim heta dawîya jiyana xwe temenê xwe di qulika girtîxanê de derbas bike.

Aha edalet, dad û mafê jinê ev e qurban.

Jin bê tecawizkirin jî sûcdar e, tecawizê bike jî sûcdar e û namûsa xwe pakij bike jî sûcdar e wesselam.

Ê de xwedê gunehê jinan ji zilamên zalim û ji dad û edaleta zilamên zalim re nehêle rebbî!

Amed

About The Author