Di bîranîna sedsaliya qirkirina Ermeniyan de, serpêhatiya Apo Heyder û Soghomon Tehlirian. Saleke nû destpêkiribû, bêhna biharê dihat, ji berfa sipî gulên Befrînê xuyadikirin hêdî hêdî. Lê belê, çi rojek ji rojên xerab û wêrane bû li ser me de dihat. Bi hezaran leşkerên osmaniyên Tirk dora Gundê me yê ser bi Erzincanê ve girtin. […]