OSMAN (/A.S/) !?…

  Bila misilmanên xas dilê xwe ji min negirin. Ez di serî de di îmana Osman’/ îyan kim û piştre nivisa xwe lêkim. Disa dîrok xwe dubare dike. Dema...

 

Bila misilmanên xas dilê xwe ji min negirin.

Ez di serî de di îmana Osman’/ îyan kim û piştre nivisa xwe lêkim.

Disa dîrok xwe dubare dike. Dema Osman’î /yan hat.

Pişti dadîya (!) Hz.Osman û zayîna Osmanîyan tofan çê bûbû. Lê tofana herî mezin wê van rojan çêbibe.

Osman. Osmanê me yê Ruhayî. Ewê sîyasetmedar û tacîr lo. Birayê serokê ser erd û bin erd ha.

Rîwayet dibe ku van rojên çûyî di gel mesûlê (müsteşar) MİT ê Tirkan hevdîtinek û têkilîyek xweş çêkiriye.

Û hin tofanên din..

Li ser bextê xelkê be. Tê gotin ku wê Osmanê me serbest bê Tirkîyê û partîyekê damezirîne-

Serokvezîr R.T.E digot:

-Wê pêşerojê hin bûyerên xweş çêbibin.

Berdevkê Osmanîyan rojnamevan Cengîz Çandar dibêje:

-Ez bi zimanê xwe serbilind im. Lê zimanê Kurdî jî azad nebe ez ne azad û piştrast im.

Serokê sererd û binerd A.Ö digot:

-Ezê xwe ji pişt PKKê bikşînim. Ji niha pê de bûyerên ku çê dibin ez ne mesûl im.

Û li Ewropayê malperek (K.Post) hat rûxandin.

Hatina Osmanê me hatinek ne wisa bi hêsan e. Hê wê gelek tofan rabin..

Wek tofana Xizir!

Li alîyê me mîrovek hebûye û heya pîr û kalbûna xwe bi xeberan şerê xelkê kirîye.

Rojekê rîspîyên gund bi hevdu re dicivin. Piştî civînê diçin ba gundîyê xêrnexwaz û kufirbaz:

-Lawo 70 sal e tu ji me re xeberan didî û kufir dikî. Êdî bes e! Salê carê Xizir A.s. di van rojên pîroz de di nav daristanan re derbaz dibe, here wê derê, dia bike, ji Xizir efûyê bixwaze û kamîl bibe ku em heqê xwe li te helal bikin.

Ew camêr guh dide gundîyan. Tûrikê xwe digire û bi gopal bi rê dikeve. Dema ku di nav daristanan re derbas dibe, dinere ku wa yekî rîhqutik li kerê siwar bûye û wê de tê. Gundî bang dikê:

-Navê te bi xêr?

-Navê min Osman e

-Osî..maaaaan! (bi kenek tahl) hela hela ku navê te Osman eeee! Lawo Xizirê ku te xwe xistîye wî şiklî û vî halî, hema tu jî ji min re ne hevceyî.

Dibêje û tê gund. Gundî li hawîrdor dicivin, ew bi ken serê xwe di hejîne.

– Hela hela ku navê te Osman e! Min di îmana te kiro! Navê te Osman e ha! Tu ji bo min ne hewceyî…

Îcar law Osman!

Dolên dêlegura devbixwîn hewcedarê te ne. Ji bo ku ew dixwazin sîyaseta İmparatorîya Osmanîyan bi rêve bibin, dixwazin bi destê te doza Kurdîstanê birûxînin.

Hela hela ku Navê te Osman e, hay ji lîztikan hebe Osmaaaaannnnnn!!

 

Categories
Adil Dûran
No Comment

Leave a Reply

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

  • Bê çete jiyan nabe!

    Z.Brîndar Kurd milletekî ecêb in. Serok û rêvebirên Kurdan hîn ecêbtir in. Tew siyasetmedarên wan ji tevan ecêbtir in. Li şûna ku ji bo yekîtî û xurtkirina tevgera rizgarîxwaza...
  • Aş diçe wan daye dû çeqçeqê

    Mirad Bîlgîç ‘Ziman mala hebûnê ye’ Martîn Heîdegger ‘Ziman ne gelek tişt e; ew her tişt e.’ Adar Jiyan Ji bo zimên heta niha gelek tiştên giranbuha hatine gotin...
  • PKK û bangewazîya yekîtîyê

    Metîn Pîranî – Sekreterê Gişti yê Hereketa Azadî PKK û rêxistinên pê re ji mêj ve ye ku behsa Yekîtiya Neteweyî, diyalog û biratiya di nav Kurdan de dike....
  • Di siyaseta Kurdan de giringiya ehlaq!

    Dara Bîlek Gelek caran di siyasetê de mijara ehlaq jî tê gotûbêj kirin, ehlaq di lepta insanan û jiyana wan ya rojane de derdikevê pêş û gelek caran insan...
  • BILA XENIMî WAN BE

    Xêrxwazek li bajarê Amedê kanîyekê ava dike û li ser kevirê kanîyê visa dinivîse:  “Ava vê kanîyê ji bo hemû bawermendên xwedê helal be, ji bo misilmanan heram be“....
  • ŞERÊ ROVÎ U KERÊ

    Rovî ji sedem birçîbûna xwe ji nav kelaman derdikeve û dadikeve mêrgê. Dît wa kerek li nava mêrgê diçêre. Rovî: Rojbaş guhdirêjo, ma tu nabînî rengê wî gîyayî zer...
  • BENÎŞT Û ERGENEKON

    Dema ku mirov dixwaze bikeve  nav malperekê, ji we hin tişt têne xwestin. Ya herî girîng jî daxwaza endambûyînê ye. Divê cara yekem xalên malperê qebûl dikî û dibe...
  • Kehanetên nû

    Hejmara mirovên dinê her diçe zêde dibe. Nêzîkî 7 milyaran bûye. 3.milyar mirov têra xwe dewlemend in. Bi plan û projeyan ve mijûlin. 4 milyar mirov tev feqîr û...