Wê çi şêwirmend jê derkeve, heheyyy!

  Birastî ez nema zanim ne bikenim û ne bigrîm. Feqîrê Şemoyê me (Şemdîn Sakik lo) 18 salan li serê çiyan ma, di nav mar û dûpişkan de raza,...

 

Birastî ez nema zanim ne bikenim û ne bigrîm. Feqîrê Şemoyê me (Şemdîn Sakik lo) 18 salan li serê çiyan ma, di nav mar û dûpişkan de raza, bi xwarina şorbe û pîvazê virikî bû û dawîya dawî hat ket zindana Diyarbekirê û bi xortanîya xwe şa nebû. De xwedê ahê wî ji kesî re nehêle rebbî…

Li ser bextê çapemenîya Tirko be, dibêjin Şemoyê me raporek ji 40 rûpelî ji Misteşarê Ewlekarîyê Muammmer Gulen re şandiye û pêşniyaz kiriye ku jê re bibe şêwirmend.

Dibêjin Şemoyê me rapora xwe bi hevalê xwe Tûncer Gunay re ji Mûammmer Gulen re şandiye, gotiye û bilandiye. Li gora ku nivîskarê rojnameya Takvîm Zafer Şahîn nivîsandiye, Şemoyê me ev pêşniyaz li Mûammmer Gulen kiriye.

– Wek rêveberekî PKK 18 salan li herêmê mam. Ez rêyên herêmê wek nava destê xwe dizanim.

– Haya min ji her lîztikên pişt perdê yên li Iraq û herêmê heye. Ez karim vêna bi beşên îstîxbaratê re parve bikin.

– Ez karim bêjin bê çawa êrîş diçin ser qereqolan û îstîxbaratên biyanî çawa bi PKK re kar dikin.

– Di derbarê rêdana Kurd, poşmanî û amadekirina zagona poşmanîyê de karim ji girtîgehê bi telekonferansê agahdarîyan bidim.

– Heger bê xwestin, ez karim wek şêwirmendê Misteşarê Ewlekarîyê jî bixebitim.

Û filan û fîstan…

Dibêjin niha biryar di nav herdu lêvên Mûammmer Gulen de ye. Heger Mûammmer Gulen bêje „temam cîgerim“, wê Şemoyê me bibe şêwirmendek ji şêwirmendên dewleta Tirko.

De îcar ka bêjin gelî xwendevanan:

Gelo em bi halê Şemoyê xwe bikenin yan em bigrîn?

Hûn çi dibêjin?

Categories
Cilêtçî Mihê
No Comment

Leave a Reply

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
  • Dilê xwe ji kesî re venekin

    Kurd dilkeçik in û dilê xwe ji herkesî re vedikin. Ji ber vê jî, ji roja roj de winda kirine û hîna jî winda dikin. Ji roja ku Kurdan...
  • Henek bi Kurdî xweş in

    Henek û yarî beşek ji çand û zimanê Kurdî ye. Henek di çanda Kurdî de cîhekî mezin û girîng digre û divê em Kurd henek û yarîyan ji çanda...
  • Xêr û bereketa vîrûsa Koronayê

    Serok û elokên dinyayê her serê deh salan vîrûs û nexweşîyekê li dinyayê belav dikin û qûşê li xelkê diqetînin. Piştî go têra xwe xelkê ziravqetandî dikin û çend...
  • Helo û Dilo rabûn hev

    Vê heyamê boks û duelloyek qerase di navbera herdu lotikvanên rojava de dest pê kiriye. Yanî, di navbera qelemşûrê navdar û qeraseyê zilaman kekê me Helîm Yûsiv û Serekerkanê...