Şivanê me bû zavayê Mêrdînîyan, kilîlîlîlîlîll!

Tacdîn Baran

Belê, li ser bextê fitne û fesadên bajarê Bonn ê be, li gor saloxdanên sîxurên me, dibêjin lotikvanê Kurd û bilbilê Kurdistanê Şivan Perwer bi dizî zewicî ye û bûye zava. Li gor tê gotin, şahîya zewacê li Kaisers-Konigs Hotelê çêbûye (hinek dibêjin Kaisers Hotel, hinek dibêjin na wele Konigs Hotel).

Li gor sîxurên me dibêjin, Şivan Perwer bi keçek Mêrdînî re, ku navê wê LALEŞ e, zewicî ye û bûye zavayê Mêrdînîyan. Sîxurên me radigihînin ku Şivan Perwer û Laleş xanim ev çend sal bûn weke heval bi hev re dijîyan. Piştî hevaltîya çend salan êdî biryar dane ku bizewicin û bibin bûk û zava. Dibêjin daweta wan wek şahîyek malbatî çêbûye û tenê dost û nasên herî nêzîk yên herdu alîyan beşdarî şahîya zewacê bûne.

Axir, li gor gotinên gotinbêjan, dibêjin xanima Şivan Perwer Laleş xanim niha bi heml e, ducanî ye û tê pan ku keçek xweşik û rindik ji wan re çêbibe.

Em wek Partî Demokratî Lotikxane û li ser navê temamê xebatkar û sîxurên xwe zewaca Şivan Perwer û Laleş xanimê pîroz dikin û ji wan re jiyanek bextewar dixwazin.

Lê birastî piçekî dilê me ji xalê me Şivan Perwer maye.

Qe nebe meriv Lotikxanê jî dawetî şahîya zewaca xwe dike babam, ma we nizanîbû ku tiştek ji sîxurên Lotikxanê nayê veşartin û wê dawîyê Lotikxane pê bihese qurban!

Ê de zewaca Şivan Perwer û Laleş xanimê pîroz û bimbarek be rebbî…

Bonn / Almanya

sivano

About The Author