Kurdên çeqilmast bi qurbana Samantha bin

Şîndar Berwarî

Belê, jinika Amerîkî, dêya 3 zarokan, Kurdperwera germik û nermik Samantha Johnston, dev ji her 3 zarokên xwe berdaye û hatiye li başûrê Kurdistanê şerê qûnekên DAÎŞ ê dike. Samantha Johnston ji Carolîna Bakur a Amerîkayê ye. Dil û wîjdanê wê qebûl nekiriye ku li mala xwe rûnê û li hember şerê Kurd û DAÎŞê bêdeng be. Rabûye her sê zarokên xwe li Amerîkayê hiştiye û berê xwe daye Kurdistanê, ligel pêşmergeyên qehreman şerê sofîk dêqehpên qûnreş dike.

Xaltîka me Samantha Jonhston a 25 salî, di rûpela xwe ya Fisbokê de gotiye: „Min nikarîbû ez li hember şerê Kurd û şeytanên DAÎŞê bêdeng bimînim, min tê derxist ku ev erka min e, erkek mirovperwerî ye û divê ez brayên xwe yên Kurd bi tenê nehêlim“ filan û bêvan.

Samantha xanim dibêje: „Gava min berê xwe da balafirgehê, ez di nav hêsir û rondikên çavan de mam, pir girîyam. Hindik mabû ku ez dev ji hatina Kurdistanê berdim. Lê min zanîbû heke ez neyêm û alîkarîya brayên xwe yên Kurd nekim, ezê tucarî xwe efû nekim, ezê nikaribim li çavên her 3 zarokên xwe binerim û ji wan re bêjim ku min ji bo wan tiştek nekir.“

Samantha Jonhston xanim dawîyê gotiye: „Ev 2 hefte ne ez li Kurdistanê me, ez hez dikim ku li Kurdistanê bim. Raste ez bêrîya malbata xwe dikim lê ji bo ku ez xwe baş û bextewar bihesibînim, divê Kurd bilind bibin, divê dinya êdî bi çavekî din li Kurdistanê binerin. Her bijî Kurdistan“ û wekî din.

Îcar kî baş e, kî Kurd e, kî dost e û kî dijmin e babam?

Samantha Jonhson a Amerîkî Kurd û Kurdistanî ye, yan qûnalêsên me yên çeqilmast, ewên ku qûna Tirk û Ereban dalêsin û wan dikin serok û rêberên xwe?

Dihok

samantha

About The Author