Xaltîka me Besê behsa federasyonê kir kuro

Bavê Cengo

Bi rizgarkirina Girê Spî re Kantona Kobanî û Cizîrê bûn yek û ev lotikek xweş û geş bû. Vê lotikê dilê Kurdan xweş û dilê dijminan jî reş kir, barûd û nîşadir xist qûna wan.

Piştî rizgarkirina Girê Spî, bi taybet Tirk û sermezinên Tirkoleran rabûn ser tapana û agir bi şerwalê wan ket. Ji kerba serketina YPG û balafirên Amerîkayê ji mêranî ketin û hew karin herin der doşekên jinên xwe. Ango qûnek bûn û hew li wan radibe, dibeicin. Ji ber Tirk baş zanin, heke her sê kantonên rojavayê Kurdistanê bibin yek, wê ev yek rê ji federasyon, konfederasyon û hetta ji yekîtî û serxwebûna başûr û rojavayê Kurdistanê re veke. Tirkên ku bi cîrantîya qûnekên DAÎŞê kêfxweş in, cîrantîya Kurdan naxwazin û naxwazin Kurdên rojava bibin desthilatdarên herêma xwe. Ji ber Tirk zanin, heke Kantona Efrînê jî bi her sê kantonên din re bibe yek, wê Kurd xwe bigihînin Derya Spî û êdî kesek nikare xwe li ber lotikên wan bigire. Û yekîtîya her sê kantonan jî helbet tê wateya yekîtîya xaka rojavayê Kurdistanê û rizgarkirina Kurdistana Sûrîyê.

Her çiqasî hinek lotikvanên KCK û PKK yên wek Dûran Kalkan ê Tirk rasterast dijminatîya Kurdistanek serbixwe û yekîtîya Kurdistanê dikin jî, lê Kurdên di nava KCK û PKK de dilê wan ji bo Kurdistanê lêdide û lotikên Kurdewarî davêjin. Meselen xaltîka me Besê Hozat.

Xaltîka me Besê Hozat vê carê lotikek xweş avêt û li Sûrîyê behsa federasyonê kir. Li hember zîtirkên dewleta Tirk û dijberîya wan a li dijî rizgarkirina Girê Spî, Besê Hozat rahişt mîrkutê xwe û bi nav serê rayedarên Tirkîyê ket, qûş li wan qetand.

Çi gotiye xaltîka me Besê?

Gotiye: „Tirkiye çi dike bila bike, wê her sê kantonên rojavayê Kurdistanê bibin yek. Tirkiye naxwaze li rojavayê Kurdistanê gelê Kurd bibin cîranê wê, wan dixwest qûnekên DAIŞê bibin cîranê wê. Dema ku rêxistina DAIŞê pêkhateyên li Sûriyê di komkujîyan re derbas dikir, Tirkîyê dengê xwe dernexist, lê niha dema ku Girê Spî ji destê DAIŞê hatiye derxistin, dibêjin “PYD paqijîya etnîkî dike. Bela Tirk bizanibin, li rojavayê Kurdistanê gelê Kurd wê rolek mezin di avakirina Sûrîyeke federal de bilîze“ filan û bêvan.

Xaltîka me Besê Hozat vê carê behsa „federasyonê“ kir û dilê me xweş kir wesselam..

Eman eman xaltîka Besê, bela dengê te nere Dûran Kalkan û çeqilmastên antî netew-dewletê haaaaaa, bi allahwekîl wê tofanek ji tofana Sakîne Cansiz xerabtir bînin serê te keçko….

Qamişlo

 

About The Author