Reşoyê Darî
Belê, lotikvan û stêrka Hollywoodê, balyoza dilpak a Yekîtîya Neteweyan Angelîna Jolîe bajarê Mêrdînê tewaf kir û silavek da Mêrdînîyan.
Em Mêrdînî ji jinên bedew û seksî pir hez dikin. Bi taybet em mirîyê Angelîna Jolîe ne. Ji bo lotik û ramûsanek Angelîna Jolîe, em karin şaredarîya Mêrdînê jî li ser kin û bikin qurban. Ma lê nehêjaye babam? Erê vê dawîyê Angelînka me hinekî jar û zeîf bûye jî, lê ramûsanek ji wan lêvên qaling û têrgoşt bes û zêdeye.
Axxx Angelîna ax…
Xwezî bi lotikek şevê, ramûsanek ji wan lêvên sorgulî û bes. Bela wî çaxî melkemot bihata û xirrê min di qurmik de jêkira û hew.
Axir..
Li gor tê gotin, Angelîna Jolîe ji bo lêpirsîn û xweşhalîya penaberan hatiye Mêrdîn û Midyadê. Gava hatiye dê weledê xwe avêtiye. Bi taybet xort û zilam ketine dora tenûrê ji bo ku Angelîna bibînin, destê wê bigirin yan ramûsanekê jê bistînin û bi xeyalên wê bi xwe xweş bînin, ji xwe berdin. Dibêjin hinekan destê wê maç kiriye, hinekan hinarkên rûyê wê firkandiye, hinekan xwestiye lêvên wê gez bikin û hinekan jî bi dizî pişta wê firkandiye. Lê li gor li ser tenûran tê gotin, Angelîna guh nedaye van lotikên piçûk û miçûk û tenê keniyaye.
Dibêjin Angelîna Jolîe serdana şaredarîya bajarê Mêrdînê jî kiriye û xalê me Ehmed Tirk ji bîr nekiriye. Li ser bextê fitne û fesadên şaredarîya Mêrdînê be, dibêjin gava xalê me Ehmed Tirk çav li Angelînka me ketiye, girêz bi devê wî ketiye, mûyên simbêlê wî wek şûjinan rep bûne, kember û qayîşa şerwalê wî ji ber xwe ve şemitîye û li şûna oda rûniştinê oda razanê pêş Angelînka me kiriye.
Werhasilî kelam, Angelîna Jolîe bajarê Mêrdînê tewaf kir û Mêrdînîyên me jî Angelîna Jolîe tewaf kirin.
Heta carek din xwedê mezin e.
Mêrdîn
Zêdetir
Dîrok xwe dubare nake, bi destê desthilatdaran tê dubarekirin
Ji çar çiyan sisê xeyidîn
Cesaret tunebe zanîn têr nake