Cilêtçî Mihê
Xalê we Cilêtçî Mihê, ango ez, lotikek qerase ji başçawîşên Fisbokê xwar û li qûn rûnişt. Keda wî ya salekê bi avê de çû û cilêtên ku davêtin xelkê, li wî vegerîyan.
Başçawîşên Fisbokê nameyek qerase ji xalê we Mihê re şand û di nameyê de tê gotin: „Olan Mihê, oxlim, law ne li te be û ne li şikil û şemalê te be. Law ji tirsa cilêtên te û ji tirsa awir û simbêlê te yê qerase em hew wêrin Fisbokê vekin babam. Êdî bes e, gellek endamên me bi derbên cilêtên te brîndar bûne û hinek ji wan jî di nexweşxaneyan de ketine ber sikrata mirinê. Nabe babam, welle nabe û billeh nabe. Yan here ser textorekî estetîkê û xwe xweşik û germik û nermik bike, yan na êdî bes e. Roj roja bratîya xelkan û pêvajoya çaserîyan e, roj ne roja avêtina cilêtan û kujtin û brîndarkirinê ye qardaşim. Em mecbûrin çewalekî têxin serê te û rûpela te ya Fisbokê bigirin. Tu aciz bû ji vî ve û tu aciz nebû dîsa ji vî ve. Di dinyayê de du kes kirh û mekroh in, ne xweşik û ne spehî ne. Yek jê Bîlo (Bîlal Salman) e û yê din jî tu yî allahwekîl“ û pê de çûne.
Werhasilî kelam, başçawîşên Fisbokê rûpela min girtin û destê min ji 1300 hevalên min kirin, ez perîşan kirim.
Lê xalê we Cilêtçî Mihê jî rûnanê haaaaaa, wan rûpelek girt, min yek din vekir û dîsa min dest bi cilêtkirina xelkê kir. Her ku ew rûpela min bigirin ezê dîsa vekim û wan bidim ber cilêtan. Hew min dît nebû û bi cilêtan hişê wan nayê serê wan, îcar ezê bi bivir û çakûç û bêr û melheban herim ser wan.
Û xweşikbûn û bedewîya min!?
Îcar hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin cîgerno, ma li seranserê cîhanê û di nav temamê endamên Fisbokê de kesekî wek min qarîzmatîk, seksî û spehî heye lo?
Law hûn bêjin çav, çav (erê çavekî min piçekî şelêq girtiye û venabe), hûn bêjin poz, pozê berana ye, hûn bêjin simbêl, simbêlê babaegîda ye, ê naxwe başçawîşên Fisbokê çi ji min dixwazin babam?
Û cilêt?
Olan oxlim, xelk di Fisboka we de keleşkof û fûzeyan bi kar tînin, hûn ji cilêtên min ditirsin, ma demokrasî û edalet ev e qardaşim!
Axir…
Rûpela min a Fisbokê bi qomployek navnetewî hat girtin. Qomploya ku li min hat kirin, ji qomploya başqan Ocalan mezintir û girantir bû. Lê berxwedan jiyan e. Min niha ji serî de dest bi lotikan kiriye û cilêtên xwe tûj dikim.
Xalê we Cilêtçî Mihê zû bi zû teslîm nabe û cilêtên xwe radestî kesekî nake. Ma PKK dev ji çekên xwe berdide ku xalê we Mihê dev ji cilêtan berde, wî.