Kurdên şaş

Dilciwan

Kurdino hûn nizanin hûn şaş in
Ji dijmin re palê xwirt û belaş in
Hûn hinek komûnîst, hinek jî dahş in
Bi piranî ji dijmin re qeraş in
dilciwan
Ev Kurdê reben û xwelî li ser
Hûn bi vî karî tu ber nabin ser
We Kurdên esîl tevde kirne der
We dijmin ji xwe re kirine rêber

Hûn bûne peyayê Ereb û Tirkan
We Welat kire kavil hişt wêran
Ji ber we revîn Ewrûpa û Elman
Li Derya Sipî, xeniqîn Alan

Li perçê mezin Bakur Kurdîstan
Ê man we berê wan dan nav Tirkan
Gel tev bûne Tirk we gel tev heland
Ê bûn Tirk, êdî mane bê goman.

Ew hisêsîyê li ber dîwaran
Tev bûne tajî, ji bo neyaran
Terqandin ew bilbilê nizaran
Tev bûne çepikvan li bajaran

Piştî ewqas xebat û keda li der
Em bûn hevalê dêhn û aqilker
Ku berjewendî be zû zû têne ser
Lê xwe şûnde digrin ji bo neçin şer

Nûsaybînîm.com

About The Author