Aha ji we re profesor!

Zinar Qelemşûr

De ji xwe re li profesorên Tirko binerin. Çawa meriv bi salan bixwîne, bibe profesor, lê nebe zilam!

Profesortîya ku aqil ji xwendinê negire û bixwaze xelk xeşîm û nezan bimîne, ne profesortî ye, lê haşa min hizûr, kerîtî û bergîltî ye.

Alîkarê Rektorê Zanîngeha Zaîm Prof. Dr. Bulent Ari, çend lotik û zîtirkên bergîlkî avêtin û bi şûnik û mîrkutan rabû ser serê xelkê.

Profesorê Tirk çi gotibe baş e?

Gotiye: „Bi 101 telaqên jinberdanê, bawerîya min zêdetir bi xelkê xeşîm, nezan û nexwende tê. Her ku li Tirkîyê asta xwendinê zêdetir dibe, ez şeytanqûnî dibim û xewa min direve. Kesên ku Tirkîyê li ser lingan dihêle ne zana û xwenda ne, kesên xeşîm û nezan in. Ji ber vê, ez ji zana û xwendevanan ditirsim û ji nezanan hez dikim“ filan û fîstan.

Ê baş e oxlim, madem xeşîmî û nezanî ewqasî tiştekî baş û bi xêr û bêr e, madem zana û xwenda xeter in, çima te xwend? Law tu jî wek wan nezanan ker û bergîl bimaya wî, hema kî li te siwar bibûya xem nedikir ewladim. Madem nezantî ewqasî tiştekî baş e, hema nasnameya xwe ya profesortîyê bavêje, kurtanekî li xwe ke û bide çargavê oxlim.

Ez serê we neêşînim, civaka Tirkîyê bûye wek şorba nîskê, bûye çeqilmast û bûye wek garana gund wesselam. Ne profesorên wan profesor û xwenda ne, û ne jî nezanên wan nezan in. Li Tirkîyê desthilatdarî dikutin profesorên xwe, profesor jî dikutin nezanên xwe û xelas..

Stenbol

About The Author