Ehmed Beyan
Rayedar û serokên partîyên dewleta Tirko dîn û har bûne. Wek wan segên ku bi nexweşîyê dikevin, kef bi devê wan dikeve û girêza devê wan 55 metroyan diherike. Tew ji xwe gava mesele dibe mesela Kurd û Kurdistanê, bê eraq serxweş dibin, dibin hêlan û leylan û di kesayetîya PKK de êrîşî Kurdan dikin. Piştî ku maseya mizakereyên pişt perde û pişt dîwaran qulipî yan hat qulipandin, hinek bûn kêr û hinek bûn penîr.
Axir..
Dibêjin sa goştê sa naxwe. Îcar ev jî mesela me û Tirkoleran e.
Serokkomarê dewleta Osmanî Kasimpaşalî Şêx Receb, çengel avêtiye bin dûvê muxtarên Tirkîyê û her serê çend mehan wan dike mêvanên xwe, şîretan li wan dike û hela dilê xwe hênik dike.
Vê carê dîsa muxtarên xwe civandin û mejîyê wan kir şorbe û pelûl.
Şêx Receb vê carê berê xwe da xanî û avahîyên Kurdan û ji muxtarên xwe re got: „Binerin oxlim, heke ji nêzîk ve em nikaribin xanîyên wan bi ser serê wan de bixin, divê ji dûr ve em xanîyên wan bi ser wan d biherifînin û qûşê li wan biqetînin“ û pêde çû.
Piştî Şêx Recebê Osmanî, îcar serokê gur û keftarên Tirkîyê Dewlet Bahçelî yê dolheram dest bi zirtan kir û piştgirîya şêxê xwe Receb kir.
Gur û keftarê heram Bahçelî, di civîna partîya xwe de got: „3 rojan mohletê bidin Nisêbînîyan. Piştî sê rojan kevir li ser kevir nehêlin, serî li ser serî nehêlin“ û gûyê Nisêbînîyan xwar.
Aha Tirkoler ev mexlûqat in kaka.
Ji oldar û misilmanê wan bigirin heta bi çep û rep û kominîstên wan, ji demokrast û faşîstên wan bigirin heta bi qûnek û qûndeyên wan, tev dijminê rinê milletê Kurd in.
Raste kûçik goştê kûçik naxwe, lê em Kurd goştê hev dixwin mixabin..
Enqere
Mazlûmê me got: Bê tifaq jiyan nabe!
Ha bratîya gelan, ha bratîya mişk û pisîkê
Erê keçel e, lê qeraseyekî zilama ye