Diyar Baban
Piştî ku Mûqteda El Sedr alîgir û mirîdên xwe şandin ser parlamentoya Iraqê, parlamento dagîr kirin û nîhan qûna Erebên qûnreş, navbera wî û hinek sofîk û melayên Îranê sar bû. Bi taybet navbera wî Fermandarê Artêşa Qudsê yê Îranê Qasim Silêmanî bûye jehr û ziqûm, yek bûye kêr û yê din bûye penîr.
Ne li ser bextê me be, li ser bextê fitne û fesadên Tehran û Bexdayê be, dibêjin Qasim Silêmanî peyamek ji xwe mezintir û girantir ji Mûqteda El Sedr re şandiye û şaşika serê wî xwar kiriye.
Li gor saloxdanên sîxurên me yên sererd û binerd, dibêjin Qasil Silêmanî efendî di peyama xwe de ji şaşikmezin Sedr re gotiye: „Binere oxlim, ezê wê şaşika te têxim devê te. Kûçikên xwe kom bike û biaqil be, yan na ezê kûçikên xwe bişînim ser te û kûçikên te haaaa“ û daye lotikan.
Ez serê we neêşînim, wer xuyaye wê ji îro û pê de şerê navbera kûçikên Serd û kûçikên Silêmanî geştir bibe. Yanî, şerê kûçikan dest pê kir, ma yê pisîkan.
Îcar wê kîjan alî di dêlikên hev nin, aha ez wê nizanim wesselam…
Mahabad
Zêdetir
Melayê zinêkar û jinika reben
Em jî heman tiştî dibêjin, lê kes bi ya me nake kaka
Go ga ket kêr lê pir dibin