Va hatin pêşmergên me!

Diyar Baban

Piştî dem û bêdengîyek dûr û dirêj, zarok û nevîyên Qadî Mihemed dîsa daketin meydana şer û asîmanê bêdengîyê çirandin.

Ev demek e pêşmergeyên qehreman yên PDK-I tirrê ji pasdarên Îranê berdidin û wan bi agirê cehnemê şad dikin. PDK-I bi destpêkirina vî şerê pîroz ruh û giyanê pêşewayên me Qadî Mihemed, Qasemlo, Şerefkendî û giyanê hezaran şehîdên Kurd û Kurdistanê ji nû ve geş kirin, vejandin û zindî kirin. PDK-I ya ku ji bo selametî û serkeftina destkeftîyên başûrê Kurdistanê xwe kiribû qurban û demek dirêj e dev ji şerê çekdarî berdabû, îro dîsa ji bo selametîya destkeftîyên başûrê Kurdistanê û ji bo pêşeroja her çar parçeyên Kurdistanê dest bi şerê pîroz kir.

Em wek alîgirên sererd û binerd û pêşmergeyên Partî Demokratî Lotikxane yên rojhilatê Kurdistanê, ji dil û can piştgirîyê didin PDK-I û pêşmergeyên qehreman. Em hêvî ji yezdanê pak dikin ku PDK-I û pêşmergeyên leheng her û her serkeftî bin..

Mahabad

pdki-8

pdki

pdki-6

pdki-7

About The Author