ÎSOTÊN RUHAYÊ Û ÇAYA EŞME RÛHÎ

Miradê Torî

Şevê din dilê min bijîya îsotên no û tûj. Rabû min nîv kîlo îsotên Ruhayê ji dikanê kirî, ew li ser êgir birajtin û ez ketim der dilê wan. Bixweeeee û hey bixwe!

Heta zik li min bû meşk, min xwar.

Kuro ma îsot bûn!

Bi telaqê bê fitû, ji tûjayîya wan, çavê min bûbûn wek zotika mirîşkê, pozê min wek çemê Feratê diherikî, ji qirikê bigirin heta bi rovîtirtirka min dişewitî.

Axir…

Xwarina îsotên tûj rehet û hêsan e.

Lê derxistina wan?

Ka îcar minê çilo ew derxistina der?

Heta serê sibê xew neket çavê min. Zik li min nepixî, qurqura rovîk û aşikê bû. Te digot qey di xendekên Cizîr û Nisêbînê de keleşkofan diteqînin.

Min dît nabe, rabûm min ji ava Eşme rûhî çayek demokratîk û ekolojîk çêkir û bi ser kezeba xwe dakir.

Piştî çendakê çi hat serê min hûn zanin?

Ez virikî bûm!

Hem jî virikek demokratîk û ekolojîk!

Ma law virika min virik bû?

Bi allahwekîl te digot qey çemê îsotan di qûna min re daye der lo, çemê Dîcle û Feratê li ber virika min ne tiştek bûn ha.

Tew tir û fisên demokratîk jî bûn zêdebûna ser kezebê wesselam…

About The Author