Yekî kir çirik û yekî kir virik

Reşoyê Darî

Ev 40 sal in heman tişt e, heman lotik û zîtirk in. Ev 40 sal in Kurd tên kujtin, mal û canê wan heder dibe, perîşan û derbeder dibin.

Xalê Gebro û pîreka xwe Suryanî ne. Terka cîh û warê xwe dikin û diçin Almanya dibin koçber û penaber.

Roja mehkemê tê. Bang li xalê Gebro û pîreka wî dikin da ku îfade û bersiva wan bigirin.

Pêşî bang pîreka wî dikin. Piştî pîreka wî îfada xwe dide heyeta dadgehê, îcar bang xalê Gebro dikin. Xalê Gebro jî îfada xwe dide heyeta dadgehê û ew û pîreka xwe ji dadgehê derdikevin, tên malê.

Xalê Osman diçe serdana wan û ji Gebro dipirse:

„Êêêê xalê Gebro, mehkeme çawa derbas bû lo?“

Xalê Gebro dibê:

„Wele xaltîka te kir çirik û min jî kir virik, me tevlihev kir û çû“ werhasil..

Axa û generalên şikeftên Qendîlê, bi şerê xendek û koncalan nîhan kefenê 101 bavê Kurdan. Fersendek wilo dan dewleta Tirk ku ne namûs bi Kurdan re hiştin, ne mal û ne can. Tew bajarên wan herifîn û wêran bûn. Bi ser ku generalên şikeftên Qendîlê gotibûn „me li Cizîrê xeletî kir“ jî, dîsa jî li Şernex, Hezex, Silopî, Nisêbîn û cîhên din xort û keçên Kurdan di xendek û koncalan de dan kujtin, bajar wêran kirin û Kurd derbeder û perîşan kirin.

Û piştî ku qûş li Nisêbînê qetandin û wêran kirin çi bû?

YPS (Yekîneyên Paraztina Sifîl) daxuyanîyek derxist û got: „Me hêzên xwe ji Nisêbînê kişandin“ û dest bi çîrokan kirin.

Law babam, madem hûn bi qûna xwe ne bawer bûn, madem weyê ew xort û keçên xeşîm di nav lepên esker û polîsên dewletê de bihiştina û birevîyana, çima berî ku Nisêbîn wêran bibe hûn derneketin û nereviyan? Di şerê van xendek û koncalên we de, we zêdeyî 5 hezar xort û çekên Kurd bile heq bilasebeb dan kujtin, ka we çi bi ser xist? Ji xeynî kujtina Kurdan, wêrankirina mal û bajarên wan, we çi bi ser xist babam? Ka we li çend bajarên Tirkoleran xendek û koncal kolan? Çima hûn xort û keçên Kurdên xwelîser di ber çepên Tirkan û demokratîk gûyê wan de didin kujtin lo?

Werhasilî kelam, ji qewla xalê Gebro ve:

Bi namûsa mêrê çê, PKK kir çirik û YPS jî pê de rît û kir virik û hûn sax…

Mêrdîn

About The Author