3 Kurdistan

Rebwar Kerım

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) her çiqasî derbarê rêvebirina mekanîzmaya referandûmê de fîkrike zelal eşkere nekiribe jî, ramana serxwebûnê û ragihandina “dewleta Kurdî” gihandiye warî cîbicîkirinê.

Çawa kiriye?

Aliyên siyasî yên li Kurdistanê derbarê mijara referandûm û serxwebûnê de wek hev difikirin.

Lê belê, bi tenê çend meh ji bo hilbijartinên serokatiya Amerîkayê man e, û ti amadekariyên yasayî, siyasî û lojîstikî ne hatine kirin.

Hêj nehatiye diyarkirin ku di referandûmê de kîjan pirs dê ji gel bê kirin. Gelo Kerkûk ku niha xweseriya wê di rojevê de ye, dê tevlî referandûmê bibe? Silêmanî, Germiyan û Helebce jî dê beşdar bibin? Partî û hêzên din ên li herêmê, dê bihelin ku ev destkevtin ji bo dîroka PDKê bê tomarkirin?

Ji ber vê yekê, heta ku rewaşa Herêma Kurdistanê ligel rewşa navxweyî ya PDKê asayî nebe, referandûm nayê kirin.

Barzanî û PDK, navenda siyaseta Kurdistanê ne û barekî mezin li ser milê wan e. PDK û Barzanî bi tenê û bêalîkarî nikarin vê pêvajoya girîng birêve bibin.

PDK divê vê rastiyê qebûl bike ku serdema Mam Celal bidawî hatiye û xelîfeyên Îbrahi Ehmed li hemberî wê bûne yek. PDKê divê ligel vê eniyê, jinûve dest pê bike. PDK nikarî bi pesnkirina Maml celal xwe xilas bike. Divê PDKê bi metodên cuda pirsgirêkên xwe yên ligel YNK û Gorranê çareser bike.

Niha Herêma Kurdistanê bi rasteqîn ne tenê 2 rêvebirî, lê ligel Kerkûkê 3 rêvebirî hene. Heger di rewşeke wiha de referandûm bê kirin, dê jê çi encam derbikeve.

Mele daxûyand

Sekreterê Polîtuboriya Yektiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar bi peyama beriya çend rojan, bû dengê aliyê li dijî rêkeftina ligel Gorranê.

Di 4 salên vê dawiyê de taybetî piştî jiyana Mam Celal a siyasî bidawî hatiye, Mele Bextiyar û perçeyeke ji malbata wî bûne navenda biryardana YNKê.

Mele Bextiya hewl da ku hefsarê YNKê nekeve destê cîgirên Talebanî.

Hin kes dibêjin, li dijî derketina rêkeftinê ya Mele Bextiya û beşeke ji endamên Konseya Serkirdetiya YNKê, gavekî taktîkî bû. Her çi dibe bila bibe, hişyariyên di nav peyamê de cidî ne.

Hewlêr û Silêmanî

Gotineke binavûdeng heye: “Yasa ji bo girtina dizên biçûk, ji aliyê dizên mezin ve tê çêkirin.” Ez dibêjim qey di piraniya yasayên Herêma Kurdistanê de ev yek heye. Li cîhanê dozgerî rola wijdana civakê li xwe digre. Lê mixabin li Kurdistanê ew ra bi temamî bûye siyasî û bi tenê ji beşeke entelektuel tê bicîkirin.

Dozgeriya Hewlêrê ji bo îfadegirtinê bang li Sekreterê Giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa dike û dozgeriya Silêmaniyê jî bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dike.

Lê her kes baş dizane ku bi awayekî sembolîk jî be, ne Newşîrwan Mistefa, ne jî Mesûd Barzanî dernakevin li hemberî dadgehê. Ev yek bi tenê dibe sedema kêmbûna cidiyeta dozgeriya Kurdistanê liber çavan.

Rûdaw

About The Author