Kiyanoşê me qûn li wan qetand

Diyar Baban

Werzîşvanê Kurd Kiyanoş Rostemî, piştî ku xelata zêr li Olîmpîyatên Rio 2016ê bidestxist, da lotikan û got: “Ji bo hemû gelê Kurd pîroz be.”

Kiyanoş Rostemî 26 salî ye, xelkê bajarê Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê ye û werzîşvanê rakirina giranîyê (halter) ye. Qeraseyê zilaman Kiyanoş Rostemî di Olîmpiyatên Rio 2016ê de bi navê tîma Îranê bi giştî 396 kg rakir, qûn li dijberên xwe qetand, xelata zêr stend û bû pêlewanê cîhanê. Kiyanoş Rostemî (ku wek bapîrê xwe Ristemê Zal bi vê lotika xwe cîhan hejand) ev serkeftin û lotika hêja diyarî Kurdan kir û serê Kurdan li cîhanê bilindtir kir.

Lotikvanê qerase Kiyanoş Rostemî , berî niha gelek xelatên bronz bidest xistibûn. Lê xelatên bronz têra wî nedikirin, sûnd xwaribû ku xelata zêr bistîne û vê tirrê ji xelkê re nehêle. Rostemî ahd û soz dabû ku xelata zêr bistîne û pozê Kurdan di nav xelkên cîhanê de bilindtir bike.

Qeraseyê zilaman Rostemiyê Kurd, di pêlewantîya ciwanên cîhanê yên salên 2010 û 2011ê de du caran li ser hev madalya zêr qezenc kiribû û di sala 2011ê de wek werzîşvanê herî baş û ciwan ê cîhanê hatibû destnîşankirin.

Werhasilî kelam, Kurd bi vî halê xwe di her qadê de destkeftinên mezin bidest dixin.

Îcar bifikirin ku Kurd bibin xwedî dewlet bê wê çi tofanê rakin, hayhoooooooo!

Mahabad

rostemi2

About The Author