Pişo Mihemed
Lotikvan û aktorê Tirk Tarik Akan, ji ber nexweşîya pençeşêra kezebê mir û berê xwe da axreta gewrik. Tarik Akan, ku di xortanîya xwe de çeleng bû û dilê keç û jin û pîrên 80 salî diperitand, di 66 salîya xwe de xatir xwest çû û niha li ser pira siratê li bendî dora xwe ye.
Tarik Akan, di gelek fîlmên derhêner û lîztikvanê Kurd Yilmaz Guney de lîzt û bi xêra wî gelek xelat jî stendin. Lê Tarik Akano tucarî wefakarîya Yilmaz Guney û Kurdan nekir û wek Tirkekî Kemalîst, herdemê dijminatîya Kurdan kir, Kurd wek Tirk hesibandin û xwe wek neferek ji neferên artêşa Tirk didît.


Amedê me vê carê xweş kir
Rewşenbîrî yan dergevanî? Navekî giran û gundekî wêran
Av di golan de genî dibe