Delalê got: „Ew der êdî Kurdistan e!“

Şîndar Berwarî

Hinek Kurdên xwelîser heta niha jî ji başûrê Kurdistanê re dibêjin „Kuzey Iraq-Başûrê Iraqê“ û ji rojavayê Kurdistanê re jî dibêjin „Rojava“. Yan jî gava şaş dibin, bi xeletî be jî dibêjin „Kurdistana Iraqê“ filan û bêvan.

Law oxlim, ma hûn wek lotikvana navdar û bedew a Îranî Gulşîfte  Ferahanî jî nayên?

Heta bi Gulşîfte  Ferahanî jî zane ku êdî ew der Kurdistan e û ne „Kurdistana Iraqê“ ye.

Belê, lîztikvan û xwînşîrîna Îranî Gulşîfte  Ferahanî, pesnê başûrê Kurdistanê da û li ser pirsa hinek xwelîseran got: „Hey min di devê we de rîtino, êdî ji wê derê re nabêjin Kurdistana Iraqê, ji ber ew der êdî welatekî azad e û navê wir tenê Kurdistan e“ û çend mîrkut li nav serê xwelîseran xistiye.

Ez serê we neêşînim, hunermenda navdar, bedewa xwînşîrîn, delala çavxezalî Gulşîfte Ferahanî,  ji ber çalakîyên xwe yên sînemayî êdî nikare vegere Îranê û niha li xerîbîyê dijî. Bedewa şekirlêvî ji kanalek televîzyona Fransayê re behsa Kurdistanê kiriye û gelekî pesnê Kurdistanê daye.

Wey xwedê xêra wê qebûl bike û xwedê 72 Nûrîyên bihuştê bike qismetê wê rebbî!

Gulşîfte  Ferahanî  sala 2013 di fîlmê Kurdî yê bi navê “Welatê Min ê Tûj û Şirîn” de lîztibû û lotikek pîroz avêtibû.

Dihok

http://iprime.wordpress.com/
http://iprime.wordpress.com/

About The Author