„Operasyona Musil“ û Çapemenîya Kurd!

Şeyhmus Ozzengîn

Di 17.10.2016 de „Operasyona Musil“ a rizgar kirina ji DAİŞ destpê kir! Bi destpêkirina vê operasyonê re pir deng û meramên cûr bi cûr jî derketin hole.
Wek ku em dizanin; di cîhgirtina hêzên „Operasyona Musil“de têkilî, di navbera Bexda û Hevlêr de meşîya. Bi alîkarîya „Hêzên Hevpeymanan“ û biryara hêzên sereke ku di „Operasyona Musil“de cîh bigirin hatin eşkere kirin..Sê hêzên sereke hatin nirxandin:
1-Hêzên Ewlekarî ya Kurdistan (Pêşmerge)
2-Hêzên artêşa İraq
3-Hêzên Hevpeymanan yên ezmanî
Di vê demê de yên ku ji vê kualîsyona hevpar a „Operasyona Musil“ê nerazê jî; Dewleta tirkan, Dewleta îran û PKK bû. Van hersê hêza hewl didan xwe ku di destpêkirina „Operasyona Musil“ de bibin asteng ji Hêzên Ewlekarîya Kurdistan(Pêşmerge) re. Ji ber wê jî Tirkîye siyaseta xwe li ser daxuyanîyên PKK ava dikir..Hinek berpirsên PKK digotin: „wê PKK di Operasyona Musil de cîh bigire“(!)
Di heman demê de Tirkîye jî digot, „nabe ku bêyî me Operasyona Musil biser keve. Cîhê ku PKK lê hebe, ewder ji me re dibin pirsgirêk, li henber hebûna PKK dive em jî hebin“(!) Îran jî sîyaseta xwe li ser çekdarên Şîî, Haşdî Şaabî dimeşand û zorî dida dewleta İraq ku Haşdî Şaabî di operasyona Musil de cîh bigire.
Grûbên Sûnnîyan jî ev red dikirin û tenê dixwestin ku Artêşa İraq, Hêzên Pêşmergan û Hêzên Hevpeymanan tenê di operasyonê de cîh bigirin.
Xwedîyê biryarî Serokatîya başûrê Kurdistan û Hikûmeta Bexda bû. Li angora wan peymanên hevbeş biryara Operasyonê zelal bû „Operasyona Musil“ destpê kir.
Bi keda dehsalan, bi hêsrên çavên keç û kur, xoşk û dayîkan, bi nalîna birîndar û nemirên Kurdistan, Pêşmergên Qahreman Ket parastina Deşta Neynowa. Bi dîmenên qahremanî re, nûçeyên nexêrê jî gihîştin xoşk û dayîkan.
Ew Dayîkên ku 3 kur, 4 kur, ew xoşkên ku yek bira û çavên wan bi hêsir; li nûçeyên ênîya şer, lê dilê wan qewî bû bi parastina xaka Kurd û Kurdistan. Amade bûn bi dana cangorîyan ji bona serxwebûn û rizgarkirina xaka pîroz.
Yek yek, pênç pênç navên cangorîyan jî, xeberên ne xêrê jî dihatin. Carek din Pêşmergên qahreman dîrokek navdar dinivîsand bi xwîna xwe.
Çapemenîya dine bi qahremanîya Pêşmergên Kurdistan dihat nexşandin. Li ser dîmenekê bi deqîqan disekinîn, spîkeran dev lêvên xwe dikrin û şîrove dikirin. Ala Kurdistan bi nazdarîya xwe pêl didan xwe bi serkevtinên Pêşmergên qahreman re.
Pêşmergên qahreman li Deşta Neynowayê gundên Kurdên Şebek, Kakeyî û Aşorîyan, heyfa ciwan û keçên Şingalê hiltanîn. Xaka Kurdistan ji dagirkeran paqij dikirin û dixistin bin ewlekarîya Hêzên Kurdistan. Peyva dawî jî di serîde digotin „cîhên ku bi xwîna me hatine rizgarkirin wê bi xwîna me jî bên parastin û em jê dernakevin. Ev dever xaka Kurdistan e!“
Lê hinek ku ev qahremanî û dengdayîn li hesabên wan ne dihatin, wek her dem bi nûçeyên spekulatîf dixwestin ku vê qahremanîyê tometbar bikin û xwîna nemiran, êşa dayîk, zarok û xoşkên wan, a netewa Kurd, xwebexşîna pîroz ji çavan dûr bixin. Ev armancek neyarî bû û xizmet ji Kurdistan re nedikir.
Hinekan jî ker û lal bibûn, dev û pênûsa xwe girê dabûn û wêje ji devê wan, ji devê pênûsa wan dernediket. Bi haweyekî ku bi vê serkevtina pêşmergên qahreman xemgîn bûn(!)
Ewên ku êrîşker bûn, ji devê pênûsa wan dijminatî dibarîya. Serê manşetên wan „Artêşa tirkan bi cil û bergên Pêşmergan dikevin operasyona Musil“ dihatin nexşandin(!) Kurd û qahremanên kurdan wek artêşa tirkan didan nîşan û heqaret bi Pêşmergên qahreman dikirin, keda wan, xwîna wan piçûk dinirxandin!
http://www.lekolin.org/haber-4975-TC-askeri-pesmerge-kiyafetleriyle-Musul-operasyonuna-katiliyor.html#.WAXor6o2FRY.facebook
Armanca wan a yekem biser neket. Îca dest bi tometbarkirina van qahremanan kirin û xwestin van serkevtinên wan piçûk bikin. Çawa ku pênûsa xwe, guhên xwe li henber van serkevtinan kerr kirine; Pêşmergên Qahreman ev 2 sale li her bihust bi bihust a axa pîroz, xwînê dirijînin, bi xwîna xwe ev axa pîroz, axa Kurdistan av dane û rizgar kirine, yek nûçe, yek nivîs ne nivîsî ne..Lê dema serkevtinan dest bi êrîşan dikin..evana yek bi yek manîdarin!
Wek ku em dizanin: Di destpêka berî bi du (2) salan de jî, van ev kar girtibû ser xwe. Başûrê Kurdistan bi carekê de ketibû bin metirsîyek mezin û divêtî bi armetîyê hebû. Hêzên navdewletî, parlementoyên Ewrûpa Kom dibûn û ev tehlûka li ser Başûrê Kurdistan dinirxandin ku çawa alîkarî bikin. Di wê demê de jî wan dilnexwazan li derîyê Parlamentoyên Ewrûpa dixistin û digotin „alîkarîyê nedin pêşmergan, nedin kurdan, nedin Barzanîyan, wê çekên xwe bifroşin DAİŞ!“(!)
Eynî zîhnîyet îro jî dibêje „Artêşa Tirkan cilên pêşmergan li xwe kirine û ketine nav operasyona Musil“!
Berî bi 2 sal û 4 mehan , bi êrîşên DAİŞ re artêşa İraq çekên xwe û cil û bergên xwe jî ji DAİŞ re hiştin û ji Musil derketin, revîyan. Şkestinek leşkerî a pir xerab bidest xistin. Bajarê Musil û Deşta Neynowa bi carekê de ket destê DAİŞ. DAİŞ xwurt bû wêrektî girt ku êrîşî Kurdistan jî bike. Ji wê rojê de heta destpêkirina „Operasyona Rizgarkirina Musil“, Pêşmergên Qahreman li ser dirêjayîya 1050 KM ênîyet şer meşand. Bi hezaran cangorî û bi dehhezaran jî birîndar dan. Ev karesatek mezin bû. Lê bi „Operasyona Rizgarkirina Musil“ê re ev tehlûke ji Kurdistan bidûr dikeve. Hemû axa Kurdistan rizgar bibe û dikeve bin ewlekarîya Pêşmergên Qahreman..Dîrokek serbilind têt nirxandin.
Piştî rizgarkirina Musil, pirsgirêka herî grîng rewşa Musil û Deşta Neynowa ye. Wê çawa bêt îdare kirin?
Bi raya min a herî baş ewe ku parêzgeha neynowa li ser sê parêzgehan bêt parvekirin û ji bona ku bi ser herêma Kurdistan ve bêt girêdan çûna referandûmê ye. Divê piştî parastinê gelên herêmê vê biryarê bidin ku li gor biryara wan, pirsgirêk kêm bibin. Carek din bê raya gelê herêmê biryar, wê bibe sebebê nakokî û şerê mezhebî û olî. Wek sê (3) herêman ku her herêmek bi çand, kêm netew î mezhebîya xwe cûda cûda ye; Deşte Neynova, Herêma Şingal (Şêxan) û Navenda Musil. Ev her sê herêm jî di bin taybetîyekê, bi referandûmê dikarin bi Kurdistan ve bên girêdan. Bi vî haweyî dikare pirsgirêk kêm bibin.
Hesabên piçûk, pir caran dibin sebebên ser êşandinên dîrokî. Divê Kurd bale bikişînin ser vê gotina dîrokî.
19.10.2016
Rûpela Nû

About The Author