Şairê hejar û bindestan

Konê Reş

koneres

22’ê Cotmeha 2016’an bi helkeftina 32 salan di ser koçkirina seydayê Cegerxwîn re, bi min xweş e ku em tev kurd, tev rêxistinên kurdan bi hev re, li ser gora wî kom bibin û wî bibîr bînin. Bi min xweş e ku gora Cegerxwîn li bajarê Qamişlo ji kurdperweran bûye sembol ku ji çarhawêr ve, kurdperwerên ku têne Qamişlo serdana gora Cegerxwîn dikin, gul û kulîlkan li ser datînin û kêlîkek bêdeng, bi gotinên helbestên wî re diponijin.. Cegerxwînê ku 60 salî, bêrawestan di ber kêşeya gelê xwe de xebat kir û xebata xwe bi van gotinan daye naskirin:

Min ji bo we gelek tişt

Min dîwan û hin nivişt

Gol ji avê bûye mişt

Ez nizanim çi bêjim

Heta dil ranewestî

Ez nabêjim bi sistî

Kêr gihaye ser hestî

Ez nizanim çi bêjim..

Cegerxwînê dest zêrîn, Cegerxwînê ku bi sedan şagirt bi saya afirandinên wî fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî bûn.Cegerxwûnê ku 60 salî xebat û bizav bi berdewamî di ber zimanê Kurdî de kir.. 60 salî di pêvajoyeke pîroz de liviya û xwe jê ne da alî..  Ew pêvajoya ku ji rewşenbîran re bûye jêdereke bingehîn; tevî ku ez ne di wê bawerîyê de me ku, rojên derbasbûyî, rojên îroyîn û paşerojê li trazûya xwe xînin, lê sûdeya ku di serboriya Cegerxwîn de, ji xortan re heye, gelekî giring û pêwîst e.

Wiha jî, ez ne bawerim ku rewşenbîrên Kurd wê karibin pêşkevin, biserkevin û tiştekî nû ji xwe re pêk bînin bêyî serborîya Cegerxwîn ya zengîn û bi sûde.

Belê, hêjî Cegerxwîn bi rewşenbîriya xwe ya jiyanê, ewa taybetî pê, di nav me de amadeye. Navê wî, bi saya  helbestên wî, ji nav gel nayê jibîrkirin. Ew helbestên ku rojên çetîn û dijwar derbas kirin, û hêj jî di nav me de amade ne, wek ku ew nemiriye. Ne xasim dema ku em li gotineke Kurdî ya resen digerin, hingê em wê gotinê di nav helbestên wî de dibînin û bi taybetî, di nav helbestên wî  ewên ku dengbîjan kirine stiran û li ser zarê her mirovekî Kurd in.

Wî, ji Hesarê destpêkir û berê xwe da xwendina olî, di nav re xwe dît ku bê hemdî xwe ber bi hûnandina helbestê ve diçe û weha  bi toreyî  li pêşberî Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, feqehê Teyran û Bateyî sekinî, destê xwe ser hev danîn û ji pêmayê wan tûrikê xwe dagirit. Û bi dûv xwendina olî de li her 4 perçeyên welat geriya, êş û janên gelê xwe ji nêzîk ve  naskirin… Dawî şaşik û cibe avêtin rih kurkir, şortê Firansîzî li xwe kir û xwe berda  sikak û kolanên Amûda şewitî, bang kir û got:

Kurdino, merdino, pir xweş e serxwbûn

Ew demên tar û teng ko me dîn vane çûn

Dest bidin hev hemî pêşkevin em hemî

Da biçin bo welat yan mirin yan felat

Hingî xelk di çarşîya Amûdê de lê kom bûn, dilê xwe pê şewitandin û ji hev re  gotin: mêzekin Mele Şêxmûs dîn bûye? şaşka xwe avêtiye, riha xwe qusandiye, cibê xwe dirandiye û cilên gawiran li xwe kiriye û hinan digot: Heyfa kurê bavan çi xortê bedew dînbûye! Xwedê neyne serê kesî…?!

Wî jî di helbestek xwe de wiha bersiva wan vegerandiye:

Ev cîhana xapînok, heta me jê xwe nas kir

Çibkim fêde nemaye, emrê xwe min xelas kir

Çima rastî dibêjim, li nav dîna bûme dîn

Heta bimrim, ji nû ve xelk ê bêjin Cegerxwîn

Gelek lêkolînvan li dor helbestên Cegerxwîn rawestiyane, gelekan ji wan pesnê wî dane ku ew tekane helbestvan bû di heyamekî de hat yên weke wî pir kêm bûn. Hem jî ku wî bi xurtî li tev deriyên toreyê daye û bi serbestî derbas bûye. Ta pileyekê tê gotin ku: Cegerxwîn polîtîk û tore bi hev ve girêdane, tevî ku maye mêldarê hûnandina helbestê û tev his û hestên xwe di vê rêkê de xerc kirine û vê yekê hiştiye ku piranîya helbestên wî ta roja îro li ser zimana bin…

Erê, helbestvanê netewî Cegerxwîn bi berdewamî û bêrawestan, bi zimanê xwe yê netewî nivîsand.. Ji ziman û edebiyata gelê xwe re zimet kir û xwe berda nav tev bûyerên welat û welatiyên xwe. Wî, ji sala 1926 an bi helbsta Pîra Torê a li ser Alaqemşê destpêkir û wiha ta bi mirnê nivîsand.

Hilkişîme çûme jorê, herdû rex min bend û rez

Min dî pîrek tê ji Torê, ker di berde tê bi lez

Hate nêzîk rojbixêrek da, û wek min dil bi xem

Pirebî bû, por spî bû, taqî reş bû rû gewez

Min ji pîrê xweş di pirsî; Ey metê tu ji kuve tê ?

Go ji Sêrtê diçme Bêrtê, xwîniya Romê me ez

Xan û eywan kirne weran, mêr û jin ser jê kirin

Min go pîrê qey tu kurdî ? Çûye tilyên xwe bi gez

Gotî dayê; em dixwînin wek Cegerxwîn gotiye:

Zû bi xwînin, hev bibînin, biçne Kurdistan bi lez.

Her heşt-neh dîwanên wî, li ser zîlana ferheng, gramêr, dîrok û erdnîgariya welat dizîvirin.

Erê, dengê Cegerxwîn bi kovara Hawarê re derket, lê bêtir dengê wî bi saya hebûna feqe û melayên welatparêz di nav gel de belav bû. Ji ber ku ew gund bi gund, bajar bi bajar li welatê xwe digeriya û helbstên xwe digotin. Rewşenbîr û welatparêzên wê demê jî bi hezkirineke mezin li helbestên wî guhdarî dikirin û wiha ezber dikirin. Bi demê re helbestên wî ji hicrikên feq û melan derketin û di nav gel de belav bûn.. Gel jî, bi sîngek bireh û bi hezkirineke mezin helbestên wî pejirandin, hembêz kirin, sazbendan kirin stran û mitirban kirin dûrkên govendan.

Helbestên van her heşt- neh dîwanan wî, bi formên têvel û cihê cihê hatine hunandin, ku hêj helbestvanekî kurdî bi wiha pirrbûn helbest nenivîsandine.

Seyda bi xwe dibêje:

Eger em helbestên Seyda li bêjingê xin, li naveroka wan ji rex Mijar, form, felsefe, huner û nûbûnê ve mêze bikin, em ê bibînin ku naveroka helbestên wî li dor van zîlanan dizîvirin:

1-      Li dor rizgariya welatê wî.

2-      Li dor yekîtiya gelê kurd.

3-      Li dor pesnê qehreman û têkoşerên gelê Kurd.

4-      Dijî kiryarên çewt yên şêx, axa, beg û dewlimendên gelê Kurd.

5-      Li dor aştî û demokrasiya cîhanê.

6-      Li dor têkoşîna belengaz û hejaran.

7-      Şiyarkirin,  pend û şîretin ji nezan re

8-      Wek têkoşerekî ji bo azadiya welatê xwe, ji bo wekheviya civata xwe, ji bo avakirina cihanek aştîxwaz û ji bo serxwebûna welatê xwe nivîsandiye.

9-      Helbestên wî hawar, gazin û gaziya gelê Kurd in.

Ji rexekî din ve seyda helbetên evîndariyê jî nivîsîne, evîndariya wî jî bi du mijara ye; Yek evîndariya welatê wî ye û yek evîndariya wî a kesayetî ye; wek insan, wek mirov. Mijara dilgirtiya wî a pêşî welatê wî ye. Ew welatê ku di şibhê keçekê an jinekê de aniye ber çavê xwe û helbest û sirûd li dor gotine. Mijara din evîna wî a kesayetî bixwe ye; hez kiriye, hez jina bedew û spehî kiriye..û wiha helbestên evîndariyê avêtine ser..

Ew yek bû ji wan kesên sereke ku bi berhemên xwe kovara (Hawar) ê ya Mîr Celadet Bedirxan dixemiland û ta rojên xwe yê dawî ma li rex welatiyên xwe bi tev kul, êş û xemên wan ve, hem jî, wî ji tev şoreşên Kurdan re helbest gitine û rojekê pênûsa xwe nekir bin xizmeta şêxekî olî an axayekî zordar, bi tenê pênûsa wî wek şûrê azadiyê bû di destê wî de, bi wî şûrî şer dikir ku xwe bighîne azadiyê.

Cegerxwîn im ji van derda

Li meydanê xwe zû berda

Di nav bahoz û bager da

Bi bîr û bawer û doz im

Ne Şewqî û Zehawî me.

Belê em bêjin nebêjin, navê Qamişlo û Cegerxwîn bi hev ve hatine hunandin û gora Cegerxwîn bûye sembol ji bajarê Qamişlo re.

BasNûçe

About The Author