Mêrê 3 jinan bû serokê dinyayê

Namzedê komarxwazênê Amerîkayê Donald Trump, bi piranîya dengan hat hilbijartin û bû Serokê Amerîkayê. Ne tenê Serokê Amerîkayê canim, herweha bû serokê dinyayê jî.  Ji ber ku li jor xweda ye û li jêr jî Amerîka ye, xalê me Donald Trump jî helbet wek serokê dinyayê tê hesibandin.

pirkemal

Qeraseyê zilaman û mêrê sê jinan (ji ber mêro 3 caran zewicî ye) Xalê me Trump, bi lotik û zîtirkên xwe zora xaltîka me Hîllary Clînton bir, doxîn lê sist kir, ket ser dilê wê û qûça xwe rakir. Bi vî awayî, em ji Reşo Beşo Obama xilas bûn û dewra Kejo Zero Donald Trump dest pê kir.

Xalê me Trump, piştî ku qûça xwe rakir û hat hilbijartin, di axavtina xwe ya pêşîn de bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwar ku „ewê bibe serokê temamê Amerîkîyan û ewê ferqê nexe navbera tu kesî“. Mîster Kejo Zero Trump, herweha milyarder e, dewlemend e û heyranê şervanên Kurd e.

Wek hûn zanin, Kurdan çi qezenc kiribin, di dema desthilatdarîya Komarîxwazên Amerîkayê de qezenc kirin. Kurdan di dema desthilatdarîya Demokratan de tu qûyek bi dest nexistin û Demokratên Amerîkayê siyasetek germik û nermik wek lastîkê dimeşînin. Lê Komarîxwazên wek Georg Buşh qûn li yekî wek Saddam Hisên qetandin û nîhan kefenê 101 bavê wî, bi xêra Georg Buşh û Komarîxwazan jî Kurd îro ber bi serxwebûnê ve diçin.

Axir…

Jina sêyemîn a xalê me Trump, ango jinxala me Melania Trump, li Slovanyayê çêbûye û xanimê di 46 salîya xwe de bû „First Lady“ a Amerîkayê û êdî kes nikare jê re bêje siya te xwar e.

Ez serê we û xalê xwe Trump neêşînim, heke mêrê sê jinan xalê me Donald Trump jî gunikreşekî wek Georg Buşh be, me Kurdan kêf kir û emê zûtir bigihên serxwebûna xwe. Na heke wek xalê me Reşo Beşo Obama jihevdeketî û germik û nermik be, xwedê ji me stend allahwekîl…

Ê de li ser xêrê be û kumê xalê me Georg Buşh li serê Donald Trump be rebbî…

melaniatrump

 

About The Author