De bela bên ha, serhişkno!

Serokkomarê Dewleta Tirk û qeraseyê zilaman Recep Tayyip Erdoğan, di axaftina xwe ya Foruma Kar a Navneteweyî de, Partîya Ekolojîk û Demokratîk a Gelan (HDP) da ber lotikan û bi mîrkutên mîranî rabû ser serê rêvebirên HDP.

ciletci-mihe

Serokê Tirkên sererd û binerd sayin û pir mezin Erdogan, di axavtina xwe de soro moro bû, hêrs bû û got:  “Me ji wan re got; law oxlim, kundirno, serhişkîyê nekin, hevalê lingê şemitî nînin, pişta xwe bi PKK, PYD û YPG qewîn nekin. Lê mêrikan bi ya me nekirin, serhişkî kirin û li zirna xwe xistin. Êêêê, we çi bi ser xist bavê min? Bi qerpika srutê we girtin û hûn xistin qulika hepsê. Ê de bela bên ha oxlim, de bela PKK, PYD û YPG bên û we rizgar bikin ha, tiiirrrrrrrrr û şabaş!“ û da bin dûvê HDPî yan..

Wek hûn zanin cîgerno, halîhazir Hevserokên HDP Selahattîn Hesintaş, Fîgen Alçakdag û çend wekîlên din ên HDP bi tohmeta emdantîya PKK hatine girtin û di hepsên dewletê de tizbîyên xwe dikşînin, ji xwe re şelewatan vedidin û li benda rizgarkirinê ne.

Îcar ji qewla Kasimpaşalî Erdogan ve, ê de bela bên we rizgar bikin ha kezebno!

Ka ewên go di şikeftên Qendîlê de rê li ber pêşketina we digirtin û xefik li ber we datanîn lo!

Erêêêêê, erê dinyayê erê!

Heyf û 101 carî heyf!

Çawa meriv di meclîsa Tirko de xwedîyê 80 wekîlên qerase û partîya sêyemîn be, û çawa meriv bi lotik û zîtirkên şaş û siyasetek xelet têkeve vî halî law.

Wey weledddddd û 101 carî wey weled!

Ê de xwedê ahê te ji xêrnexwaz û fitne û fesadan re nehêle Selooooooo!

Stenbol

 

About The Author