Li ser bextê Brîmo be

Bavê Cengo

Li ser bextê xelkê be, dibêjin Endamê Serkirdayetîya PDK-S xalê me Nûrî Brîmo ji çapemenîyê re axivî ye û daye lotikan, rexne li siyaseta PYD girtiye û kirasê xwe çirandiye.

Dîsa li ser bextê fitne û gelacên bajarê Hewlêr û Qamişlokê be, dibêjin xalê me Brîmo bi sê telaqên bê fitû sûnd xwariye û gotiye: „Ez bi serê Mûsa, Îsa û Mihemed kim, PYD bi hêza çekan û alîkarîya rêjîma Esed xwe li ser xelkê rojavayê Kurdistanê ferz kiriye, lê civaka Kurd ne ligel wê ye“ filan û fîstan.

Nûrî Birîmo bi dewamî anîye zimên û gotiye: “ Bi allah wekîl, ez xêrê ji xwe nebînim, PYD bi hêza çekan û alîkarîya rêjîma Sûriyê bûye desthilatdarê rojavayê Kurdistanê. PYD guh nade tu kes û alîyekî, ji ber ku azadî li cem wan tenê berjewendî û siyaseta PYD ye. Heger tu weke wan nebe tu xwefiroş î û tu ne niştimanperwer î. Lewma xwe bi zorê li ser xelkê rojavayê Kurdistanê ferz kirine û ji rêjîmê jî xerabtir tînin serê rojavayê Kurdistanê. Lê civaka Kurd ne ligel wan e, ji ber ku çek û milîs di destê wan de ne û ya rastî ew e ku xelkê rojavayê Kurdistanê ligel ENKS û PDK-Sê ne, ji ber ku xwediyê projeya netewî ne” filan û bêvan.

Xalê me Birîmo herweha anîye zimên ku “PYD li dijî projeya netewî ye û ji bo têkbirina rojavayê Kurdistanê dixebite. PYD rojane xortên rojava dide şehîdkirin bêyî ku tu projeyek wê ji bo pêşeroja rojavayê Kurdistanê hebe“.

Siphan allah!

Ê başe xalo can, madem PYD bi hêza çekan û bi alîkarîya rejîma Esed xwe li ser xelkê ferz dike, çima hûn nikarin xwe ferz bikin?

Hûn jî bi hêza çekan û bi alîkarîya Hewlêrê xwe li ser wan ferz bikin qurban. Madem hûn gazindan ji PYD dikin (ku sedî sed gelek jê rast in jî) hûn jî xwe bi rext û fîşekan girêdin, şûr û mertalên xwe bikşînin û xwe li ser PYD ferz bikin wî. Ma tiştekî belaş û bê ked û bedel heye kezebo?

Qamişlo

About The Author