Te go Kurd serxwebûnê naxwazin?

Bavê Cengo

Serokê rejîma Sûrîyê û kilê çavê Îran û Rûsyayê Beşar Esed, hevpeyvînek qerase bi rojnameya Rûsî Komsomolskaya Pravda re kir û çend lotik û zîtirk avêtin derûdorê.

Qirikdirêjê Beşaro di lotikên xwe de got ku „Ez bi serê Mûsa, Îsa û Mihemed bikim, piranîya Kurdên rojava serxwebûnê naxwazin. Ji xwe em û PYD destebrakên hev in, di şerê li dijî zinêkarên DAÎŞê de heta hûn bêjin bes me çek dane wan allahwekîl“ û daye lotikan.

Ê law bi allahwekîl rast e û ne derew e.

Ma te û destebrakên xwe Kurdên serxwebûnxwaz li Sûrîyê û rojava hiştin heta ku Kurdên rojava serxwebûnê bixwazin oxlim?

Kurdên serxwebûnxwaz yan we xistin zindanan, yan we ew koçber kirin û ji rojavayê Kurdistanê derxistin, yan jî we bi tirs û zorê zimanê wan jêkir û ker û lal kirin wî.

Ê de ka ji Kurdên derveyî PYD bipirse bê ka serxwebûnê dixwazin yan naxwazin mêro!

Qamişlo

 

 

About The Author