Wey merheba ji we û xwendevanîya we re!

sosin bermalXwendevanî bîrewerî ye, zanîn e, ne mirîdî û koletîya rêxistin, partî yan terîqetekê ye. Xwendevanên Kurd divê nîfaq û dijminatîyê nexin nav rêxistin û hêzên Kurdî. Xwendevanên Kurd divê ji bo yekîtîya hêzên xwe, ji bo berjewendîya millet û welatê xwe bixebitin, ne ku dijayetî û dijminatîya alî yan hêlekê bikin. Lê mixabin xwendevanên me jî ji xwendevanînê derketine, bûne mirîd û koleyên rêxistinên xwe, bûne sofî û mirîdên terîqeta şêxê xwe.

Werhasil, piştî ku serokê sererd û binerd ê KCK Cemîl Bayik ji rojnameyek Almanî re axivî û got „çekan nedin pêşmerge“, sofîk û mirîdên xwendevan jî dest bi zîtirkan kirin û ketin nav karwanê dijminên pêşmergeyên Kurdistanê. Xwendevanên ku divê li derveyî welêt ji bo Kurd û Kurdistanê bixebitin û lobîyan, dostan çêkin, radibin dijminatîya hêzek Kurdî, dijminatîya pêşmergeyên Kurdistanê dikin û xwe jî û Kurdan jî di awira gelemperî ya Awrûpayê de rezîl û riswa dikin.

yxkHeke xwendevanî ev be, nalet li wilo xwendevanî bê!

Heke xwendevanî dijminatîya hêzek Kurdistanî be, nalet li wilo xwendevanî bê!

Heke xwendevanî rezîlkirin û piçûkxistina Kurdan be, heke xwendevanî muxbirî be, dîsa nalet li wilo xwendevanî bê!

Kî dibe bela bibe..

Ha Apocî, ha Xalocî, ha Kalocî û ha quzê kerêcî, ferq nake..

Axir, li ser bextê fitne û fesadên bajarê Berlînê be, dibêjin (YXK) Yekîtîya Xwendekarên Kurd bi nameyekê daxwaz ji hikûmeta Almanya kirine ku çekan nedin Hêzên Pêşmerge, her 3 kantonên Rojavayê Kurdistanê nas bike û alîkarîyên mirovî bidin başûr.

Di nameya ku bi zimanê Almanî hatiye nivîsîn, tê îdîakirin ku „PDK û Barzanî zilamên Tirkiye û Amerîkayê ne, ew nikarin çekan bikar bînin û ewê çekan bifroşin grûba terorîst a DAİŞ’ê. Herwiha dibêjin Hêzên Pêşmergêyên Kurdistanê her ji avabûna wê hêzê heta niha nikaribûn Êzîdî û Xirîstiyan û kemnetewên din biparêzin“ filan û fîstan û jehr û ziqûm.

Ê başe hey malnemîratino, heke PDK û Barzanî zilamên Tirkîyê û Amerîkayê bin, Ocalan û Mislim zilamên kê ne?

Ma yên ku sînorên Tirkîyê, Sûrîyê, Iraq û Îranê diparêzin û li dijî Kurdistanek serbixwe derdikevin, kî ne? PDK û Barzanî ye, yan PKK, Ocalan û Salih Mislim in?

Ma Ocalan bi kê re dide û distîne? Ne bi Tirkîyê û MÎT a Tirkîyê re?

Û ma Tirkîye û MÎT a Tirkîye ne zilamên Amerîkayê ne?

Ev çi gû û rîx e hûn belav dikin?

We go çek û DAÎŞ?

Ma ne Serokê we Salih Mislim bû ê ku digot „Me çek ji DAÎŞ ê kirîne “ babam?

Yanî Pêşmergeyên ku ev 100 sal in şer dikin û pisporên çek û şer in, nikarin çekan bi kar bînin ne wilo!?

Û hûn ên ku doh bûne şervanên paraztina sînorên dewletên dagîrker û Kurdistanê bi kartonan parçe dikin, zanin çekan bi kar bînin ha!

Wey mala van vir û derewan!

Wey merheba ji we û xwendevanîya we re!

Hûn radibin gilîyê PDK û Barzanî li cem kes û dewletên ku KDP û Barzanî ji we û 101 bavê we zêdetir nas dikin, dikin.

Wey rebenên xwedê, qey gava xwedê aqil belav kir hûn di şikeftên karton û kantonên xwe de razayî bûn bavo….

Werhasilî kelam, êdî qûna reş û spî derketiye meydanê gelî xwendevanan. Dewleta Alman jî zane kî kî ye, kî kurê kê ye, kî ji bo Kurd û Kurdistanê kar dike û kî xizmeta dewletên dagîrker dike. Belasebeb serê xwe neêşînin û wextê xwe beredayî bi nivîsandin û gilîkirina (muxbirî) PDK û Barzanî derbas nekin cîgerlerim…

Ka berê xwelîya wan karton û kantonên Beşar Esed ji nav ser û guhên xwe pakij bikin bavo, tiştên din rehet in….

Berlîn

 

About The Author