Wezareta pêşmerge mîrkutek li nav serê Cemîlê me xist

Belê, ne sar li rêveberên PKK tê û ne jî germ.  Serokên sererd û binerd ên KCK (PKK) çima ku çend hêzên pêşmerge ji neçarî û bê çekî Şingal terikandibûn û Kurdên Êzîdî bi tenê hiştibûn, rabûbûn ser tapana û ji herkesî zêdetir dest bi dijminatîya pêşmerge, KDP û Barzanî kiribûn û dikin. Lê ku Barzanî çekên giran ji dewletên rojava û Amerîkayê xwestin, PKK dîsa rabû ser tapana û dest bi lotik û zîtirkan kir.

Piştî hatina çekên giran, hêzên pêşmerge darbeyên mezin li dêqehpên DAÎŞ ê xistin û tir ji wan berda. Pêşmerge her roj cîh li dolheramên DAÎŞ ê teng dike û bi pêş de diçe. Xuyaye ev pêşdeçûn û serkeftina pêşmergeyên Kurdistanê, KDP û Barzanî li zora PKK û girgirekên wê çûye û pê aciz bûne û dibin. Pê aciz dibin ji ber ku serkeftina pêşmerge ji wan re tê wateya serkeftina KDP, Barzanî û xeta netewî. Ji ber vê, PKK û serkêşên wê naxwazin pêşmerge bi ser keve û KDP û Barzanî di çavê Kurdan de xurt û mezin bibin.
Serokê sererd û binerd ê KCK xalê we Cemîl Bayik lotikek li pêşmerge xist û ji rojnameyek Almanî re kîn û nefreta xwe ya li hember pêşmerge, KDP û Barzanî anî zimên û axivî. Cemîlê me di axavtina xwe de ji dewletên Awrûpî xwest ku çek û sîlehan nedin pêşmerge û KDP. Li gor Cemîl Bayik yên ku karin şer bikin tenê hêzên PKK ne û hêzên pêşmerge û KDP teslîmîyetçî û ne şerkir in, tiral, xental û dane dû vîlla û malê dinyayê.

Cemîl Bayik gotiye ku „heke hûn çekan bidin pêşmerge, wê ew çek bikevin destên DAÎŞ ê ji ber pêşmerge nikare şer bike. Yên ku tenê şer dikin hêzên PKK ne û divê dewletên Awrûpî çekan bidin PKK“ filan û fîstan û kiras û xeftan.

Di vir de xalê we Cemîl Bayik dîrekt yan îndîrekt piştgirîya DAÎŞ ê dike. Di vê dema ku pêşmerge darbeyên mezin li dêqehpên DAÎŞ ê dixe, Bayik û PKK naxwazin pêşmerge bi çekên giran xurt bibin û DAÎŞ ê têk bibin. Çunkî xurtbûna pêşmerge, KDP û Barzanî têkçûna DAÎŞ ê, têkçûna siyaseta dewletên dagîrker û têkçûna siyaseta PKK ye.

Axir, li hember van gotin, lotik û zîtirkên Cemîlê me, Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê mîrkutek li nav serê Cemîl Bayik xist, bersiva wî da û got: ‘’Îdîaya ku qaşo tenê çekdarên PKK an jî YPG’ê şer kirine nerast e, vir û derew e, xwîna Pêşmergeyan li hemû eniyên şer rijiyaye.’‘

Li ser daxuyanîya Cemîl Bayik ku gotibû „Pêşmerge nikarin şer bikin û fêrî vîlla û bazirganîyê bûne“  Berpirsê Ragehandina Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê Helgurd Hikmet got: ‘’Pêşmerge her çi bin baştir e ji wê yekê ku wek Cemîl Bayik bi bazirganîya madeyên hoşber (narkotîk – firotina eroîn, esrar û quzilqurtên din) ve mijûl bin“ û mejîyê Cemîlê me çelqo belqo kir.

Helgurd Hikmet, pêde çû  û got: ‘’Daxuyanîya Bayik ne di berjewendîya yekrêzîya gelê Kurd de ye û bi şahidbûna hemû welatên cîhanê Pêşmerge berevanîyeke tam li Herêma Kurdistanê û navçeyê dikin. Bela Cemîl Bayik belasebeb kêfa xwe neyne, ewê tucarî nikaribe bi lotik û zîtirkên xwe Pêşmerge piçûk bike’‘ filan û bêvan.

Helgurd Hikmet,  axavtina xwe wiha qedand: ‘’Balkêş e ku hinek kes bi xwe bi bazirganiya madeyên hoşber tohmetbar bin, niha wî mafî bidin xwe û navê Pêşmerge xirab bikar bînin. Zêdeyî 1050 km sînorê Hêzên Pêşmerge ligel terorîstan heye, çend meh dibe wek qehremanan berevaniyê dikin û niha li hemû eniyên şer Pêşmerge ber bi pêş de diçin. Kesên mîna Cemîl efendî çawa karin bêjin Pêşmerge şer nakin. Ev çi vir û derew in kaka’‘ û dawî li axavtina xwe anî.

Werhasilî kelam, Cemîl Bayik lotikek li Pêşmerge xistiye û tir ji wan berdaye.

Û Wezareta Pêşmerge jî mîrkutek li nav serê Cemîl Bayik xistiye û ew kiriye bazirganê narkotîkê, ango baronê eroîn, esrar, afyon, bazirganîya mirovan û quzilqurtên din.

Û dijminên Kurdan jî henekê xwe bi vî halê me dikin, kêfa xwe ji dijminatîya me re tînin.

Ê de xwedê mala wî bibe mîratê ewê ku Kurdan bera hev bide û wan bike dijminê hev û hûn sax….

Hewlêr

About The Author

7 thoughts on “Wezareta pêşmerge mîrkutek li nav serê Cemîlê me xist

  1. telefizyona Ronahi u rojnamevana wa berfin shahidin nahite veshartin u gelek sherme ma hun fidi naken xelik dibijin eve hirce hun dibijin shuna lingihirciya

  2. jahre vexun cemil o hevalen wi bere gelexezan dann quzulqurte o hin.
    be qurbana pesmeaga buno

  3. di wan roje halo dirokide tifaq u ittifaq lazime ji gelanre. lebele seküsiye me ancak lafa tawin hev ü hevdü pisdikin. iro roj ne roja heb ü kitabaye. iro roj roja tifaq ü biratiyeye. heger kürd hemü ne di yek xetede bin em tişteki bi ser nayexin.

  4. dujmina ela xwe doste dujmine xwe
    pirin e wani di navme
    kabeje ber ciye ev nalin qerin bê dengi bo ciye
    ape me
    ber veye pismame RIstem serexwe ranaki deng naki
    wer hasil ez negiham musul

  5. Gelé kurt ne kore cemil cehwer kü gerilayè kurdistané Nebana tu kesi Paki ji kurda ne dıkır

  6. bira her tist li ber cava ye pir neze ne dure/ eger yen kur u kerr hay je ne bin ew mushkila wane/
    shengal hati bu firotin/ be shirove/
    dema YPG le xwedi derket ji nu ve bab egiden we gotin ceken me ninin eme shengale pi parezin/ mane di deste we de bu cima we wisan asani dest daise berda xweshpiyaw/

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.