Kurdistan yek e xêrnexwaz, Kurdistanê perçe neke!

Ev bû nêzî di sale di ser kiryara kirêt re, ango di ser terora PKK û alîgirê wê Goran û hin aliyên YNK ya di derbarê Şengal a birîndar û daxwaza weqetandina wê ji Kurdistanê; ango biser îraqê ve bêgiredana wê derbas bû. Lê hezar mixabin ji bilî serokatiya Kurdistanê û hikûmeta Kurdistanê ti malnewêranî û bi taybetî jî partiyên bakûrê Kurdistanê li ser vê hevla ne Kurdistanî de daxuyaniyek nedan. Divê baş bê zanîn ku, idîaya Kurdistanî bûnê ne tenê bi leq leq ê dibe, bi pêkanîna erkan pêk tê. Kurdîstanî bûn li xwedî derketîna Kurd û Kurdistanê ye. Parastina dewleta Kurdistanê ye, paraztina yasayên heyî û paraztina fikran, çînan, olan û bipêşxistina mafê wekhevîyê ye. Ger em li ser van pirensîpan mitabiq bin, wê wextê divê di serî de em dev ji terorîzekirina civakê û bi çi navî dibe bila bibe terorrakirina di Kurdistana azad de terk bikin.

Min wek Kurdekî ti wextî îman pê naniye ku, PKK û temamê çûreyê wê wek tevgerên Kurdistanî tev digerin. Hetta gelek caran ji kiryarê wê tê xuyakirin go di eslê xwe de li ser navê Kurdistanî bûnê xizmeta devletê dagirkerên Kurdistanê jî dike. Ger em vegerin ser biryara kiryêt a go li serê çiyayê Şengal a Kurdistanê de ji teref PKK a dagirker û alîgirên wê ve hat qewimandin, divê em binav bikin ku Kurdistan di nav belayek pir xeter de ye. Ji ber rewşa Kurdistanê wek tayek ji şitlê rihanê ye, hewqas nazik e ku kare bi van kiryarên kirêt biquse, biçilmise û têk biçe.

Xuyaye tevgerên mîna PKK a ku taşarona dagirkera û wekî din, tucarî berjewendîyên Kurdistanê nafikirin. Berjewendîyên partî û tevgerên xwe di ser her tiştî re digirin. Berjewendîyên Kurdistana mezin û yekgirtina milletê Kurd ne li bîra wan e, tew bi riya Kantona dixwazin Kurdistanê bikin 101 perçe. Korefahmî bûne, dorpêşkirina dijminên Kurdistanê nabînin yan jî naxwazin bibînin. Li hemberî van dijminan girîngîya tifaq, yekzêrî û hevgirtina kesayet û partîyên Kurdistanê nabînin. Û bi taybet jî girîngîya xebat û tekoşîna kesayet û serokên mîna Mesûd û Nêçîrvan Barzanî nabînin. Ev tevgerên ku xwedêgiravî li ser navê Kurdan derketine holê, têkbirina malbata Barzanî ji xwe re wek erkek sereke dibînin. Têkbirina malbata Barzanî û PDK ji xwe re kirina armanc û bi wan xewn û xeyalan dijîn. Lê tiştekî ji bîr dikin. Barzanî û PDK îro li her çar parçeyên Kurdistanê sembol in, sembolên pîroz in û nîşana Kurd, Kurdistan û Kurdayetîyê ne. Partî û tevgerên mîna PKK, Goran û YNK êdî nikarin van sembolên pîroz ji dil û mejîyê Kurdan derêxin. Ne ew û ne jî dewletên ku xizmeta wan dikin. Têkçûna Barzanî û PDK têkçûna berjewendîyên Kurd û Kurdistanê bi xwe ye. Tiştê ku  GORAN, YNK, PKK û tevgerên din nabînin ev tişt e.

Partiya PKK, GORAN û YNK ê li dijî serokatiya brêz Mesût Barzanî ne. Ev wek tevgera GORAN Û YNK mafê xwe ye; lê divê mirov dijayetîya xwe li ser esasê birêvebirina welêt, xebata go ji teref kesê tê kirin, yanî kiryarê kesê go em li dijin di berjewendiyên millet de ye an na, dike de gerîn. Gava mirov li gor van pirensîpan dijayetiya GORAN, YNK û PKK a li dijî birêz serokê Kurdistanê dide ber hev, mirov bi hêsanî dibîne ku, temamê daxwazên wan ne li ser esasê go serokê Kurdistanê vacibê xwe wek serok bi cîh nayne, bîlakîs dil û mêjîyê serokê Kurdistanê bi berjewendî Kurd û Kurdistan û wek peşmergeyekî serbilind lê dixe. Lê divê neyê jibîr kirin, di wê dema go hawîrdorê Kurdistana azad ji terefê keftarên DAİŞ û xêrnexwazan ve hatiye girtin û bi ser de malikwêrana GORAN, YNK, PYD, PKK, PYÇD û zewatên din her roj bi hinçeta têkbirina Kurdistanê bihevre qayişê dikşînin, lê jibîr dikin ku roj roja mirov hebûna serok Barzanî û hewlên wi yên Kurdistanî wek litfekê bibîne û bi serokatiya wî serbilind be. Divê di serî de GORAN, YNK û PKK wê yekê baş zanibin ku, ger serokê Kurdistanê kujtina Kurd bi destê Kurd qedexe nekira, bi saya serê tevgerên tarî wê Kurdistan bibûna mîna Iraq û Sûrî. Ji xwe temamê dagirkerên Kurdistanê û yên wek PKK, GORAN û (kismî) YNKê li pê wê yekê ne.

Serok Barzanî di daxuyaniya xwe ya di derheqê meqaman de bi dilekî pir fireh anîye ser zimên. Serok meqamê Peşmergayetiyê ji meqamê serokatiyê bi rûmettir dibîne, ji ber wê jî sifatek go ji zaroktîya wî ve pê re heye, hewceyî nade bi hesûdîya sifatekî din. Gelê Kurdistanê layiqîya her kesekî didiyê. Divê neyê jibirkirin, dema di bin serokatiya Mesût Barzanî de hawla azad kirina Şengala birîndar bi serfirazî bi ser ket û iro jî peşmerge ber bi Mûsilê ve dimeşin. Ji wê ji tê xuyakirin go wefakar, cefakar û şoreşgerên malbata Barzanî hezker û garantorê paraztina destkeftîyên Kurdistana azad in. Ger mirov pêşveçûnên li dinyayê û di van zorîyan de di serkeftin û bipêşdebirina şerê li dijî keftarên DAİŞ de rola birêz Mesûd û malbata Barzanî û pêşmergeyê kahreman nebîne, divê ya mirov kor be yan jî dilnexwazê Kurdistanê be.

Kurdistan yek e xêrnexwaz, Kurdistanê perçe neke!

 

 

About The Author