Ala Talabanî dîsa bi xwe de rît

Mihemed Soran

Hinek Kurd hene hingî qûna dagîrkerên xwe alastine û dalêsin, wek mirîşka gêj li wan hatiye. Ji bo xwe di çavên dagîrkerên xwe de şîrîn bikin, înkara nîjad û netewa xwe dikin, înkara welatê xwe û her tiştên pîroz dikin. Xuyaye yek ji wan jî zîtirkvan û delaloka ber dilê Nûrî Malikî Ala Talabanî ye.

Endama Polîtburoya YNK Ala Talabanî,  gotibû: „Ez bi serê Nûrî Malikî û Qasim Silêmanî kim, Talabanî bi koka xwe Erebên Şiî ne û ne Kurd in“ û dilê Erebên qûnreş xweş kiribû.

Ala Talabanî wek dijmina PDK û Barzanîyan tê naskirin û herweha dijminatîya serxwebûna Kurdistanê jî dike. Ala Talabanî delaloka ber dilê Nûrî Malikî û sofîkên Îranê ye û bi gotin û helwesta xwe xizmeta wan dike, qisûrê di xizmeta xwe de nake.

Di vê derbarê de Sekreterîya Serokê YNK Celal Talabanî dest bi lotikan kir, bersiva Ala Talabanî da, dawa wê li serê wê pêça û ew derewîn derxist. Sekreterîya Celal Talabanî, di derbarê gotinên Ala Talabanî de got: „Ala Talabanî gû dixwe. Herkes zane ku Talabanî ji binemala Zengene ne û Kurd in“.

Ala Talabanî, di televizyonek nêzîkî Nûrî Malikî de gotibû: „Bi allahwekîl Talabanî bi koka xwe Erebên Şiî ne û ji eşîra Benî Esed in. Ji ber vê yekê, parlamenterên ji eşîreta Benî Esed me wek pismam û dotmamên xwe dihesibînin“.

Sekreterîya Celal Talabanî, bersiva qûnalêsa Ereban Ala Talabanî da û di daxuyanîyê de got: „Ala Talabanî ji gotinên xwe berpirsiyar e û gû xwariye. Herkes zane ku Talabanî ji binemala Zengene ne. Di dema rejîma Baas de jî tohmet û derewên bi vî awayî di derbarê Celal Talabanî de dihatin gotin. Tu têkilî û nêzîkbûna Talabanîyan bi eşîreta Benî Esed re tuneye. Talabanîyan her demê nasnama xwe ya Kurdî paraztine û di vê rêyê de bedel dane. Ala Talabanî çiqas qûna Ereban balêse jî, Talabanî Kurd in û ji terîqeta Qadirî ne kaka“.

Ez serê we neêşînim, Sekreterîya mamê me Celal Talabanî bi vê daxuyanîya qerase dawa Ala Talabanî li serê wê pêça û derpî jê şemitand wesselam.

Silêmanî

About The Author