Kûçik di nav biratîya Tirkan de birî!

Timoqîyek bi karê xwe qaçaxî dikir, çi dibû bila be bazirganîya qaçaxî debara wî bû. Jiyana wî bi piranî di zîndanan de derbas bû. Timoqî mirovek nexwendî bû. Jîr û zana bû, lê bi kerîtîya xwe dereng hesîya.

Timoqî carekê berê xwe da Awrûpa ji bo bazirganîya bêhişker. Bi çend kîlo eroîn derbasî Polonyayê bû, li wir hate girtin û avêtin zîndanê. Gelek îşkence lê hat kirin, lê ne xema wî bû, jiyana wî wisa hatibû wê wisa jî dom bikira.

Rojekê bi girtîyên Polonî re li televizyonê temaşe dikirin, nûçeyek di derheqê Tirkiyê de derbas dibû, resmê Demirel xuya kir.

Yekî Polonî ji Demirel re da çêra.

Timoqî bi hêrs got: “ Kurê kerê, tu çima jê re didî çêra? Ew serokkomarê min e.

Û Polonî da ber kulman, wisa lê xist ku cendekê Polonî li erdê ma. Li ser vê bûyerê Timoqî avêtin hucrê, bi tena serê xwe di hucrê de bû.

Carekê bihîst ku ajovanekî tir’ê yekî Tirk hatiye girtin û wê bînin girtîgehê. Timoqî çû ji gardiyanan re got: “ Wî Tirkî bidin ba min.” Gardiyanan qebul nekirin, Timoqî di hucrê de doşega xwe şewitand, îsyan derxist ku daxwaza wî bînin cîh.

Werhasil ew ajovanê Tirk dane ba Timoqî. Timoqî pêşwazîya ajovanê Tirk kir, nivînê xwe, xwarina xwe pê re parve kir. Lê bû xwedî û jê re rê û rêzikên zîndanê vegot, her dem ew parast.

Rojekê wê xwarinê bixwin, li ser masê kaxizên rojnameyeke Tirkî raxistin, di rojnamê de di derbarê girtina Ehmed Turk û Leyla Zana de nivîsarek hebû û wêneyê wan jî. Ajovanê Tirk, hewl da ku rojnamê bi guherîne û got :

-Wêneyê van xaîn bêşerefan li ber çavê min be, nikarim temûl bikim.

Timoqî gelek aciz bû, ji nişke va kulma xwe ya şidandî li orta çavê ajovanê Tirk xist û got:

-Law ker kurê kerê, min ji bo Demirel li yekî Polonî xist çima ku serokomarê Tirkiyê b. Min ji bo te îsyan derxist çima ku tu hemwelatîyê min bû. Tu rabûyî li ber çavê min li Ehmed Turk û Leyla Zana heqaretê dikî, eger ez qebul bikim ez bêxîret kurê kerê me.

Em xwe ji bo Tirkan bidin kuştin jî wexta Kurdîtîya me bê holê dijatî û dijminatîya wan bi pêsîra me digire. Bi peyvên necûtî û çors me biçûk dibînin.

Kûçik di nav biratîya wan de birî wesselam…

 

About The Author