Damarên netewperestîyê

Sal 1992, cejna Tirkan ya xort û werzîşê ye.

Dewleta Tirkan xortên Anatolîyayê jî li yarîgeha(stadyum) bajarê Meletê kom kirine.

Mezinên Roman dixwestin alaya xwe di mista wan kin, lê kesî ranedihişt alaya wan. Dû re hinekan ji wan xwestin bi darê zorê sirûda xwe ya netewî bi wan bidin xwendin.

Rabûn şandin pê xortekî 15 salî, anîn mîkrofon kirin mistê û jê re gotin: „Ê de bixwîne,camêro“.

Mêro rahişt mîkrofonê û strana Şivên ya „Felekê xayînê te çima li me wa kir“ xwend, stadyûma Meletê hejand û qûş lê qetand.

Heçê dengê lêwik bihîstin ji tirsa çav li wan bû wek zotika mirîşkê û av çû bin qûna leşker û parêzgehê bajêr.

Rabûn xwe çeng kirin mîkrofona di destê lêwik de û bi kotek û zorê lawik desteser kirin.

Xwestin wêrekîya lêwik bi hawakî şapînoz bikin, lê nikarîbûn. Heke damara netewperestîyê li yekî gerîya be, ne dagirker, ne jî hêzek din nikare pê.

Îcar ev jî mesela me û hinek Kurdên îro ye.

Hinek Kurdên me ne reh û damara netewperestîyê bi wan re maye, ne jî damara wêrekî û xîretê. Ewqas babîlosk û tofan tên serê Kurdan, ne damara wan dijene, ne jî wîjdan û xîreta wan. Di vê dema zîz û girîng de ku Kurd ketine govend û dîlana serxwebûna Kurdistanê, pozê wan wek wî xortê 15 salî jî naşewite û ji kerên xelkê re dibin kurtan.

Erêêêêê erê felekê!

Felekê te çima li me wa kir

Te hinek Kurdên me paşûpê li kerê siwar kir

Te dilê Kurdan şikand û dilê dijminan bi me şa kir..

Kurdistan

About The Author