Naxwe jinên me ji me berdayî ne bavo!

M.Cemîlê Mûşî

Ey hawarrr!

Heger rast be, bi telaqê bê fitû jinên hemi misilmanan ji wan hatine berdan û xelas.

De binerin bê Endamê Sazîya Karûbarên Dînî yê Dîyaneta Tirkiyê Prof.Dr.Saîm Yeprem dibêje çi.

Oxlim gotiye: “Di dînê îslamê de mehr (nîkeh) tuneye. Mehr ji dînê Xiristîyanîyê û ji dêrê hatiye girtin. Kesê ku mehrê bibire divê kesekî ku karibe li ser navê Xwedê biryarê bide û pir nêzîkî Xwedê be, divê ciyê ku mehr lê bê birîn jî ciyekî pîroz be ku ev jî mehra di nav Katolîkan de ye. Di îslamê de kesekî ku karibe li ser navê Xwedê biaxive û herweha ciyekî pîroz jî tuneye. Mehra ku li gor Qanûna Medenî ya Tirk tê birîn, mehra dînê îslamê bi xwe ye”  filan û bêvan.

Yaaaa!

Hûn dibînin ne?

Naxwe hetanî niha jinên hemi misilmanan ji wan berdayî bûn lê me nizanîbû bavo!

De xêr û guneh di stuyê Tirk û bavê Tirkan de be.

Bi telaq ji min re baş ket û hew.

Ji xwe ez ji jina xwe hatibûm hetanî bi qirikê, va mehra dînî jî rabû, ezê ji xwe re germik û nermikek 14 salî bînim û têxim paşila xwe û hûn sax!

Oxxxxx, xwedê da min allahwekîl..

Stenbol

About The Author