Dez 31, 2017

    Monat: Dezember 2017

    Tecrûbeya Ewil

    • by Lotikxane
    • 1 year ago
    • Comments Off
    Elawedîn û Qudbedîn du pismam in û li gund dijîn. Çavên xwe vekirine xwe li gund dîtine. Tenê rojên cejnan çûne bajêr. Emrê wan bi şivantiyê derbas bûye. Rewşa wan nebaş dibe, êdî şivantî hew bi qîma wan tê. Dipeyivin, bi hev dişêwirin, biryarê didin herin Stenbolê û piştî haziriya xwe dikin berê xwe didin […]

    Xweşzûgotinokîzm

    • by Lotikxane
    • 1 year ago
    • Comments Off
    Kitêba Devliken Kelogirî ya bi navê „Xweşzûgotinokîzm“ ji weşanxaneya J.Jyê û bi alîkariya malpera Rewanbêjê derket. Xweşzûgotinokîzm çi ye? Xweşzûgotinokîzm, ahenk û estetîk û hunera kurdî ye. Xweşzûgotinokîzm ji zûgotinokan pêk tê ku di her zimanî de zûgotinok hêz û xurtbûna wî zimanî kifş dikin. Bi Xweşzûgotinokîzmê zimanê we yê bibe bask û we bifirîne. […]

    Devşekalê dîsa got “Yooox!”

    • by Lotikxane
    • 1 year ago
    • Comments Off
    Gunikreşê Tirk birêz Îsmaîl Beşîkçî ji nav derxin, heta niha min nedîtiye ku misilman yan jî sosyalîstekî Tirk ji Kurdistanê re gotibe erê û dewletbûna Kurdan paraztibe. Ji çep û repên wan bigrin heta bi misilman û melayên wan, ji qûnekên wan bigrin heta bi mişk û pisîkên wan, tev dijminatîya Kurdistanê dikin. Bi gotinê […]

    Mehane an Kurdistan?

    • by Lotikxane
    • 1 year ago
    • Comments Off
    Selahedîn Çelîk Ev demek e li Başûrê Kurdistanê aramiyeke xapînok hebû. Bi yek derbê xwepêşandanan dest pê kirin. Çi sosret e, ne Bexdayê lê Hewlêr kirin hedef. Bivênevê ev pirs tê bîra mirov; xem mehane ne, an tevdan e? Mirov dikare civaka Başûr weke muçexurên desthilatê bir nav bike. Hikûmet weke dezgeha xêrxwaziyê ye. Ev […]

    Bila meriv ne kerê umetê be, bila meriv dizê umetê be!

    • by Lotikxane
    • 1 year ago
    • Comments Off
    Erê me ji berê de zanîbû ku Kurd kerên umeta Îslamê ne, barê umetê yê giran lê kirine, bi ser de jî lê siwar bûne û li çolistanan tî û birçî ji bo umetê bezandine. Kurd ji bo berjewendîyên umetê bikar anîne, li dij “gawir” şandine şer. Di dawî de “gawir” ji bilî Kurdan ji […]

    Biner ezê bi apo dim ha

    • by Lotikxane
    • 1 year ago
    • Comments Off
    Rojek ji rojan Kurdekî reben li otobosê siwar dibe û berî bi malê vedike. Piştî ew lê siwar dibe û şûnde, pîrekek ku geda wê ya berşîr di himêza wê de tê li tenîşta wî rûdinê. Zaroka wê dest bi girî dike, zarok her digrî û jinik dike nake nikare zaroka xwe haş bike. Mêrikê […]

    Pênasa Helbestê

    • by Lotikxane
    • 1 year ago
    • Comments Off
    Nûçegihanê Beriyê Bi salan e em li pênasa helbestê geriyan, lê her em stuxwar vegeriyan. Me ji Şekspîr pirsî, nebû. Me ji Pablo Nerûda pirsî, nebû. Me ji Garsiya pirsî, nebû. Me ji Baba Tahir û Omer Hayam û Mewlana pirsî, nebû. Me ji Feqeyê Teyran û Melayê Cizîrî û Cegerxwîn pirsî, nebû. Berî qiyamet […]

    • by Lotikxane
    • 1 year ago
    • Comments Off
    Fernando Perez Papayê ku bi minasebeta „Roja Malbatên Dinyayê“ hatibû bajarê Valenciayê yê Spanyayê ji aliyê qûnek û nêromêyan (LGBT-Î) ve hat protestokirin. Bi sedan qûnek mûnekên şilfîtazî derketin pêşiya Papa, nav şeqên xwe firkandin û gotin, „Papoş! Were bikute me! Heger hêz û qawet di pişta te de nema be, bihêle em bikutin te! […]

    Wezîra şadî û bextewarîyê

    • by Lotikxane
    • 1 year ago
    • Comments Off
    Xêr û guneh di stuyê çapemenîst û berpirsê magazînî yê Efrîkayê Evdilfewaz Rahmanî de be, dibêje, Waliyê bajarê Imo yê girêdayî Nîjeryayê Rochas Okorocha xweha xwe kir wezîra şadî û bextewariyê ya jin û mêran. Ji bo mejî li we nebe çeqilmast em mijarê piçekî din vekin. Jin û mêrên bixwazin bizewicin ewil ew ê […]

    Quzê Kerê

    • by Lotikxane
    • 1 year ago
    • Comments Off
    Xwe belasebeb aciz nekin û nekevin nav xewn û xeyalan. Doh jî quzê kerê du perçe bû, îro jî du perçe ye û heger qesab mesabek li ser quzê wê kerê operasyoneke cerahî merahî neke, wê sibê jî ew quz du perçe be. Wek ku dengê we tê min! Çi? We got Kurdistan? Heger quzê […]

    Civaka PKK, PYDê civaka kînê

    • by Lotikxane
    • 1 year ago
    • Comments Off
    Qado Şêrîn Civak yan jî xelkên li der û dora PKK-PYD xelkên bijartî ne, ewên amade ne ji hemû biryaran re, bimire bimire, rabe rabe, here here, were were, ewên bê vîn in, hişê xwe bikar naynin, nafikirin, û ku fikirîn wê bêtar derkevin an wê ji PKK-PYD cuda bibin, ango wek kerî amade ne […]