Wezîra şadî û bextewarîyê

Xêr û guneh di stuyê çapemenîst û berpirsê magazînî yê Efrîkayê Evdilfewaz Rahmanî de be, dibêje, Waliyê bajarê Imo yê girêdayî Nîjeryayê Rochas Okorocha xweha xwe kir wezîra şadî û bextewariyê ya jin û mêran.

Ji bo mejî li we nebe çeqilmast em mijarê piçekî din vekin.

Jin û mêrên bixwazin bizewicin ewil ew ê werin hizûra vê xanimê.

Ev xanim ê ji wan bixwaze çend fateziyan biceribînin.

Herweha ew ê bi xwe jî bi awayekî pratîk bi wan re be.

Anku li ber çavên vê xanimê wê baser hev din û birepînin hev di hev nin.

Jin û mêrên wê jî bi xwe re şad û bextewar bikin, ew ê ji destê vê xanimê destûrnameya niyhandinê anku zewacê werbigirin.

Weleh wezîrtiyeke weha ji her dewletê re divê.

Nizanim ez bibim wezîrê niyhandinê yê kîjan dewletê?

About The Author