Eyşê Şan, ne di dema xwe de hat

 Di van çend rojên dawî ji sala 2017 an de, nizanim çima min xwest guhdariya dengê Eyşê Şan bikim û li ser rûpelên internêtê li stranên wê bigerim. Birastî, ez aşiqê Eyşê Şanê nebûme û kêm li stranên wê guhdarî kiriye, ev jî dibe di dema zaroktiyê de bûbe, xweş nayê bîra min lê dibe ji radyoya Erîvan û Bexdayê be. Zêdetirî 30 stranên wê, ji youtubê min kom kirin û  di şevekê de li hemîyan guhdarî kir. Birastî ew dengê xweş, ew hestê xweş û ew awazên bê rikaber li dil û mejyê min xist û ez gelekî xembar û dilbirîn kirim, ew jî ji çend hokaran:

1- Gelo heta niha, min çima li vî dengê xweş û şêrîn guhdarî nedikir?

2- Hejarî û tenahiya ku Eyşê Şan têre derbasbûye

3- Sitemkariya ku li Eyşê Şan hatiye kirin, hem ji aliyê malbatê ve û hem ji aliyê civaka kurdî ya wê demê ku mêr têde hemî tişt bû.

Ev bûn çend roj ku di guhên min de tenê dengê Eyşê Şan têye bihîstin, tenê wêneya Eyşê Şan li ber çavên mine, ji ber vê yekê min bi pêwîstî dît ku van ristikan li ser binivîsim û belav bikim.

Eyşê Şan di sala 1938 an de li Diyarbekirê hatîye dinyayê, bavê wê (Osman) ji xelkê Qereşdaxê bû (Bîngol), ji eşîra Cibrîla û diya wê jî (Elîfa) ji mala hecî Mûsa Begê ye ji xelkê Erzrûmê. Du xuşk bi navê (Zehre û Salîhe) û birayekî wê hebûn. Tevlî ku malbata Eyşê Şan oldar bû jî, lê bavê wê stranbêj jî bû û herdem di mala wan de stranbêj kom dibûn û gelek caran heta berbanga sîbehê stran digotin, di vî warî de Eyşê Şan dibêje: Xwezya dîwarên mala me li Diyarbekirê bi ziman bûna û ji we re qala wan şev û rojan bikirana. Min herdem di quncikan de guhdarî wan dengbêjan dikir, wusa guhdarî dikir ku, eger yekî gazî min bikiriba ezê veciniqîbama.

Gelo çima Eyşê Şan bû stranbêj? bera ew ji me re şirovebike: Bavê min dengbêjekî pir zor bû û dengê wî pir xweş û bi hêz bû, bavê min wexta wefatkir ez bi hesreta wî, bi hesreta dengê wî mam, ji bo wê meraqê min got ku bavê min dengê xwe û stranên xwe tomar nekirin gerek ez hesreta bavê xwe bînim der û stranên wî bêjim û tomar bikim, stranbêjî ji bo min bûbû mereq û ketibû hundirê min.

Eyşê Şan di bîst saliya xwe de li ser daxwaza bavê xwe bi (Serkeft Toran) re dizewice. Di sala 1958 an de, cara yekê bû ku di nav jinan de distirê û dikeve ber rexne û êrîşên malbatê. Bavê wê digot ku stranbêjî ji bo keç û jinan di şerîheta îslamê de heram û gunehe. Du rê li ber Eyşê Şan hebûn:

1- Ji ber gefên malbatê, urf û adetên kurdan, li malê rûnê, qurana xwe bixwîne û sitemkariya mêran qebûl bike

2- Dev ji malbatê berde, hember wê sitemkariyê biweste û hemî bike qurbana stranbêjiya ku di ser û dilê wê de meyaye.

Eyşê Şan serê xwe natewîne, tevlî ku keçîkek wê, nû çêbûyî jî, dev ji mêr û malbatê berdide û ji wî bajarê ku di dilê wê de, ewqas xweş û şêrîn bû koç dike û berê xwe dide Entabê.

Li Entabê, Eyşê Şan du salan di radyoyê de dixebite û stranên tirkî dibêje, lê ji ber ya di dilê wê de stran û awazên kurdî û hesreta bavê wê bûn, nikarîbû li wir bimîne, bitaybetî dema ku keçika wê ya temen sal û nîvek di nav destên wê de ruhê xwe dispêre Xwedê. Di vî warî de Eyşê Şan bi kul û keser dibêje: dema keça min ku hîn temen sal û nîvek bû li Entabê ji bêkesî û rebenî mir, keçika minî pir xweşik û bi aqil, êdî min got ku Entab li min herame û min berê xwe da Istanbolê.

Di destpêka salên şêstan de, gelo keçeke kurd dikare çi bidestbixîne li bajarekî mezin wekî Îstanbolê? Bajarek ku ewqas canbaz, ewqas bazirgan û ewqas dek û dolab tê de bin, gelo keçeke kurd jî ku ewqas bêkes, bi derd û kul, bi êş û birîn û ji malbatek oldar gelo çawa dikare jiyan bike û liberxwe bide?

Eyşê Şan, li Îstanbolê kasêta yekê di riya mirovekî cihû re tomar dike. Yê cihû çend qurûşan didê lê kasêta wê bi hezaran hejmar jê tên firotin. Weku Eyşê Xan dibêje, di wê kasêtê de çar stran hebûn: du stranên tirkî, Xifşê û ez Xezalim, ew jî nêvî bi tirkî û nêvî bi kurdî bû. Di bersiva pirsekê de ku ji Eyşê Şan, li ser jiyana Îstanbolê tê kirin, ew wiha dibêje: jiyan zor bû, kesekî min tunebû, min tukes nasnedikir, xwediyên çend fîrman li ser pişta dengê min bûn melyoner û xwedî hertişt lê tenê ez belengaz mam, min du caran xwest xwe intîhar (xwekuştin) bikim, lê dîsa poşman dibûm û istexfarya xwe tanî, pereyekî pir hindik didan min lê bi hezaran kasêtên min difrotin.

Eger em guhdarî hemî yan beşek zor ji stranên Eyşê Şan bikin, mirov dikare bi ser sê cûreyan dabeş bike:

  • Stranên clasîk û gotinên bav û kalan wek: Bêrîvanê, Cebelî, Mem û Zîn, Meyro, Hesenîko…
  • Li ser jiyan, êş û birîna dilê xwe gotiye wek: Qederê yar, ku li ser bextreşiya xwe gotiye, Xerîbim dayê ku li ser mirina diya xwe gotiye û dilê mirovî pêre dişewitîne:

“Daykê qurban ava çemê Diyarbekrê dîsa îro têye leme lemeeee

Dayê qurban ji xwe re pêlê bi ser pêlê dixe davê ser kelemeeee

Hecî Xanim dîsa îro dilê min şewitî dayka min ket bîra mineeee

De hêstirên çavên min xerîba xwedê wek barana buharê tê ji xwe re nasekineeee

De eywax dayê, xerîbim dayê, de eywax dayê bêkesim dayê”

Ji ber dema diya wê wefat dike, ew wê demê li nêzîkî Entabê dimîne û xuşka wê xeberê nadê ku biçe serdana diya xwe bike berî mirina wê. Di vê strana xwe de, gilî û gazinan ji xuşka xwe jî dike.

  • Stranên netewî ku li ser bûyerên welêt, berxwedan û serhildanên kurdan gotiye wek: werin werin pêşmergene, Newroz, Şirnex, Megrî… ûyd

Dema ku Eyşê Şan di stranek xwe de dibêje:  –Welatê min Diyarbekir, -Ew şêrîne mîna şekir, -Welleh min bêriya te kir, mirov dizane ku hesreta welatê wê, malbata wê, dost û hevalên wê, di dilê wê de gelekî mezin û bê sînore.

Eyşê Şan di sala 1972 diçe Elmanya û çar salan li bajarê Munchen dimîne, lê ji gotin û hestên wê weku di hevpeyvînek wê de xuya dibe li wir jî bêzare û jiyana dûrî welêt napejirîne û careke din li welatê xwe vedigere, welatê ku azadiya xwe têde nabîne, welatê ku jin têde bindestê mêre û mêr jî bindestê dijmine.

Eyşê Şan gelekî bi hesreta dîtina Başûrê Kurdistanê bûye, çend caran xwestiye ku serdana Îraqê bike lê derfet ji bo wê çênedibûn. Di sala 1979 an de, ev daxwaz pêktê û Eyşê Şan derbasî Başûrê dibe. Ew li Duhok, Hewlêr, Kerkûk û Bexdayê digere û konsertan bi hunermendên Başûr re çêdike wek: Mihemed Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Nesrîn Shîrwanî, Gulbuhar û Tehsîn Taha.

Eyşê Şan ji sala 1979 an heta geşbûna şoreşa Bakurê Kurdistanê bêdeng dimîne û kêmcaran derdikeve, ew ji bo debara jiyana xwe li rêveberîyek postexaneya bajarê Îzmîrê kar dike. Di sala 1991 ê de, dema ku bi melyonan ji kurdên Başûr ji zulma rêjîma Sedam reviyan û sînorên Îran û Tirkyê bezandin, dîsa Eyşê Şan tê hawarê û wê wêneya tiracedîk di stranên xwe de dikşîne û bindestî û hejariya kurdan nîşan dide.

Dema Eyşê Şan li xerîbîyê wefat dike, dibêjin ku, di merasîma bixaksipartina cenazê wê de, kêmtir ji deh kesan amade bûbûn û di dawîya jiyana wê de jî, tukesî ji malbata wê lê nepirsiye û serdana wê nekiriye. Li ser vê bêkesî û xerîbiyê, Eyşê Şan di stranek xwe de dibêje:

Emrêm hat û bûrî rojek xweş nedî

Min rojek xweş nedî tim ewr û tarî

Li min ne havîn hat û ne buharî

Qeder li min bûye ew gurê harî

Betilîm hevalno, min rojek xweş nedî.

Eyşê Şan di 18.12.1996 an de, bi êşa şêrpencê li nexweşxaneya bajarê Îzmîrê diçe ser dilovaniya xwe. Raste Eyşê Şan bi canê xwe di nav gelê xwe de nemaye, lê stranên wê, hunera wê, keda wê, ew dengê xweş û şêrîn, wê di nava gelê kurd de bimînin heta ku ev gel dimîne. Lê gelek mixabin! yek nexweşiya me heye, ew jî ew e ku, gelek caran em guh nadin hunermendên xwe dema ku li jînê ne, tenê dema ji nav me bardikin ji bo me dibin sîmbol, hesret û axîn. Careke din mixabin ku Eyşê Şan, ne di dema xwe de hat.

 

Jêder:

- Hevpeyvîn - Radyoya Kurdî, Bexda. https://www.youtube.com/watch?v=IKhx_FOGt_w

- Tîshk TV, Awêr. https://www.youtube.com/watch?v=TjzkY6lIlZQ
- Ayşê Şan ( taçsiz kraliçe ayşe şan belgeseli). https://www.youtube.com/watch?v=9S_xz6uTtUI

About The Author