Ev çi lotik bû kek Mesrûr?

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û brayê gewre Mesrûr Barzanî li Duhokê serdana Perestgeha laleş a Şêxanê kir û silavek da Kurdên Êzdî. Helbet ev lotikek pîroz e û divê rayedarên Herêma Kurdistanê brayên xwe yên Êzdî ji bîr nekin, li wan xwedî derkevin.

Lê mijar ne ev e, kek Mesrûr di serdana xwe de gotinek sosret û kesanedî bi kar anî. Wek ku Êzdî ne Kurd bin û miletekî cuda bin axivî û rûn li ser nanê kesên ku dibêjin „Êzdî ne Kurd in“ kir.

Mesrûrê me di axavtina xwe de çi got?

Got: „Êzdî û Kurd birayên hev in„.

Halla hallaaaa û ya siphan allah!

Çima qey Êzdî ne Kurd in ku tu dibêjî Êzdî û Kurd brayên hev in kek Mesrûr? Yan tu jî Êzdîyan wek miletekî cuda û ne Kurd dibînî ezbenî?

Îcar Êzdî û Kurd brayên hev in çi gotin e canekem?

Helbet brayên hev in, lê her du jî Kurd in, ji hev ne cuda ne. Ol cuda ye, qeymîyetî cuda ye heyran..

Werhasil,

Serokwezîrê me yê germik û nermik di berdewamîya axavtina xwe de got: „Êzdîtî yek ji olên resen ên Kurdistanê ye. Divê em tiştekî bikin ku Êzdîyên ji Şengalê hatine koçberkirin, bi serbilindî û bi rûmet vegerin warê xwe û hêz û ewlekarîya xwe bi dest bixin“ filan û bêvan.

Aha ev gotin gotinên xweş û di cîh de ne. Êzdîtî yek ji olên resen ên Kurdistanê ye. Amenna.
Lê ku tu bêjî Êzdî û Kurd brayên hev in, nabe. Êzdîyan wek milet û pêkhateyek cuda nebîne, ew Kurd bi xwe ne û tu sax..

Duhok

About The Author