HSD lotika xwe taloq kir

Bavê Cengo

Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (heçê nizanibe wê bê qey Sûrîye navenda demokrasîyê ye)biryar dabû ku di 11ê Hezîranê de hilbijartinên herêmî li dar xe û bide lotikên demokratîk. Lê lotikên Tirkîye, Amerîka û ENKS yên antîdemokratîk hişt ku HSD li biryar û lotika xwe poşman bibe û hilbijartinê bitexirîne, bavêje wextekî ne diyar.

Dewleta Romê gef û zirtên êrîşa Rojava li HSD kiribû. Amerîka li dij derketibû û gotibû şert û mercên hilbijartinê tunene. ENKS jî li dij derketibû û gotibû ev hilbijartin bi kêrî Kurdan nayê û pê de çûbû. Li hember van gef û zirtên antîdemokratîk, HSD jî serê xwe tewand û mecbûr ma ku hilbijartinê taloq bike.

Erê dinyayê…

Ji berê de gotine „Zor gîzerê radike“.

Carna gav û lotikên rast jî raserî nerastîyê tên û meriv mecbûr dimîne ku serê xwe li ser Xelo û Celo xwar bike. Şert û şirûtên herêmî û cîhanê gelek caran hefsarê meriv dijdîne û gepa meriv di qirika meriv de dihêle.

Xwedê kerîm û rehîm e heval, meraqan mekin.

Îro nebû sibê, îsal nebû salek din. Sebir dermanê herî baş e wesselam…

Qamişlo

About The Author