Heger ne fen e, ev çi dar û ben e


Siyaset hunerek e, hunera bidestxistina encaman e. Li hember dijberên xwe car heye meriv derewan dike, car heye meriv taktîk dike û çivan dide xwe. Lê gava te derew li bingeha xwe, li heval û alîgirên xwe kir, aha ev nabe siyaset, dibe xapandin, dibe henekpêkirin.

Hevseroka Partîya DEMê (ku bi xwe ji Xetayê ye, Ereb e, Seroka Jinûveavakirina Partîya Sosyalîst e û tenê 442 endamên partîya wê hene, îro bûye yan kî kirine seroka Kurdên Bakur û bi qedera wan dilîze. Ango, ji wan qeyûmên ku bi paraşûtê daketine û bûne hevserokên Kurdan, yek jê jî ew e. Çep û Kemalîstên ku civaka Tirk wan qebûl nake û nikarin bibin muxtarê gundekî, bi xêra Kurdan dibin wekîl û dibin serok.

Axir..

Xaltîka me Tulay Hatîmogullari bi minasebeta qeyûm û siyaseta AKP û MHPli Colemêrgê preskonferansek da û çend lotikên siyasî avêtin.

Xaltîka me çi got:

Got: „Divê Tirkîye demildest hilbijartinên pêşwext bike“.

Te go hilbijartinên pêşwext?

Xaltî can, em heyran, tu ji min û ji herkesî baştir dizanî ku dema 30 wekîlên meclîsê îstîfa bikin û terka meclîsê bikin, otomatîkî hilbijartina pêşwext tê rojevê û li gor zagonê divê di demek nêz de hilbijartin çêbibe.

Tu doza hilbijartinek pêşwext dikî?

Aha de kerem bikin, 57 wekîlên we hene, hema 30 wekîlên xwe bidin îstîfakirin û herin hilbijartinek pêşwext keçko. Ma zehmet e, na welleh!

Bi şeş telaqên jinberdanê, ne hûn hilbijartinek pêşwext dixwazin, û ne jî hûn li dijî siyaseta AKP û MHP ne. Hûn her du-sê alî jî bi vê siyaseta bi şêwir û mişêwir Kurdên reben dixapînin û hûn sax….

Mêrdîn

About The Author