Pişo Mihemed
Qehwexaneya PÎNE bûye cîhê pînekirinê. Hema çek, cil û berg û kincên kê biqete xwe li Pîne Cafêê digire û kincên xwe pîne dike.
Di Roja Netewî ya Swêdê de komek Kurdên Swêdê jî xwe li Pîne girtin û silavek dan hazira. Koma Kurdên Swêdê cil û bergên xwe yên qetiyayî bi xwe re anîn Pînexaneyê, hem çay û qehweya xwe vexwarin û hem jî kincên xwe pîne kirin û ji mesrefek mezin xelas bûn. Ji ber li Swêdê pînekirina kincan buha ye, hatin li Amedê kincên xwe pîne kirin. Yanî hem ziyaret û hem tîcaret ha..
Ê de hûn bi xêr hatine Amedê gurçikno.
Heger carek din we serdana Pîne Cafêê kir, kincên cîran û mîranên xwe jî bînin pîne bikin, ji bîr nekin…
Amed
Kûçik goştê kûçik naxwe
Heger here serî gavek pîroz e
ÎHSAN NÛRÎ PAŞA (1893-1976)