Xaltîka me Salîha di devê wan de rît

Wekîla Partîya DEMê xaltîka me Salîha Aydenîz di meclîsa Romê de lotikek qerase avêt û piçekî av li kela dilê me kir.

Xaltîka me Salîha, sala par jî destê xwe li masê xistibû û gotibû “ bi şeş telaqên mêrberdanê emê derîyê Îmralîyê bişkînin û dawî li tecrîtê bînin“ û em anîbûn xaleyanê.

Axir…

Salîhaka me di meclîsa Romê de derket ser kursîyê, di derbarê şaredarê Colemêrgê û danîna qeyûm de berê xwe da Romîyan û got: “ Qebraxno, hûn li Kurdistanê dagîrker in û li hember Kurdan siyaseta dagîrkerîyê dimeşînin. Emê vê tire ji we re nehêlin. Em gelê xwe vedixwînin berxwedanê“ û pê de çû.

Kela dilê xaltîka me Salîha bi van gotinan sar nebû, dîsa pê de çû û got: “ Yanî hûn difikirin ku hûnê ji Uşakê (bajarekî Tirkiyê ye) bên û hûnê çiya û kevirên Colemêrgê biguherînin ha? Wey tiiiiiirrrrrrr li bin dûvê we!“ û a dilê xwe got.

Werhasilî kelam kezebno, xaltîka me Salîha Aydenîz bi gotina „Hûn li Kurdistanê dagîrker in“ piçekî be jî dilê me rehet û hesta me xurt kir. Lê wê Kurd rabin berxwedanê yan wê morîka xewê têxin guhê xwe, ez wê nizanim…

Her bijî xaltîkê…

Silav û gulav..

Sêrt

About The Author