Adil Duran

Xalê Cindo

Bavê Ronahî

Daxilin kuzular

Lezgîn Þêxo

Xaltîka Xezalê

 

Bavê Welat     

Çar gurên har

 

Xançepeklî Mihê

Petêx

 

Mîrza Yildiz

Xilasker PKK

Qado Þêrîn

Nivîskarê Derewçîn

 

Dr.Cino Astare

Kurd û Rexne

 

                     

        Hindik û rindik.....           Magazîna % 100 Kurdî... 

Arþîv                                 info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com            

Çelengê dinyayê

22/06/06-Fûtbolcîyê taximê Brezîlyayê Ronaldîno di hevpeyvîna bi kovara “Rund” re dibêje “ez xortekî pir çelengim, kes wek min xweþik û lihevhatî tune. Meselen diranên min saxlemin û jixwe herkes ji diranên min dihesidin. Erê ez ne mankenim lê ez xwe wek zilamê herî xweþik û lihevhatî dibînim” û filan bêvan. Erê erê! Beq jî carna diçe ber mirêkê (eynik-neynik) û dibêje “de ka bêje mirêka delal, ma ji min xweþiktir hene?” û xwe bi xweþikbûna xwe þa dike. Îcar ev jî mîster Ronaldîno ye. Halbûkî heçê wî bibîne wê verþe û mehekê xwarinê nexwe..Ax pere ax! Tu keran jî dikî hesp!

Elî nehat hewarê

22/06/06- Wek me berê jî gotibû, Ahmedînejad ji fûtbolcîyên xwe re gotibû “binerin, hema þûtan bavêjin, gava we þût avêtin jî bêjin “Ya Elî, ya Hesen, ya Hisên” û hûnê ji sedî sed zora kafiran bibin”. Rebenê lîztikvanan jî wek wî kirin lê çi fêde ne Elî bi hewara wan ve hat, ne Hesen û ne Hisên. Kafirên Ewrûpî qûn li taximê Îranê qetandin û tir li wan kirin fis..De oxirbe axayê Ahmed...

Kîdman ji kîsî me çû

21/06/06- Lîztikvana navdar û nîvseksî Nîcole Kîdman eþkere kir ku ewê bi stranbêj Keîth Urban re bizewice û serê xwe girêde. Li ser vê, me ji xanim Kîdman pirsî “tu bi qedrê navê xwe kî tê rastîyê bêjî, te heta niha çend mêr kirine?” Ew hinekî ponijî (fikirî) anî bîra xwe û got “heger ez qîza bavê xwe bim û tiþtê tê bîra min, ez dibêjim sedî derbas nake, ma sed mêr zêdene?” Baþe tu çima bi Kurdekî re nezewicî? “yabo ma ezê bi kê re bicewiciyama heyran? Ji stranbêjan Þivan Herûwer bêbiryar bû, jixwe Ciwan Haco ketibû xefka Hulya Avþarê, wekî din lîztikvan jî ji nav Kurdan derneketine ku ez bi wan re bizewiciyama! Ma Bahman Gobadî lîztikvanên baþ derdixe? Yan wê flîmên xwe li ser beqan û yan jî li ser hespan çêke. Ma bila ez di mala bavê xwe de bimama heyran?”

Kera bi xîret

 

21/06/06- Li Geverê conkera (dehþik) kerekê dimre yan jî bi fîþengên eskerên Tirk þehîd dikeve. Kera reben kezeba wê li ser dehþika wê diþewite û tam sê rojan li ser serê dehþika xwe hêsran dibarîne. Xwedîyê kerê Mujdat Orpegen dibêje “yabo min kera wilo bi namûs û xîret nedît, ev tam sê rojin li ser cendekê dehþika xwe sekinîye û digrî”.  Yaaa! Hûn kera bi xîret dibînin newilo! Bawerkin kerên me ji însanên me bi xîrettir bûne. Însanên me hewqasî bêhest û dilsar bûne ku êdî nema karin li ser zarokên xwe jî bigrîn...Bijî kerên bi namûs!

Dadwerî ne serbixwe ye

21/06/06- Berpirsiyarê 56 hezar parêzer (avukat) û Serokê Yekîtîya baroyên Tirkiyê Ozdemîr Ozok di derbarê serbixwebûna dadwerîya Tirkiyê de dibêje „bi tirba bavê min li Tirkiyê dadwerî ne serbixwe ye, hema heçê radibe tiliya xwe tê radike û bûye wek çaroxê“. Ohoo! Kalkê me jî zane ku dadwerîya Tirkiyê ne serbixwe ye kardaþ! Esil hûn bi 56 hezar parêzerî dakevin meydana þer û generalên xwe þermezar bikin hemþerim! Ma bi tirtir û çirçirê ye! De hûn mêr bin ji generalan re dakevin meydanê!

Ê Alman Alî Baran da ber lotikan

20/06/06-Hunermendê me Alî Baran ji xwe re bi bisiklêt seyranê dike. Hema ji nijkê ve yekî Alman bi trimbêla xwe tê û wî dide ber lotikên Almanî, parsûyê wî diþkîne, milê (çeng) wî difikîne û bisiklêtê wî parçe parçe dike. Ji xwe bisiklêtekî wî hebû ew jî xurde bû. Derbasbûyî be heyran! Baþ bû ku têlên dengê te neqetiyane keko..Allahwekîl ku têlên dengê te biqetiyana malkambaxîya mezin ew bû haa..Kurd bê hunermend diman tu zanî...

Jin jî karin bifirin

20/06/06- Hûn zanin, Rûs pir hesûd û çavnebarin. Hema ji herkesî dihesidin. Niha jî ji 007 James Bondê Ingilîzan hesidîne û biryar dane ku ew jî ajanên navdar û xurt ji xwe re çêkin. Dewleta Rûs ev erk daye artîsta bi navê Anastasîa Zavorotnuk. Wê ji îro û pêde Anastasîa bibe „Ajan 90“ û dinyayê fetih bike, dijminên Rûsyayê di flîmên xwe de ji holê rake. Anastasîa dibêje „bi serê Pûtîn, ezê tirê ji Ingilîzan û 007 James Bondê wan berdim, hûnê di nêzîk de dengê lotikên min bibihîzin!“ Dibêjin derhênerên Kurd jî niyeta xwe xirakirine û dixwazin bi rêberîya „Kodnav Viyan“ a Lokman Polat flîmekî bi navê „00 jin jî karin bifirin“ bikþînin. De xwedê xêr bike…

 

Xwedê çavê feqîrîyê kor bike

 

20/06/06- Li gor rojnama Times of India, li Hindîstanê her ku diçe mêzîna navbera jin û mêran xirab dibe. Jiber ku li Hindîstanê feqîrî zêde ye, û di zewaca jin ê mêran de malbata keç û jinê qelen didin malbata xort û zilêm, Hindî berî ku çêbibin zaroka keç jiber jinê dikin (kurtaj dikin) û nahêlin keç çêbibin. Ev jî dibe sedem ku hejmara jinan li Hindîstanê kêm bibe. Îcar çi dibe? Wek li eyaleta Gucaratê, zilamên feqîr û hejar îcar mecbûr dimînin ku jinên xwe bi kirê bifroþin dewlemendan û pê îdare û debara malbata xwe bikin. Yanî; feqîrî wan mecbûrî firotina jinên xwe dike. Çi rûreþî û sosreta mirovatiyêye newisa!? Ya rebbî! Tu ahê feqîran ji zaliman re nehêle û hew...Lê berê ahê Kurdan ji dijminên wan re nehêle û piþtre dorê bide ên din...

 

Fahîþeyên Ahmedînejad

19/06/06- Hûn zanin li welatê ku hiþkî û zagonên tund lê hene zinêkarî û heramî pirtir lê tên kirin? Ev rastîyeke..Kîjan welatê ku millet lê hêsîre, li wî welatî tiþtên heramîyê cazib tên dîtin. Meselem welatê Îran û zagonên Ahmedînejad. Jin û keçên ku bi roj li kolan û kûçeyên Tehranê bi çarþefên reþ digerin, bi þev dikevin qulên otêlan, xwe difroþin û zinê dikin. Tara (25) û Nergiz (28) du jinên ji wan xwefiroþane. Tara ji rojnamevanekî re dibêje „me herduwan jî zanîngeh qedandîye lê meaþê (mehane) me têra me nake. Em jî bi þev tên xwe difroþin, têra xwe zinê dikin û perakî baþ qezenc dikin, çima na!“ Yaa! Mîster Ahmedînejad! Berî ku tu çekên kîmyewî çêkî, here li binê wan çarþefên reþ binere bê ka derpî li wan hene yan na! Yan li bêrîkên wan binere heger ne tije kondom û kîsik bin!

Ev tam layiqî Tirka ye

19/06/06- De werin mala xwe xiranekin û ji qewmê Tirk aciz nebin! Li bajarê Zonguldakê dê û bavek Tirk keça xweya 17 salî (B.A) bi peran difroþin zilaman û bazirganîya jinfirotinê dikin. Bav Hayrî A û dê Nurtan A li ser gazindên cîranan tên girtin û keça wan li wan mikur tê. Keçikê bi destûra dê û bavê xwe heta niha bi 12 zilaman re zinê kiriye. De werin îcar vî qewmê xwînheram têxin þûna mirovan û  bi wan bawer bibin! Hema bi Îsa û Muhammed heçê ku bêje „em û Tirk brayên hevin“ ciyê wan cehnemeye û ewê di êgir de biçiqçiqin….

Çilê havînê û xîdor

 

18/06/06-Sazîya Werzîþîya Culemêrgê îsal di nîvê çila havînê de, li zozanên Berçelan di bilindahîya 3600 mitroyan de yekemîn mihrîcana li ser befrê hulisînê (xîdor - þemitîn ) lidarxist . Ji 64 hevrikên beryekdanê,  (musebeqevan ) 8 jê jin bûn. Ev jibo Culemêrgîyan pêþketinek girînge . Em wek Lotikxanê hemî karmendên Mihrîcana Berçelanê pîroz dikin, hîvîdarin wê ev mihrîcan salên bên jî domdarbin. Kurdino! Jibo hênîkbûnê  bes herin Antalya û Îzmîrê. Perê xwe nedin Tirkên titoviro, lê bidin Culemêrgiyên xwe. Herin Berçelan , Zat û Golan ê. Nav Nêrgiz, Sosin, Alal û Gûlasernixîn  (Terslale ). Nav kevîyên befrê û di heman demê de çar demsalan bi hevre bibînin . De bila Ahûra Mazda li gel we be.

Serokê bi 55 dolarî

18/06/06- Rayedarên Çeçenîstanê ragihandin ku wan bi 55 dolarî serokê îsyankarên Çeçenên oldar kujtiye û kujtina wî li ser aborîya wan nebûye barekî giran. Dibêjin hevalekî wî jibo 55 dolarî serokê xwe Abdulhalîm Sadulayev daye dest û gotiye “oxxxx, ez dewlemend bûm, ma 55 dolar diqedin bavo!” Yaa! Ê xelkê bi 25 milyon dolarî hevalê xwe Zirqawî dan dest û gotin “25 milyon hindike lê de neyse bila xatir be” lê ê Çeçen jî serokê xwe bi 55 dolarî firot. Aha Çeçenên ku Tirk xwe jibo wan didin kujtin ev qumaþin haa....

Rastîya Tirkiyê ev e

18/06/06-  Li Tirkiyê bajarê Adana, gundê Kaldirimê wê temamê gundîyan têkevin hepsê. Jiber ku gundî nikarin deynên koperatîfê bidin ew mecbûrin xelefa deynên xwe bi ketina hepsê vegerînin. Aha rastîya Tirkiyê eve haa! Heger rayedarên Yekîtîya Ewrûpayê vê mijarê tenê têxin rojeva xwe ewê Tirk û Tirkiyê baþ binasin û doxînê ji wan bikin. De Tirk û dewleta xwe li hev..Ev heqe û hîna misteheq jî maye..Ma go gelê Tirk bixwe ne wek pez bûya heta niha ev rejîm li ser hikim dima? Ma Azîz Nesîn bilasebeb digot “ji sedî 80 ê gelê Tirk dîn e?” Na!

Xwedê xêra te qebûl bike

17/06/06- Çapemenîya Tirko dîsa xwe li erdê dixe, dike qareqar û dibêje “Osman Baydemîr pirtûkên Kurdî wek dîyarî li 3 hezar zarokan belav kir”. Xwedêgiravî Baydemîr jî gotiye “zarok pêþeroja me ne, emê xwe bighînin 50 hezar zarokî”. Wey xwedê xêra te qebûl bike serok Baydemîr! Lê xwe neghînin 50 hezar zarokî bi tenê, xwe bighînin 50 mîlyon Kurd û pirtûkên Kurdî li wan belav bikin ku em karibin qûþê li Tirkan bijdînin qurban! De yalla...

Dewletê muxtar dan ber xwe

17/06/07- Rayedarên dewleta Tirko muxtarên Kurd ên Colemêrgê bê meaþ, bê pere û birçî dihêle. Muxtarê Taxa Sumbul Rahmî Teskî dibêje ku ev sê mehin dewletê meaþ nedaye wî û hevalên wî ên muxtar. Rahmî gazindên xwe dike û dixwaze ku rayedar xwedî li wan derkevin. Heyran bi telaqê jinberdanê heger perê Lotikxanê hebûna, meyê li ser ser û çavê xwe meaþê we bidaya we. Lê bila mala feqîrîyê biþewite. Em dikin û nakin ku karibin çend bîdonên pertolê ji bîrên Kerkûkê bidizin û pê dewlemend bibin, em nikarin yabo! Colemêrgîno! Li muxtarên xwe xwedî derkevin, wan muhtacî Tirko û Virqo nekin heyran....

Artêþê zilamê xwe berda

17/06/06- Ayhan Parlakê ku wek serokê çeteya Atabeyler tê naskirin û tiliya wî di êrîþa Sazîya Þêwirmendîya Dewletê de hebû, serbest hat berdan. Êêêê! Tabî canim, ma gunikreþ hene ku karibin ji artêþa Tirk û zilamê wê re bibêjin sîya te xware!? Artêþa Tirko xiyarê xwe li ser serê herkesî dihejîne, wey li wî ê ku nexe xwe.....

3 mîlyon Mehmet, 10 mîlyon Satilmiþ..

16/06/06- Li gor Midurê Karê Hemwelatiya Tirkiyê radigihîne, li Tirkiyê (ên zindî) 1 milyon 537 hezar û 458 kesên bi navê “Mehmet” hene. Piþtre bi 1 mîlyon 195 hezar û 232 kesan “Mustafa”, piþtre “Fatma”, “Ahmet”, “Alî” “Huseyîn” û wekî din tên. Lê helbet Midurê Karê Hemwelatiya Tirkiyê rastîyê vediþêre û newêre belgeyan eþkere bike. Sîxurê me ê li Ankarayê (X) ew belgeyên veþartî bidestxistin û got  “ ji sedî 75ê Tirkan navê wan “Satilmiþ” “Durmuþ” “Basilmiþ” “Tecavuzcu” “Bindirilmiþ” “ Hirsiz” û “Sikilkiþ” e. Lê ew vê rastîyê vediþêrin” Yanî, heger hûn wan navên îslamî jê derêxin, yekî bi namûs di nava wan de namîne haa...

Ertugrul Sahtekok

16/06/06- Nivîskarê rojnama Hurrîyetê, þêwirmendê dewleta kûr Ertugrul Sahtekok dîsa zimandirêjî kir û dev avêt Kurdan û bi xwe de mîzt. Gerçî jê re ferq nake, bi xwe de dirî jî û dimîze jî, çawa be doxîna wî jê dikeve û êdî bûye berdîberdan.Sahtekok dibêje“Cînayetên Toreyê pirsgirêka Kurdistanê (Guneydogu) ye, ne a Tirkiyê ye”. Yanî ew dixwaze bêje ku Kurd hemi cahil, paþverû û mêrkuj in.Lê Sahtekokê xwînheram û koçerê Balkanê jibîr dike ku Tirkên wek wî bîjî herroj dest tavêjin keçên 10-11 salî, namûsa xelkê diherimînin, zarokan dikujin û Atavirkê wan di kerxana Selanîkê de hatiye dinyayê...Em bêjin Kurd jibo namûsa xwe cînayetên toreyê dikin (rast-nerast ew tiþtekî din e). Baþe hûn çi dikin? Hûn jî xwe di bin kerê de tavêjin erdê û qantirên mîna te çêdibin! Yalla virqo! Tu kê dixapînî.....

Serî zinêkar binî zinêkar

16/06/06- Li Stanbolê efserekî Tirk bi paya (yuzbaþi) dest avêt namûsa keçikek 11 salî û Tirkbûna xwe eþkere kir. Keçika 11 salî a bi navê S.Z li mehkemê efser B.A naskir û ew da dest. Dadwera jin ji zinêkar re 41 sal ceze dixwaze. Ne em dibêjin bi Tirkan bawer nebin, nanê wan li ser kaba wan e, dîsa jî xelk li ,e guhdarî nake û dikeve tor Tirkên xwînheram...Ji me gotin! Bi serê Atatirkê Selanîkî, heger hûn li Lotikxanê guhdarî nekin ewê namûs bibe beqdûnis û hûnê nema karibin li doxîna xwe xwedî derkevin....

Horîya xewn û xeyalan

15/06/06- Li gor lêkolîna kovara zilaman Esquîre, zilamên Amerîî di xwarina êvarî de dixwazin van jinan li kêleka xwe bibînin û bi wan re xwarinê bixwin. Julîa Roberts, Jennîfer Anîston, Jessîca Sîmpson û Wezîra Derve a Amerîkayê Condoleezza Rice. Lêkolîn bi 1803 zilaman re hat kirin. Birastî Lotikxanê jî dixwest rojekê Condoleezza Rice dawetî xwarinê bike û li ser maseyekê pîyanên (tasên) dew li bin guhê hev xin. Lê mixabin me ji Serok Bush newêrîbû û ewî destûr neda me ku em wezîra wî derêxin xwarinê. Ma rojên xwedê neqediyanê, helbet rojekê emê wê di qorzîkekê de bigrin....

Hiqûqzanê herî mezin qûnde derket

15/06/06- Heyran bi xwedê em ne ji ber xwe ve derdixin haa! Ew li xwe mikur tên û xwe dixin devê Lotikxanê, ma sûcê me ye qey!Hiqûqzanê Îspanyayê ê herî mezin û navdar Fernando Grande-Marlaska li xwe mikur hat û got “min heta niha veþart, lê bi serê Îsa û Mûsa ez qûnde me û ez bi hevalê xwe ê zilam re zewicî me”. Marlaska di kovara El Paîs de dibêje “di roja ku hikûmeta sosyalîst zagona (qanûna) zewaca qûndeyan derêxist, ez jî bi dizî zewicîm û min kurmê xwe þikenand”. Ê de yabo xwedê xêr bike û hûn li ber dilê hev þîrîntir bibin rebbî..Emir emrê xwedê ye û qûn qûna te ye, tu dixwazî bide û tu dixwazî bifroþe, ma ji me re çi!

 

Ma ew jî jine!

 

14/06/06-Ma ew jî jine! Na welle!Çav ji çavên wê xezalê, ez kujtim wê bejn û balê, Awir ji tîra kevanê, dev û lêv hingivê malê. Ma ew jî jine! Erê welle! Por ji rengê zêr xemilî, sîng û ber xweþ dikemilî, zend û bend berfa zozana, dilê min pê disekinî. Ma ew jî jine! Erê bavooo!!! Sofî Xelef

Daûm jî li Tirkan rastkir

14/06/06- Teknîk dîrektorê berê ê taximê Fenerbahçeyê Chrîstoph Daûm piþtî ku dev ji taximê Tirkan berda, çavê xwe girt û devê xwe vekir. Daûm di hevpeyvînek televizyona Almanî de (N24) got “di derbarê welatparêzîyê de pêþketinên li Almanyayê ji Tirkiyê çêtire. Li Almanya bi awirek rexnegîrî li mijara netewî tê nerîn, lê li Tirkiyê ev dibe fanatîzm. Li Tirkiyê hinek bûyer çêbûn ku bawerîya min a di derbarê Tirkiyê de þikest”. Yaaa! Herr Daûm! Heta meriv Tirkan nasneke, bi wan re nexwe û venexwe meriv wan nasnake newisa!? Em bawerin Tirkan hewqasî lotikên xirab li te dane ku heta kêr gihaye hestî û te ew naskirine..Ew jî baþe pismam, meriv ji nîvê rê jî vegere baþe...

 

Xalifê Zerqawî kifþ bû

 

14/06/06-Rêxistina Serbir û Terorîstên Iraqê El Kaîde di malperek înternetê de xalifê Zerqawî eþkere kir û got "Konseya Þûra bi yekdengî Þêx Ebû Hamza El Muhacir El Lotikxane kiriye xalifê Zerqawî û ji îro û pêve wê Þêx Muhacir El Lotikxane serê însana jêke". De xwedê xêra wî qebûl neke, serê wî jêke û çavekî wî derêxe...

ETA bêriya lotikan kiriye

22/06/06- Rêxistina Serxwebûna Herêma Baskê ETA bi belavokekê bala hikûmeta Îspanî kiþand û got “êdî kêr giha hestî. Dev ji çîrokan berdin û gavên berbiçav bavêjin. Na geher gûn gavan navêjin emê dîsa dest bi lotikan bikin”. Xuyaye ETAyê dîsa ji xwe re fîþek peydekirine û dibîne ku tû xêr ji teslîmîyetê dernakeve. Çawa ku hikûmeta Erdogan bi hinek gotinên nermik Kurdan dixapîne, her wilo hikûmeta Îspanî jî heman þêweyê xapandinê bikartîne û dixwaze ETAyê qûnek bike. Jixwe endamekî ETAyê ji me re got “kuro lao piþtî em teslîm bûn namûs bi me re nema ha! Em bûn wek golika nav garanê wey, heçê tê û tiliyekê tavêje me” û poþmanîya xwe tînin zimên. De aqûbet li Kurdên me be jî...

Polîsên Tirk jinên xwe firotin

22/06/06- Li Tirkiyê bajarê Izmîrê grûpek polîsên Tirk girt ser grûpek zinêkar û qiyametek (gellek) jinên Rûs, Bulgar û Romanî di ser zinê de girtin. Lê hûn zanin bê rêber û serokên wan zinêkaran kî bûn? 4 polîsên Tirk! Ev jî ne bes bû, îcar dibêjin van polîsan keç û jinên xwe jî bi wesîqa fermî difrotin û pêþkêþî xiyarên xelkê dikirin. Em bi xwe ecêbmayî neman. Lê çapemenîya Tirko dibêje “way beee! Allahima kîtabima namûs elden gîttî” û dibêjin qey tirrekan xwedî namûsin. Dola Selanîkê ne bavê min, dola selanîkê!...Ji wan re ha namûs ha beqdûnis ma ferq çiye!

Mirad Ciwan bi Zinarê Xamo jî veda!

 21/06/06 Stockholm- Li gora ku heval-ajanên Lotikxanê radighînin, þevê din seet li derdora duduyan, dema ku Zinarê Xamo ji aliyê mala nivîskarê maoyî Jan Guillou ve ber bi mala qrêl ve diçe, li xezeba Miradê ku di demekê de serokê zir rêxistina DDKDê bû û niha jî bûye derhêner û berhênerê malperkekê, rast tê. Neyse piþtî ku Mirad qiyametê bi Zinêr de tîne û tiþtik miþtikên wî hemiyan ji malperka xwe diavêje, me ji bo Þefîk Oncu ji mêrnasên Lotikxanê pirsî bê ka Mirad wê kengî li wî jî biteqîne. Wek tê zanîn, gava ku Mirêd bi Enwer Karahan ve danîbû, ji devê Lotikxanê derketibû ku Zinar û Þefîk jî birê de ne. Îcar li gora mêrnasên Lotikxanê, ji ber ku Zinar ê rojên qewamê ye û Þefîk jî carekê bi Zinêr re fîravîn xwariye, dibe ku ji wî hinekî di wî de geriyabe û çirûskên DDKDê jê herin. De ya allah û ya sebir....

 

Rastîyek ji Duhokê

Xortên Duhokê ji mizgeftan derdikevin diçin hemamê!

Mam Hacîk- Duhok/21/06/06- Li van demên dawîyê tevaya xelkê bajarê Duhokê,bi taybetî genc, bîst û çiwar seetan li mizgeftan dimînin. Jibo zanîna sedema vê yekê em çûn mizgefta Mela Mistefa li Duhokê. Li dawiya nimêja roja Îmê, her kesî di dilê xwe de dua dikirin. Me xwest em bizanin, ka xelk çi dua dikin. Me xwe nêzîkî gencekî kir ku bi dengekî nizim digot: "Ya rebbî ewê kengî 1000 rojên mayî ji hukmê waliyê nû temam bin, da em lotikekê li wî jî xin!!". Me ji wî gencî re got: " Yahooo...Waliyê berê bi pereyekî kêm, tiþtên baþ ji we re çêkirin, lê dîsa we lotikek lêxist û we dengê xwe da vî. Niha jî hûn dixwazin lotikekê li vî jî xin.. ev çi bela we Duhokiyan e?". Wî gencî got: “Mam Hacîk, em gilî nakin ku vî walî avahî çênekirine, yan cadeyê bajêr qîr nekirine, yan proje danemezrandine, tenê em dixwazin ew kuþtina jinan rawestîne, yahoooo.. em ditirsin jin di bajêr de nemînin û em bimînin azib û rewþa me jî her wusa bimîne. Em ji mizgeftan derdikevin diçin hemamê!”... Xwedê alîkarê xortên Duhokê be, ev çi belaye hatiye serê wan!?

Atatirk dîktator bû

21/06/06- Kevnebalyozê Amerîka ê Ankarayê û Misteþarê Karûbarên Sîyasî ê Wezareta Paraztina Amerîkayê  Erîc Edelman, di civînekê de got “ez zanim bê çend mû bi qûna Atatirk ve bûn, ewî bi navê azadîyê namûsa azadîyê tanî pênc qirûþan û dîktatorekî zinêkar bû”. Li ser van gotinên wî çapemenîya Tirkekan ecêbmayî dimînin û dibêjin “halla halla, ev çi lotik bû gidî!” Allahwekîl lotikên mîster Edelman jî tam lotikin ha, wek fîþekên keleþkofa ne!!De xwedê xêra Edelman di deftera xwe de binivîse...

Di Islamê de reforma…!

 20/06/06 Baku- Wezîrê dewleta Tirkiyê Abdullah Gul, li Bakuyê di Konferansa Islamparêzan de li ser ku êdî di Islamê de jî divê hin reform pêk bên, bêyî ku reforman bi nav bike rawestiya. Îcar li gora islamravêjên Lotikxaneyê, heger qesda wezîr a reforman wekheviya jin û mêran be, li Tirkiyê ji xwe ji zû de ew wekhevî pêk hatiye. Mesele çawa ku her derê Tirkiyê tije kerxane û qehpik bûne, wilo jî tije kerxanecî û qeprax  bûne. Ji sedî sed qesda Wezîr ew e ku Meke û Medîneyê jî bike wek Tepecîkê û Karakoyê!

 

Þîrîn Amêdî dixwaze lotikekê li Fazil Mîranî bide!

 

 

 20/06/06- Di hevpeyvînekê de ji bo rojnameya Hewlêr Post, xanim Þîrîn Amêdî Sekretera Giþtî ya Yekîtiya Afretên Kurdistanê, gilîyan ji partiyan dike û dibêje: Partiyên Kurdistanî sûdê ji dirûþma “mafên afretan” dibînin. Herwusa dibêje “eger partî mafê me nedin me, ezê zextê bixim ser partiya xwe”. Li dawiya hevpeyvînê jî dibêje “ez dixwazim bibim Sekretera (PDK) baþûr”. Sekreterê PDK baþûr Fazil Mîranî ye. Xuyaye Þîrîn xanim dixwaze Lotikekê li Fazil Mîranî bide û wî totlanî (serûbin) hev bike! Ê heyran bi xwedê mafê Þîrîn Xanim jî heye ma bi derewa ye! Bihêlin bila jinên Kurd jî bibin sekreter û serok heyran! Ma bilasebeb gotine “þêr þêre çi jine çi mêre!” De haydê, serketin Þîrîn xanim....

 

Yalçin Kûçik dîsa reya

 

20/06/06- Profesorê Tirk, destebrakê sexte, berdevkê dewleta Tirk Yalçin Kûçik di bernameya televizyonekê de dîsa reya (kire ewte ewt) û êrîþî malbata Barzanîyan kir. Kûçik dibêje “divê eyaleta Mûsilê (Kurdistana baþûr) têkeve nav sînorên Tirkiyê, ev qewîtîya (wesîyet) Atatirke. Bi wendakirina Mûsilê re emê Diyarbekirê jî wenda bikin” û filan û bêvan. Kûçik di reyîna xwe de dibêje “ di þerê li hember Barzanî de divê em Kurdên xwe (bakur) bigrin ba xwe, heger em li wan xwedî dernekevin wê hinek din wan bikarbînin” û aqil dide dewleta xwe. Ji aliyê din Mîhrî Bellî yê sosyal faþîstê Tirk jî berî demekê derketibû Roj tv û Kurdistana azad û malbata Barzanî dabû ber top û tifingên dewleta Tirko.. Ev, nîþana serketin û riya rast a malbata Barzanî dide xuyakirin û xuyaye Tirk ji vê rastiyê dibeicin û bi penceþêrê dikevin..Ya allah ya xwedê! Xwedê malbata Barzanî ji serê Kurdan kêmneke rebbî....

 

Kî dibê cîran alîkarîya Iraqê nakin?

 

19/06/06- Wezîrê Derve ê Iraqa Federal Hoþyar Zebarî li New Yorkê ragihand ku „dewletên cîranên Iraqê alîkarîya Iraqê nakin“ û gazind kir. Ê yabo bi telaq neraste! Ma çawa dewletên cîranên Iraqê alîkarîya Iraqê nakin xwedê jê razî! Ma kî alîkarîya terorîstên Iraqê dike? Dewletên cîran! Kî çek û bombeyan dide El-Kaîdeyê? Dewletên cîran! Kî serê xelkê dide jêkirin? Dewletên cîran! Kî serxwebûna Kurdistanê qebûl nake? Dewletên cîran! Kî Kurdistanê bombebaran dike? Dîsa dewletên cîran! Wîjdan lazime wîjdan, bi xwedê dewletên cîran alîkarîya Iraqê dikin hem jî heta bi ber….

 

Namûs kirin beqdûnis

 

19/06/06- Wezîrê Dewleta Tirkiyê Kurþad Tuzmen û Wezîra Delegeyên Bazirganîya Derve a Fransayê Chrîstîne Lagarde bi hevre ketin deryayê (behrê) û xwe helal kirin. Dibêjin herdu wezîran di nava xwe de gotine „tu xêr ji sîyasetê dernakeve, a baþ em ji xwe re masîyan bigrin çêtire“ û xwe bera binê avê dane. Tiþtê balkêþ eve ku wezîrek nêr û yek mê ye ( mêr û jin). Ma gelo hûn dibêjin ewê tenê masîyan bigrin? Wezîrê partîyek îslamî û wezîrek kafir bi hevre dikevin behrê!? Xuyaye Kurþad Tuzmen hem xelkê û hem jî dixwaze xwedê bixapîne..Welhasil, neciwamêr namûs kir beqdûnis wesselam……..

Me te li jor jî dît û li jêr jî efendî!

18/06/06- Serokê Partîya SHP (Partîya Sosyan Demokrat) Mûrad Karayalçin jibo rayên Kurdan bistîne dîsa dest bi derewan kir û çirand û dirand. Karayalçinê ku di dema desthilatdarîya xwe a hikûmetê de bi qasî misqalekê xêr neda Kurdan, îro jibo hilnijartinên pêþ rayan ji Kurdan dixwaze, derewan dike û dibêje “bi quran, incîl û tewratê ji me pêve kes nbikare pirsgirêka Kurd çareser bike, ji xwe qey behsa partiyên Kurd nekin, bi qiweta xwedê emê mesela Kurd bi yek al, yek dewlet û yek millet û yek ziman çareser bikin” û çîrokan dibêje dibilîne.. Hûn zanin bê tiþtê xirab û sosreta herî mezin çiye gelî xwendevanan? Sosret û rûreþî eve ku hîna jî sîyasetmedar û partiyên me bi Akyalçin, Karayalçin û Karaoglanan dixapin û dixwazin di partiyên wan de yan bibin wekîl û yan jî bi van nîjadperestan re hevkarîyê çêkin! Ya xwedayê mezin! Gava te aqil belav kir Kurd li ku bûn???

"Roja Bavan" pîroz û mîroz be!

18/06/06- Îro Roja Bavan e. Yanî divê zarokên Kurd ji bavê xwe re yan pakêtek cixara Marlboro yan jî Coca Colayekê bikirin û roja bavê xwe pîroz bikin. Xwendevanekî me dibêje “heyran bi xwedê em hîna maneya roja bavan nizanin lo, ev çi roje îcar!” û dixwaze em pê bidin fêmkirin. Heyran, qurban! Di 1910an de li Waþîngtona Amerîkayê zilamê bi navê William Smart, di anîna zaroka 6, de xanima xwe wenda dike, xanima wî di ber halê xwe de dimre. Piþtî mirina jinikê William sûnd dixwe ku êdî nezewice û herþeþ zarokên xwe xwedî bike. Lawê wî John Bruce Dodd, jibo vê fedekarîya bavê xwe dixwaze jê re rojek taybet dîyarî bike û fikra “Roja Bavan” avêt holê. Ji wê rojê û bi vir de li seranserê cîhanê Roja Bavan tê pîrozkirin. Me ji xwendevanekî xwe ê 10 salî pirsî “kuro tê ji bavê xwe re çi bistînî kundir?” Ewî got “ê mane perê min nînin, bavê min dibêje “ez jinekê dixwazim” û ez jî nikarim xwesteka wî bînim cîh”. Welhasil, Roja Bavan pîroz be û emrê wan dirêj be....

Nikarin bi "gen" ê dibezin DHKP-C

18/06/06- Niha li Tirkiyê bajarê Çorûmê nexweþîya devlêkirina gen ê (gen piranî bi heywanan re peyda dibe) derketiye û heta niha sê kes pê mirine. Hekîm û Baytarên Tirk dikin û nakin nikarin dermanekî ji vê nexweþîya devlêkirina genê re bibînin. Îcar çi dikin? Wek mesela “nikarin bi kerê dibezin kurtên” li wan hatiye. Serokê Konseya Yekîtîya Hekîmên Veterînerên Tirk Dr. Mustafa Altuntaþ ji çapemenîyê re dibêje “ kuro ez ne ji piþta bavê xwe bim, sedema vê nexweþîyê rêxistina terorîst DHKP-C ye loo!Em jiber tirsa vê rêxistina terorîst nikarin derkevin zozanan û qirra van genan bînin. Yanî gen û terorîst bi hevre dixebitin û dijminatîya me dikin”. Îcar go Doktorên Tirkan wisa biaqil bin ewê feqîr û nezanên wan çawa bin gelo!?

Sayin Sawci li generalan qeliband

17/06/06- Di dîroka Tirkiyê de ev cara yekê ye ku Dozgerek (Sawcî) radibe dewlet û generalên xwe rexne dike û tiliya xwe dixe çavên wan. Dozgerê Komarê ê nehîya Bayindir a bajarê Izmîrê Gultekîn Avci kujtina xwe daye ber çavê xwe û pirtûkek nivîsandiye. Di pirtûkê de rexneyên giran li dewleta kûr, artêþa Tirk û sîyaseta wan dike û dibêje “welatê me komarek eskerî ye, emê tucarî nikaribin bi çavdêrî û pêþniyazên artêþê demokrasîyê bînin Tirkiyê”. Gultekin Avci ji Sûsûrlûkê bigrin heta bi Þemzînanê, êrîþa li ser Daniþtayê, dewleta kûr û gellek mijarên zîz anîne zimên û piþtgirîyê dide Dozgerê Wanê. Avci dibêje “ez zanim min jiyana xwe avêtiye xeterê, lê ez mecbûrim rastiyê bêjim” û tiliya xwe dixe çavê artêþa Tirk. Baþe baþe, doh Dozgerê Wanê tilî avêt bin qûna General Yaþar Buyukanit, îro jî Gultekîn Avci bazdide ser generalan. Xuyaye ev elametên xêrê ne...Her bijî mîster Gultekîn Avci!  

Mizgînîyek

 

Qado Þêrîn

17/06/06-Do piþtî nîvro Joseph Blatter serokê FIFA telefonî min kir, negot tu çawayî, yekser got: mizgîniya min li te. Behetî min pirsî: xêre kuro Joseph çi heye dîsa?, na bêje tê mizgîniya min çi bide di dûv re ezê bêjim, min got: bi soza zilamên berê ezê ji te re taximek þal û þapik bikirim, ji bo kurd xwe bi cilên te bibînin. Serokê FIFA got: hîna civîna FIFA bi dawî nebûye, lê biryar hate standin ko di sala 2026an de Cupa Cîhanê li Kurdistanê bê li darxistin. Yekser gotina Quçonîkê ya ji Footbolê pir hez dike hate bîra min, ewa ko tim dibêje: ko carekê ji caran Kupa Cîhanê li Kurdistanê çê bibe dê lîska pêþî di navbera Kurdistan û Brazîl debe û bi dîtina min dê lîska dawî(finale) jî di navbera Kurdistan û Brazîl debe û Kurdistan dê zora Brazîl bibe 5-0, îca min jê pirsî û got: Quçonîkê îca çima û ji bo çi ew 30 tîmên din dê bi hev re bilîzin?, bila Kurdistan û Berazîl li ser Kupa Cîhanê bilîzin û hew.  De ji niha de xwe amade bikin û bilêtan bikirin, hîn erzanin.

Gotinên Erdo wek gotinên Eyþika Ereb in

17/06/06- Serokwezîrê Tirko Erdogan dibêje “muzakere rawestin bila rawestin” û zirtên xwe li rayedarên Yekîtîya Ewrûpayê dike. Li ser vê gotina wî, serokê niha ê YE ê Wolfgang Schussel ji Lotikxanê re got “kuro gotinên Erdo wek gotinên Eyþika Erebin haa! Ev zilamekî çerqoberqo ye bavo, geh li defê dixe û geh li zirnê dixe, eynî qereçîye qereçî!” Mîster Schussel! Bi xwedê hûn jî zanin û em jî zanin ku Tirko qereçî ne, þorbecî ne û heramî ne..Lê xuyaye hûnê jibo Qibrisê Kurdan bikin qurbana van qereçî û heramîyan!

Kerametên dewleta Tirko

17/06/06- Li Tirkiyê bajarê Zonguldakê Îlhakî Ak ê qurbeser jiber nasnama xwe þeþ carî ket hepsê û cara heftemîn jî bi rê deye. Îlhamî Ak nasnama xwe wenda dike û hinek li ser navê wî sextekarîyê dikin û ev jî li Îlhamî Ak dibe bar û guneh. Çi cara ku derdikeve pêþberî dozger, dozger dibêje “aha! Raste, ev îmze ne a te ye, here tu serbestî” û tê berdan. Lê piþtî demakê cardin polîs tên wî digrin û dixin hepsê. Malbata rebenê Îlhamî jiber vê nasnamê perîþan bûye û ji ber canê xwe dane kerambira. Dibêjin Îlhamî bi dizî ji hevalekî xwe re gotiye “kuro xwezî ez bibûma kafir û nebûma Tirk! Heger ku dewleta me bazde ser zarokên xwe emê çawa bibin însan looo!” Heyran bi xwedê gotinên te ji sedîsed rastin û em bi re te bay Îlhamî....Xwezî em jî ne di bin destê Tirkan de bûna û bila em hêsîrên miþk û pisîkan bûna...

Tirê, El muwettiyûnê dide El ekradiyûnên Binxetê!

 16/06/06 Þam- Li gora ku peyamnerê me radigihîne, cîgira Biþar Tiro El Atar Tirê, doh li Þamê bi çend serokên partiyên kurdên Binxetê re, bi sebeba ku hevwelatiya Sûriyê bide 500 hezar mezar kurdî civiya. Di dawiya civînê de hat ragihandin ku misilmanê mezin Biþar El Eshed, di demeke kurt de kare hevwelatiyê bide El ekradan. Yanî wek ku mirov bibêje “minafiq”. Ereb peyva El ekrad bi hesabê “minafiq”, bi kar tînin.Wek tê zanîn, di sala 1962an de, birêvebirên Sûriyê bi pêkanîna qanûneke tam misilmanî, kurdên Binxetê ”El edû, El muþrîk” bi nav kiribûn û ji wê rojê û hetanî roja îro bi hesabê ker, kûçik û tajiyan bi wan re dan û stendin. Îcar hema bila Xwedayê kafiran qudretê hîn bêhtir bide ”kafirên emerîkî” û hew!     

Erê dinyayê!

 

16/06/06- Erê dinyayê! Dibêjin rojekê Osê (Osman) li gund li ber tifika êgir, li alîyê çepê rûniþtiye û ji xwe re mitalan dike (difikire). Adinî rojê îcar diçe alîyê rastê ê tifikê, piþtî fikar û pojnê xwe bi xwe dibêje “erê erê! Dinya çiqasî biçûke, ez þevê din li wî alîyê tifikê bûn, îro li vî alîyê tifikê me!” Îcar ev jî mesela me ye. Erê erê! Berê Ingilîzan û balafirên wan RAF Kurd û Kurdistan bombebaran dikirin û xwîna bi hezaran Kurdan dirêtin. Lê îro  “cîh û rewþa tifikê” hatîye guhertin û em Kurd 80 salîya Banû Elîzabeth pîroz dikin..Erê erê! Dinya çiqasî biçûke loo!

Herdu ji hev heznakin

16/06/06- Li gor lêkolîna “Navenda Lêkolînên Pew” a li Waþîngtonê, milletê ku herî ji Amerîkanîyan neznakin Tirk in. Li gor lêkolînê ji sedî 100 ê Tirkan ji Amerîkanîyan heznakin, ji sedî 40 ê wan piþtgiriya Hamasê dikin û ji sedî 60 ê wan jî naxwazin ku Îran bibe xwedîyê çekên kîmyewî. Ji alîyê din li Amerîkayê þîrketa lêkolînê a bi navê “Lotikxane Company” di derbarê Tirkan de anketek çêkiriye û di anketê de ji Amerîkanîyan tê pirsîn: You love Turkey? Anket bi 10 hezar kesî re hatiye kirin û ev 10 hezar kes jî bi yekdengî dibêjin “yes yes, we love Turkey, because we love Turkey meat!” Yanî; “erê erê, em ji Tirkan hezdikin, jiber ku em ji goþtê Tirkan hezdikin”. Jiber ku bi Ingilîzî Turkey navê “welatê elokan”e, Amerîkî bawerin ku Tirk elokin û ewê goþtê wan bixwin. De haydê noþîcan be, têr bixwin û têr vexwin......

Çawa bi riya kurt dibî milyoner?

 

Dr.Cino Astare

16/06/06-Çawa Þoreþkerên berê dikarin xwe "Bi Riya KURD"  bikin milyoner? Ev pirs neha pir zelal û hêsan e. Ji bo vê tu "þoreþgerekî" berê bî bes e û pir e jî. Tu Tirk bî yan Kurd, qet ferq na ke.Tenê bêrawestan li ser vî karî bigere û serî li daîreyên fermî yên Swêdî, Almanî û Frensî bixe.Tu ji bo Kurdan pere bixwazî û Tirk bî, awantaja te hê zêdetir e. Her wisan jî tu bibêjî ezê kitêbxaneya herî ewilîn ji Kurdan ra damezirînim, tu garantî dibî milyoner. Ji bo vî karî, tu dikarî wek N. Qulopulo bikî. Çawa? Welê: Ji Amedê were Stockholmê.Ji bo rûniþtina siyasî werbigirî, pêþî pir baþ dibe, eger tu zarokê xwe ta rûniþtina te derkeve bidî ber zarokxaneya Kurdî. Roja ku rûniþtina te derket, hema yekser zarokên xwe ji zarokxneya Kurdan bibe li zarokxaneya Tirkî qeyd bike. Paþê jî çend jinên Swêdî yên pîr bi xwe re bibe Tirkiyê û safarî bike. Ji Kurdan re jî bibêje, ez fedekariyê ji Kurdan ra dikim, Kurdistanê bi wan didim naskirin. Tu xelatek jî naxwazim. Tenê heftê her roj kebaba û xwarina restoranta dixwazim.Ji Swêdiyên we nas nekin, berdewam vê bibêjin, ku ez siyasî me û ez nikarm herim Tirkiyê.Agahdariyek gîrîng: eger ji bo karê kitêbxana Kurdî perê ku hatin, ê ku ji xwe ne ewle be ûbitirse ku hesabê peran wê werin xwestin, wê gavê van pereyan bixin ser hesabê zarokên xwe.

Ciwangayê Kurd Tirkek perçiqand

15/06/06- Li Tirkiyê bajarê Rîzeya Lazan hersal mîhrîcana (festîval)  bi navê Mîhrîcana Çand û Xwezayê çêdibe. Di mîhrîcanê de ga û ciwangayan bera hev didin û xelatekê didin xwedîyê gê. Berî mîhrîcanê bi çend rojan yekî Laz diçe bajarekî Kurdistanê û ji xwe re ciwangayekî xurt dikire û tê mala xwe. Roja mîhrîcanê ga û ciwangayan bera hev didin û þer dertpêdike. Ciwangeyê Kurd jî acize, hatiye nav Lazan û li xerîbîyê bêriya Kurdistanê dike. Ciwangayê me radibe di þer de poþekê Kurdewarî li xwediyê xwe dixe û wî totlanî hev dike, parsûyên wî diþkîne û direve, koçber û nebedî (wenda) dibe. Me wek xebatkarên Lotikxanê seferberîya dîtina vî ciwangayê qehreman destpêkiriye. Bi xêr gava me ew dît emê xelata zêr a Lotikxanê pê vekin…

PDK-Bakur û PWD bûn kirîvên hev

14/06/06- Îro PDK-Bakur û PWD li Hewlêrê hatin ba hev û protokola kirîvantiyê îmze kirin. Em hîna baþ nizanin bê kî di dawa kê de hatiye sunnetkirin, lê sîxurê me dibêje " civîn bê xwînrijandin derbas bûye û kirîvantîya xwe mohr kirine". Em wek Lotikxane protokola wan pîroz dikin, serketina wan dixwazin û dibêjin "bila protokol li ser kaxezê nemîne. Heger hûn dixwazin birastî  bibin alternatîf û xizmetekê ji gelê xwe re bikin, divê yek armanca we tenê hebe. Ew jî eve: Xebat! Xebat! û dîsa Xebat!" De yalla herne pêþ!

Eînsteîn lotik li herkesî da

 

14/06/06- Dehayê herî mezin ê dinyayê pismamê me Albert Eînsteîn lotik li mejiyê herkesî da  û wek Lotikxanê zora herkesî bir. Derket holê ku mejiyê Eînsteîn ji mejiyê piranîya mirovan cudaye û di rêzbûna malzarên (hucre) mejîyê wî de ferq û cudabûnek heye. Lêkolînerên berê bawerbûn ku di mejiyê Eînsteîn de malzarên zêde hene û jiber vê jî serê wî pir dixebitî û zîrek bû. Lê lêkolînerên Amerîkî û Arjantînî di vê lêkolîna xwe a nû de derxistin holê ku mejiyê Eînsteîn ji mejiyê mirovekî normal mezintire û malzarên mejiyê wî cuda rêz bûne. Yaaa! Me jî meraq dikir gelo çima pismamê me Eînsteîn hevqasî zîrek bû û lotik li hemi kesî dixist! Êêê, ji nîjadê Arî ye canim..Ma ne pismamê me ye qey! Helbet wê serê wî bixebitîya...Lê em nizanin çima serê me Kurdan naxebite û em dijminatîya xwe û qewmê xwe dikin!? 

Dîplomatê zinêkar

 

14/06/06- Kuro ev însan çiqasî ji eyarê xwe derketine û qûnek bûne loo! Binerin bê dîplomatê Rûs Valerîn Fomîn li Kanadayê çi kiriye. Dîplomatê Rûs Valerîn Fomîn ê 53 salî, li paytextê Kanada Ottowayê du xortan dawetî mala xwe dike, hebên xewê dixe nav eraqa wan û bazdide ser herdu xortan, namûsa wan diherimîne. Niha ev bûyera rûreþîyê di navbera herdu dewletan de bûye (Rûsya-Kanada) bûye sosretek (skandal) mezin û kes nema zane bê wê bi çi awayî namûsa wan herdu xortan bê paqijkirin. Balzoyxana Rûsyayê jibo ku xwe rûspî derêxa dibêje “bi serê Lenînê go em nadin bi malê dinyayê ev xefika mafyayê ye”. Heyran hûn herdu dewlet çawa namûsa xwe paqij dikin bikin, lê bi serê xwendevanên Lotikxanê bawerî bi Rûsan nabe û doxînsist û zinêkarên herî qirase ew in....

 

Ha wilo hûn jî hinekî serê hev bixwin! 

13/06/06 Flistîn- Peyamnerê me Mûhemmed Ehmed Ebdullah radigihîne. Ji roja ku cemaeta El Hemasê pê li cemaeta El Fetîhê kir û hikûmeteke tam islamî afirand, di navbera herdu cemaetan de þer û pevçûneke sistovistî derketibû û wilo hatibû. Lê hefteyeke ku ew þer êdî hêdî bi hêdî diþide û înþelleh wê tam jî biþide. Du roj berê endamên El Hemasê li Rafahê girtin ser buroyeke El Fetîhê û endamên El Fetîhê jî doh girtin ser parlamentoyê û bi pevçûnê qûn li hev qetandin. Di pevçûnên wan de dudu hatin kuþtin û bi dehan jî kes birîndar bûn. Û îro jî dîsa li Ramallahê herdu cemaet ji hev re derketine meydanan. Îcar siyasetgerên Lotikxanê jî van pevçûnên filistîniyên ku di demekê de pêþmerge û kufletên wan dikuþtin, li fêda temamê insaniyetê dibînin û ji peydûkên El Yasel Erefatê ku piþtî karesta Helepçeyê bi Seddam re derketibû televizyonê, þûr xistibû destê wî û digot ”Betlil ereb ya Seddam!...”, domkirina vî þerî insanî daxwaz dikin.

 zilma dewleta Tirk de ne, Tirkan bi hezaran bav û kalên me kujtine, lê em wek vê keçikê nikarin heyfa bav û kalên xwe hilînin û wek peppûkan sertewandî digerin. Birastî em sertewandî nagerin haa! Em ji xwe fedî nakin wesselam!

Bavê wê jî wesîqe stendibû

22/06/06- Wezîra Dewletê Nîmet Çûbûkçû li gor paþnavê xwe dilive, birastî jî tam wek darik û qirç û pûþ e. Xanima serêxwexwarî radibe heqaretê li zarokên Kurd dike û di derbarê zarokên wendabûyî ên Amedê de dibêje “bavê hinek zarokan wesîqe ji me stendine da ku keçên xwe di lotikxanan de bixebitînin û bifroþin”. Yanî maneya vê gotinê çiye hûn zanin? Maneya vê eve ku Kurd keçên xwe difroþin û xîret bi wan re tune. Ey heramzadeya ku kes nizane bê bezê binguhê bavê wê ji ku ye! Çeteyên dewleta we zarokên me direvînin, wan mecbûrî her xirabî û heramîyê dikin, û piþtre jî hûn heqaretên nedîtî li vî milletê bêçare dikin newilo! Kî wesîqan ji zarokên xwe re derdixin? Lotikxanê da dû koka dêlegur Nîmet xanimkê. Ew koçberên Balkanane û bi ser de di xortanîya xwe de di kerxanê de xebitiye û wek Atavirqoyê xwe heçê hatiye û di ser re derbas bûye. Me sûretê wê ji kerxana Ankarayê bidestxist û em pêþkêþî lotikvanên xwe dikin...

 

Incîla Kurdî

 

 21/06/06- Mala xwedê ava xwedê Resûl Yildirim bike zava! Resûl Yildirimê Muezzîn, di 1987an de tê Almanya û dibe Mesîhî. Piþtre jiber ku dê û bavê wî ji Kurdî pêve nizanin bi tu zimanê din, radibe Incîlê di nava 14 salan de werdigerîne Kurdî û bi navê “Peymana Nû” dide çapkirin. Dibêjin ev Incîla Kurdî li Kurdistanê wek mewîj û dendikê þebeþan tên firotin. Resûl Yildirim hewl dide ku Tewrat û Zebûrê jî wergerîne Kurdî û xizmetê ji zimanê Kurdî re bike. Çapemenîya Tirkekan dîsa vedirþin û dibêjin “aha, mîsyonerên Kurd dixwazin Tirkiyê parçe bikin” û dilerizin. De xwedê, Muhemmed, Îsa, Mûsa, Zerduþt û Papa alîkarê Resûl Yildirim bin. Lê em nizanin fêde di Mesîhbûnê de heye yan na..Me zanîba perakî baþ têde heye emê jî bibûna Mesîhî bavo! Ma dinya ne hurrîyete? Ê bixwaze wê li defê xe û ê bixwaze wê li zirne û bilûrê xe... Resûlê me jî li Incîlê xist... 

Bidin dû zarokan

 

21/06/06- Serokê Dewleta Rûsyayê Viladîmîr Pûtîn di preskonferansekê de bal kiþand ser kêmbûna nifûsa Rûsyayê û got “lao jibo xwedê bazdin ser hev. Nifûsa welatê me di ciyê xwe de rawestiyaye û zêde nabe. Heger wilo biçe di dawîya sedsala 21. de wê hejmara me dakeve nîvî”. Pûtîn herweha soz da xelkê û got “bi sê telaqên jinberdanê heçê ku hersal zarokek Rûs bîne dinyayê, ezê salê 10 þûþe votka û 10 pakêt cixareyên sexte bidim wan. De ya allah û ya Lenîn!” Ji xwe vê votkayê hûn xesandine brakoooo....

Tirkên þîzofren

21/06/06- Endamê komisyona Ewrûpayê Ollî rehn dibêje „her çiqasî li Tirkiyê hinek gavên erênî (pozîtîf) hatibin avêtin jî, lê di mijara azadîya fikr û ramanê de hîna þîzofrenî heye“. Yanî dixwaze bêje „her çiqasî Tirkan bêdilî xwe hinek reformên lotikvanî avêtibin jî, lê di mijara azadîya fikr û ramanê de zîtirkan nadin xwe û Tirkekan þîzofren in (dîn-þêt)“. Kuro ma þîzofren û hew! Bi wan re Þîzofren heye, mîgren heye, sînozît heye, apandîsît heye, êþa mirîþka heye, penceþêr heye û neînsanetî jî heye…

Zarokên xwedê

20/06/06- Birastî me digot qey ji Lotikxanê mêrtir û wêrektir kesek tune. Lê ciwamêrê Dozger Gultekîn Avci ji me wêrektir derket û generalên dewleta xwe dan ber lotikên ker û hespan. Xuyaye Dozgerê Tirk Gultekîn Avci canê xwe xistine nav diranên xwe, kefenê xwe hazir kiriye û bi kêr û xincerên soranî dibeze ser generalên dewletê. Avci di hevpeyvînekê de dibêje „li Amerîkayê Dozgerên dewletê karin jibo bûyera Monîka Lewînskî þeþ seetan Bîl Clînton îfade bikin. Lê li cem me (Tirkiyê) „Zarokên Xwedê“ (general) hene û kesên ku destên xwe dirêjî wan dikin diþewitin“. Kuro hema her bijî loo! Bi xwedê tu Tirk bî jî gotina xweþ xweþe ma bi derewa ye! De bila Kemalîstên Tirk û Kurd bi qurbana te bin Savci beg….

Azerî û Tirk li hev diqelibînin

20/06/06- Hûn zanin ku malbata Haydar Alîyev, serokê Azerbaycanê bi eslê xwe Kurd in? Belê Kurd in. Jiber vê jî tucarî ava Tirkiyê û Azerbaycanê di beroþekê de nekeliyaye. Herçiqasî li ser masê ji hevre xweþ dikin, hevdu bi sabûnê masaj dikin jî, lê di binê masê de ji hev acizin û tirba hev dikolin. Binerin bê rojnamevanê Tirk Vedat Yenerer di nivîsa xwe de çi dibêje. Dibêje “ roj derbas nabin ku ji Azerbaycanê nûçeyên li dij Tirkiyê neyên guuhê me. Ji alîyekî Fethûllahçî li Azerbaycanê dijminatîya Atatirk dikin û ji alîyê din PKK jî wek Almanya bi rehetî propaganda xwe dikin. Ev dijminatî de dema Îlham Alîyev de jî dewam dikin. Kesên ku li pasaporta wan Tirk hatibin nivîsandin ji însên nayên hesab kirin û bêqîmetin. Azerîyên Azerbaycanê tucarî xwe wek Tirk qebûl nakin. Di hikûmeta Alîyev de ji Laçîn û Karabaxê Kurdên neteweperest pir in” û filan û bêvan..De ma xwedê û Þêx Evdilqadirê Geylanî! Hema kî dijminatîya dewleta Tirk bike ronîya çavên Lotikxanê ye....

 

Mem û Zîna Nisêbînî

 19/06/06- Mem û Zîn li Nisêbînê dubare bû û ji nû ve zîl da. Þemsettîn Akpinarê Nisêbînî piþtî vegera seyranê qeze dike, brîndar dibe û dikeve komayê. Wî radikin nexweþxana bajarê Mêrdînê. Xanima wî Zarîfe Akpinar dibihîze ku mêrê wê miriye. Hema ew jî ji qehran re radibe dermanê cilþûþtinê û qutîyek hebên serêþê vedixwe û xwe dikuje, diçe ber dilovanîya xwedê. Hûn dibînin bê evîna rasteqîn çawaye newilo! Îcar evîna Tirkan çawaye hûn zanin? Roja ku mêrê jinika Tirk dimire, eynî rojê xwe dixemilîne, diçe Lotikxanê, ji xwe re mêrekî nû dibîne û kêfa xwe dike. Tew jinika Tirk dibêje „oxxx, ez ji mêrik xilasbûm, êdî dinya ji min re çerq û berqe“ û dinya jêre dibe wek meydana hespê serberdayî. Bila rehma xwedê li Zarîfe xanima bi xîret be û xwedê þîfayê bide Þemsettînê ku hîna jî di nexweþxana  Mêrdînê de ye.

Xalis muxlis Tirk

 

19/06/06- De werin li kerametên Tirkan binerin, kumê xwe deynin ber xwe û bifikirin. Li bajarê Konyayê (li Tirkiyê wek bajarê sembola misilmantîyê tê zanîn) jina bi navê Songul V (27 salî) parsekîyê dike û bi peran xwe difroþe zilaman. Heta niha 3 zarokên bîjî anîne û zaroka çaremîn jî tîne dinyayê, di yekmehîya wê de zarokê bi saxî dixe binê erdê û dixwaze wê bikuje. Bi alîkarîya cîranan zarok ji mirinê xilas dibe û bi ser de dadgeha bajêr jî jinikê serbest berdide. Belkî niha hinek xwendevan bêjin “yaho ma zarokên bîjî bi serê Lotikxanê ketiye bavo?” Na bi serê we! Bi serê me neketîye..Lê jibîr nekin ku Atavirqo jî bîjîyê kerxana Selanîkê bû haaa! We dît bê çi anî serê me Kurdan newilo!

 

Dêrikî bûn xwedî nexweþxane

18/06/06- Dewleta Tirk hewqasî ji Dêrikîyan hezdikir ku ev 60-70 salin ew bê nexweþxane hiþtibûn. Dewletê digot “ma ji xwe Dêrikî nexweþ nakevin, emê çima mesrefekê mezin li Dêrikê bikin û aborîya xwe têkbibin!” Welhasil, di sala 1993-94an de xêrxwazek bi xêra xwe erdê xwe dibexþîne û avakirina nexweþxanê destpêdike. De çavên Dêrikîyan ruhnî be...Belkî rojek ji rojan Lotikxane jî bê li nexweþxana Dêrikê tedawî bibe ma kî zane!

Hozan rabûn wek mozan

 

18/06/06- Dibêjin li piþt sahna Roj TV . hinek hunermendan li ser Lotikxanê kûlîs kirine. Hinek (em nav nadin) ji wan zêde ji Lotikxanê aciz bûne û gotine “Lotikxane keviran tavêje kêleka me”. Dibêjin nemaze li ser nîvîsa Zelal Ekîncî a ku di bin navê “Hozan Fîyasko” de hatibû nivîsandin, gelek kerbên hinek hunermendan vekiriye. Ezîzên min! Her nivîskar berpirsîyarê nivîsa xwe ye. Heger pirsgirêkek di navbera nivîskar û hinek hunermendan de hebin, bihêlin bila ew wek du Kurdên medenî biaxivin û bêyî ku dilê hev bihêlin li hev bên. Bi serê we, Lotikxane dijminatîya tukesekî nake, em rexne û dijminatîyê zanin ji hev cuda dikin. Rexneyên me rexneyên dostanî û çêker in. Lê heger rastî tehl be û li zora hinekan biçe ew jî ne sûcê me ye, ev bêþensîya me Kurda ye. Welhasilîkelam, xwedê kerîm û rehîme, helbet emê rojekê biaqil bibin...

Kûçikên me li ser hesabê xelkê diewtin

18/06/06- Cembelî/Koln- Li bajarê Koln a Almanya, taxa Porzê, 24. salvegera ROJA ÇANDÊ hat pîrozkirin. Hersal di vê rojê de, ji hemî miletên li Porzê dimînin, pêþangeha libasan ( kinc- cil ) ya xwarin û vexwarinê, mûzîk û govendên xwe pêþberî kesên amade dikin. Komkar jî hersal di vê pîrozkirinê de cîh digire û me Kurdan rûspî dike. Lê tiþtê ecêb eve ku çend Kurdên QIBRAX di bin ala Tirko de li ser navê Tirkan dikevin vê pêþangehê. Ev bûn 24 salin ev Qibrax, wî gûyî dixwin. Em çibikin, hestîyên me nînin ku em bavêjin ber wan da biverojin (bikevêjin).  Lewma jî ev  „kûçikên me li ser hisabê xelkê diewtin“. Ji berê de gotine „çavê li derîya xwelî li serîya“. Îcar, kesê ku bi kêrî gel û welatê xwe neyê bi kêrî Tirkan jî nayê..Xwedê bela xwe bide xwefiroþ û tirþikçîyan..

Hevbendî û Pirbendî hatin ba hev

17/06/06- Dibêjin Þandeya (Heyeta) Kurd a Rêxistina Hevbendî li Strasbûrgê bi Serokê Komîsyona Hevbeþ ê Tirkiyê û Ewrûpa Joost Lagendîk re hatine ba hev û bi hevre qehwe vexwarine. Di hevdîtinê de Serokê Hevbendî Dr. Musa Kaval, Bayram Ayaz û çend kezebþewityên din beþdar bûne. Heyeta Kurd ji rayedarên Ewrûpî re pirsa Kurdî bi derzîyê vekirine û ferqa derzî û þûjinê yeko yeko îspat kirine. Dibêjin Joost Lagendîk jî gotiye “halla halla! Yabo bi telaq min nizanîbû ku ferqek mezin di navbera derzî û þûjinê de heye haa! Hema jina min ji min berdayî be ezê ji îro û pêde bi derzî û þûjinê herim ser Tirkan û pirsa Kurd hûrik hûrik bikolim!” De xwedê û pêxember li piþta dostên Kurdan bin....

 

Qîmetê teslîmîyetê nîne

17/06/06- Serokê Koma Komelên Kurdistan Murat Karayilan di hevpeyvîna xwe a bi ANF re gotinên xweþ û aqilane dibêje. Bila destê wî û devê wî sax bin. Karayilan bi dûdirêjî li ser rewþa niha û êrîþên dewleta Tirk radiweste û li dij daxwaza teslîmîyetê derdikeve. Karayilan dibêje “hinek alî daxwaze çekberdanê û teslîmîyetê li me dikin. Heger di þertên îro de gerîlla bê þert û þirûd dev ji çek berde ma çi dimîne? Ma prestîjek gerîlla dimîne? Kî qîmetê dide teslîmîyetçîyan? Li tu cîyekî dinyayê teslîmîyeta ramanek sîyasî qedr û qîmet nedîtiye” û wekî din. Heyran bi xwedê bê þert û þûrt em jî bi van gotinên te re ne..Berxwedan jîyane, ha li hepsê, ha li çiyê û ha li berîyê..Ya allah ya xwedê! Herne pêþ.....

Profesorê ne profesor

17/06/06- Rektorê Zanîngeha Marmarayê Prof.Dr.Tunc Eremê ku niha teqawît bûye, berî demekê di konferansek xwe de gotibû “ kesên ku ji Atatirk heznekin Tirkbûna wan deynin alîyekî di çavên me de ne însanin jî”. Hûn Profesorên Tirko dibînin newisa!? Hûn zanin bê maneya vê gotina hezret çiye? Yanî ew dibêje “heçê ku ji kerxana Selanîkê û ji bîjîyên jê çêbûyî heznekin ne însanin û qedrê Atavirqo nizanin”. An jî bi gotina gundîkî “heçê ne qûnde bin bi qedrê Atavirqo nizanin” haa!

El Zirqawî çû El Virqawî hat!

 

 

16/06/06 Libnan- Peyamnerê Lotikxaneyê Mûhemmed Ehmed Ebdellah radigihîne:

Doh seet li derdora yazdehê þevê li kolanên Bêrûdê hevalbendên El Zirqawî, di derbarê hezretê xwe ê nuh û taktîkên þerê ji îro pê de, sê belavok belav kirin. Di belavokan de hatiye destnîþan kirin ku bi þehadeta Ebû Mûsa El Zirqawî re, Þêx Ebû Mûhemmed Ibnî Hemze El Virqawî bûye hezret. Di belavokan de a herî balkêþ ew e ku rêza pêþî bi Eûzûbillahî mînel emerîkiyon ew ingilîziyûn dest pê kiriye.Îcar li gora ulemaên Lotikxaneyê jî gava ku hizbullahan dev ji þeytanê Xwedê û pêximber “Eûzûbillahî mînel Þeytanilrecîm”  berdabin û emerîkî û ingilîzî wek asas þeytan zikir kiribin, wê þerê hizbullahan pir dijwar bibe! El selewaaaat! El tekbîrrrrr! De, de gidî!

 

Bangek ji unîversîteya Hewlêrê!

 

16/06/06- Profesorên soranekanên ku zaravê kurmancî wek zarê sikakê bi xwendekar û xwendevanên soranekanan dane nas kirin, li mamosteyên ku li unîversîteya Hewlêrê bi ingilîzî derzê bidin, digerin. Gelo kurmancekî ku tam bi ingilîzî zanibe û carcarê li tuwaletên unîversîteyê bi kurmancî bipeyive jî kare serî li profesorekanan bide? Em wek zir cahilî kurmanc, li bendî bersiva zir zanayî soranekan in!Li ser navê mamosteyên kurmancan Kurmanco Amed

Li Çînê jî roja qiyametê nêzîk bû

 

16/06/06- Ev jî elameta roja qiyameta Çînê ye. Heta niha li Çînê nehatiye dîtin ku jinek wê 5 zarokan li ser hev bîne. Jiber ku Çînî kinik û jar in, wan pir pir karîbû nîvzarok yan zarokekê bînin dinyayê. Lê li bajarê Songyuanê xanim Qîao Yubo ev adet serûbinê hev kir û xelk xist nava qelaqê. Xelk bawer dike ku ev elametên qiyametê ne û ji niha de ji xwe re þikeft û qul û qulêran digerin. De haydê, Mao Zedung alîkarê wê be.....

Mehmetçîan di vê carê de jî qûn li kuro miroyan qetandin!

 

 

15/06/06 Buruksel- Di civîna ku di duwazdehê vê mehê de Konseya Yekitiya Ewrupayê bi hikûmeta mehmetçîkan re kiribû, mehmetçîk serketî derketin. Ewrupiyên ku doza kurdî di ber Qibrisê û hemû daxwazên xwe de li himberî tirkan wek qoz bi kar dianîn, di dawiyê de rêya danûstendinê ji tirkan re vekirin. Ji Konseyê hat ragihandin ku tirk, di 35 xalên bikaranîna demokrasiya ewrupî de pir li pêþ çûne. Û bi þertê ku heger Konsey doza mafên kurdan li wan neke, ew ê ji ewrupiyan jî pêþtir biçin. Di wan xalan de ji bilî tiþtik miþtikên kurdên xerabe, hemû tiþt hene. Îcar êdî serbest e ku li Tirkiyê nêr û nêr û mê û mê di sikaka ku diçe mizgeftê re bazdin ser hev; jina lezbiyen û mêrê homoseksuel wek zir dê û zir bav êdî ji xwe re karin zarokan bi xwedî bikin; kûçik li teniþta hezretî imam kare rûne û gelek tiþtên wilo insanî! De me jî heq kiriye lo, heger çend qûndeyên me jî mina qûndeyên mehmetçîkan li wan deran ji Konseyê çend kes berdana ser xwe û yan jî ew bazdana ser çend kesên ji Konseyê, bi telaqa wê ew demokrasî ji me re jî bi kar hatibaya! Heyran li vê dinyayê, ya divê mirov bazde ser hinan û yan jî divê hin bazdin ser mirov, weh!

Walî ji Duhokê reviya

14/06/06- Waliyê Duhokê Temer Remezan jiber germê dev ji jin û zarokên xwe berda û reviya Ewrûpayê. Niha ew xwe li ber barana Almanyayê hênik dike û bêbiryare ka ewê dîsa vegere Duhokê yan na. Hinek dibêjin "ew jibo karê hikûmetê hatiye", hinek jî dibêjin "na bi serê te jibo temaþekirina fûtbolê hatiye". Welhasilîkelam, hemî dema havînê berpirsiyarên Kurdistanê nexweþ dikevin û ji Kurdistanê derdikevin. Dibêjin "emê biçin doktor". Lê îcar li ser bextê wan be, ew diçin doktor yan diçin ciyekî din xwedê zane...

Mam Kubat Talabanî

14/06/06- Kubat Talabanî kurê Mam Celal Talabanî ye û berpirsîyarê hikûmeta Kurdistanê ê Amerîkayê ye. Bixwe xortekî lihevhatî, zîrek, nermik û germike. Mam Kubat Talabanî di civînekê de behsa rewþa Kurdistanê û a PKK kir. Birastî wî tu gotinek xirab di derbarê PKK de negot û hetta di bin re ew parazt. Helbet ev helwestek baþe. Ji dijminatî û brakujîya Kurdan xirabtir tiþtek nîne. Baþ bin jî, xirab bin jî divê em karibin xwedî li hev derkevin û demokrasîya ku em ji xelkê re dixwazin, di nava xwe de jî pêk bînin. Lê rexnekirin tiþtekî dine haaa! Divê em tehamilî rexneyan jî bikin bê guman..

Welhasil, em sîyasetê deynin alîyekî. Lê birastî me tenê tiþtek meraq kir. Gelo Kubat jî wek bavê xwe Mam Celal Talabanî ji goþtê elokan hez dike yan na!?

Polîsên Yûnan li polîsên Tirk qeliband

14/06/06- Þaxên Yekîtîya Polîsên Navnetewî (IPA) yên bajarên Bursa û Selanîkê bi minasebeta dostanîyê maça fûtbolê (gokê) lidarxistin. Di maçê de polîsên Yûnanî 3 xol xistin polîsên Tirk û 2 xol jî xistin xwe. Polîsekî Yûnanî bêyî ku navê xwe eþkere bike ji Lotikxanê re got ”me sê qirase xistin polîsên Tirk. Lê mixabin wan bêbava jî du qirase xistin me lê xem nake, em dîsa li karê ne, me heyfa Kibrisê hilanî”. Kuro bi xwedê tu xêr ji we Yûnanîyên tirsonek dernakeve lo..We ji tirsa re Kibris teslîmî Tirkan kir û îcar hûnê bi tir û fisa heyfa Kibrisê hilînin newlo! Tew mala minê.......

Sosyalîsta herî seksî dibe serokkomar!

 

13/06/06 Frensa-  Kovara mêran FHMê ku li Frensayê bi milyonan xwendevanên wê hene, Segolene Royela tam sosyalîst, di nav sed jinên dinyayê ên seksî de jina herî seksî hilbijart. Royela 52 salî û diya 4 zarokan, di sala 20007an de wê li ser navê Partiya Sosyalîsta Frensayê ji bo serokkomariyê beþdarî hilbijaran bibe.Em wek malbata Lotikxanê bi hêviya ku sosyalîstên me ên mê jî mina Royela xanim, bi haweyekî dilê mêran bibijînin xwe û ji sosyalîsta herî mezin Royelayê re serketinê dixwazi

 

s© lotikxane 2006