Adil Duran

Çend bûyer ji Dersimê

Hemo Rûto

AhmetAltan,

þermokê bi tenê

Têmûrê Xelîl

Henek, laqirdî,pêkenîn

Lezgîn Þêxo

Smeîlê dîn-2

 

Lokman Polat

Xwelî li serê nivîskar be

 

Dilsotî

Lotikxane yan dînxane

Senar Þahîn

Mêranîya jinan û jinitîya mêran

Aso Elîka

Erdsêvk

 

 

 

                           

              Hindik û rindik.....           Magazîna % 100 Kurdî... 

Arþîv                                 info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com            

Peykerê pornoyê jî çêkirin!

Roda Rodî 04/08/06 Las Vegas- Pêkerê Jenna Jamesona ku li Emerîkayê û heya li temamê dinyayê jî di warê flîmên seksa pornoyî de bi serketî bû, li muzeya Madame Tussaud Las Vagasê hat danîn. Jenne li Las Vagasê di çarê nîsana sala 1974an hatibû dinyayê û li wî bajarî dest bi seksê kiribû.  Îcar bi rastî em lotikxaneyî jî mane heyirî, em nema zanin bê em ê weþaneke çawa di derbarê vê bêxwediya seksê de bikin. Li aliyekî mirovên Rohilata Navîn li ser seksê serê hev jê dikin û li aliyekî jî emerîkî û ewrupî li ser seksê xelatên herî mezin didin vî û wî tiþtê bi mirov ve!

Dewlet dixwaze li Muslum Gurses biqelibîne

Rojda Aydin-05/08/06- Stenbol-Stranbêjê Ruhayî ê arabeskê Muslum Gurses bû þûjina çavê dewletê. Midurîyeta Lêkolîna Malbat û Civakê a bi Serokwezaretê ve girêdayî Gurses xist lîsteya reþ û lêkolînek di derbarê wî û muzîka wî de da destpêkirin. Midurîyet dibêje, “civaka Tirk roj bi roj xerabtir dibe û têk diçe. Eroîncî, esrarcî, cilêtçî, mêrkuj, zinêkar, gûnde, femînîst û her þiklên jehr û ziqûmê bi pêþ dikeve û civaka Tirk dibe wek civaka pez û garanê. Ev jî hemi sûcê stranên arabest û bi taybet jî Muslum Gursesê esrarcî û cilêtçî ye” û lêkolîn da destpêkirin. Wek hûn zanin Muslum Gurses Ruhayî ye, Kurd e lê xwe wek Kurd nahesibîne. Lê bavê wî berî çend salan di rojnama Hurrîyetê de li ser pirsa “ma hûn jî Alewî ne” gotibû, “em ne Alewî ne, em Kurd kurê Kurdan e” û lotikek li rojnama Hurrîyetê xistibû. De îcar Xwedê alîkarê Muslum efendî be. Em di þûna wî de bin emê stranên arabesk ên wek “îsotên Ruhayê tûj” bistrên da ku civaka Tirk hemi bibin cilêtçî û yekî ji hev sax nehêlin...De haydê.....

Sîlîkon

Leyla Barîn-04/08/06- Wek hûn zanin sîlîkon jibo mezinkirina memikan tê bikaranîn û di dema îro de bûye wek modeyekê. Jinên ku ji biçûkbûna memikên xwe gazindarin û dikevin nav psîkolojîyek neyînî serî li mezinkirina wan dixin û bi xêra sîlîkonê ji wê psîkolojîyê xelas dibin. Ê helbet kêfa zilaman jî ji sîngên mezin re tê, nego nayê. Ev jî sedemek din e ku jin dixwazin sîng û memikên xwe mezin bikin. Îcar di lêkolînekê de derketiye holê ku ev sîlîkon di nava demê de dikarin bandorek neyînî (negatîf) li bedena jinê bikin û serê rehên damarên wan jihevde bixin. Pisporên Amerîkî balê dikþînin ku divê heta ji jinan bê sîlîkonê bikarneynin û nekevin psîkolojîya biçûkbûna memikên xwe. Pispor dibêjin, “sîlîkon çiqasî di bedenê de bimîne platînyûma ku di nava xwînê de ye hewqasî zêdetir dibe. Ev kare bibe sedema kerbûn û lalbûnê jî. Herweha jinên ku sîlîkonê bikartînin gava þîr bidin zarokên xwe ev nexweþî kare derbasî zarokê jî bibe” û wekî din. Îcar heyran ji me gotin. Nekevin bin psîkolojîka biçûkbûna memikên xwe û þikira xwe bi ên xwe bînin. Li me gotin li we kirin.....

Li xwe xwedî dernakevin mafê mirîþkan diparêzin

Bengîn Elegez-04/08/06-Moskowa- De werin û li vê ecêba Xwedê binerin lo! Îcar jinên Rûs jî bûne “mirîþkparêz” û mafê mirîþkên cîhanê diparêzin.Çend Nataþayên Rûs, ên ku karin xwe jibo þûþeyek vodka bifroþin, li ber devê deriyê aþxana Kentucky Frîed Chîcken (KFC) tor li xwe pêçan û serjêkirina mirîþkan protesto kirin. Nataþayên porzer bi li ser pankartan bi Rûsî û Ingilîzî “KFC êþkencê li mirîþkan dike”nivîsandin û dilrehmîya xwe anîn zimên. De îcar yabo emê bêjin çi! Bi dehhezaran Nataþayên Rûs xwe li Tirkiyê bi pênc qirûþan dixin bin Tirkên heram, kes dengê xwe nake û nabêje, “Tirkino, hûn êþkencê li jinên me dikin û wan diherimînin” lê radibin mafê mirîþkan diparêzin..Zinêkarî xweþe newilo? Li hesabê we tê xanimnooooo.....

Vîrûsa jinên tazî!!

 

Mihemmed Ehmed Evdella -03/08/06 Bêrûd- Cihûyên mezinê dinyayê di dawiyê de a ku qed kesî bîra wê ne dibirin doh bi þev di televizyona Hizbullahê de kirin. Cihûyan bi qasî deh deqîqeyekî hindurê TVê kirin wek kerxaneya Þam û Helebê. Îcar dema ku televizyon bi jinên þilfîtazî tije bûbûn, Hizbullahên ku di mizgeftên xwe ên bin erdê de jî li mêj dikirin, li hin cihan bariyan û bi yek tûþê re xwe avêtin der. Tê gotin ku di wê hengamê de jî wan xwe bi xwe hin ji hev kujtin.Li Sûriyê û bi taybetî jî xelkên ku di mizgeftên Hizbullahan de xwe fediþêrin ketine taya ku cihû di televizyonên wan de, vê carê jî serokê Hizbullahê El Nesrullah þilfîtazî û di wezyeteke xerab de derxîne televizyonê. Axxx ku cihûyan ew jî kiribana!

De bixwe îcar!

Þemal Amedî-03/08/06-Hollywood-Aktorê binavûdeng û sermezin Mel Gîbson berî çendakê serxweþ trimbêl ajotibû û hatibû girtin. Di dema girtina xwe de zimandirêjîya Cihûyan (Îsraîlîyan) kiribû û gotibû, “sedema hemi þeran Cihû ne, çi tiþtekînebaþ hebe ji bin serê wan derdikeve” û filan û bêvan. Li ser van gotinên wan Navenda Sînemaya Cîhanê Hollywoodê  biryarek girt ku êdî tukes bi Mel Gîbson efendî re nexebite û flîmên wî neweþînin. Herçiqasî Mel Gîbson poþmanîya xwe anî zimên jî lê ewî lotikek baþ xwar û kumê xwe danî ber xwe. Dibêjin psîkolojîya wî nebaþe û zêde di bin bandora rîha Ûsama Bîn Ladîn de maye û jiber vê jî wî jî rîha xwe berdaye.  Îcar heyran, hay ji xwe hebin û dev navêjin Cihûyan..Allahwekîl heçê dev bavêje wan mala wî viritî û hew....

Lal temam man kor û seqet

Sosin Bermal-02/08/06- Prag-Di hilbijartinek navnetewî de li Praga paytextê Komara Çekê, xweþiktirîn “jina lal” hat hilbijartin. Îvana Novîtsîlova a 17 salî wek “Banûya Jinên Lal” hat hilbijartin. Îvana bi xwe ji Sirbîstanê ye û bi vê hilbijartinê hewqasî kêfxweþ bû ku hindik mabû zimanê wê vebe û biaxive. Bedewa jinên lal hat hilbijartin ma hilbijartina bedewên kor û seqet. Dibêjin wê di salên bê de hilbijartina “Bedewên Kor û Þeqet” jî destpêbike û piþtre jî “Bedewên Zimandirêj” têkevin dorê. De a bi xêr...Em meraq dikin wê kengî li Kurdistanê bedewên Kurd bên hilbijartin.Emê jî bi navê Lotikxanê bedewa xwe xaltîka Eyþo biþînin hilbijartinê, ma em kêmî xelkê ne, wey!

Wey li vê evîna kesanedîtî!!

 

Rona Nisêbînî -02/08/06- Amed- Li Tirkiyê li bajarê Edremîtê doh bûyereke kesanedîtî qewimî!  Kûçikekî ku dil ketibû jineke Tirk, di dawiyê de xwe diavêje ser jinikê, wê maçî dike, dû re dialêse û dû re jî lêva wê gez dike. Li gora ku tê gotin, Gulcan Calimana 27 salî tev li du zarokên xwe dema diçin plajê (ber avê) û xwe didin ber germa rojê, kûçikê ku bi heft dilan dil ketibûyê bi sênga wê ve hildiperike û paþê jî bi ewte ewt direve. Îcar heyran Tirkiye bûye xiyarekî wilo ku kes nizane bê ew xiyar wê çawa bilive û bi ser kê de biheje. Civata Tirk wilo xerab û psîkopat bûye ku heta bi pisîk û kûçikên wan jî êrîþî ser namûsa xelkê dikin. Erê, li Tirkiyê hay ji lêvên xwe û dern xwe ên sûlavî hebin da pisîk û kûçikên Tirkan li dora we nelîzin!

 

PUKmedîaya YNKê kurmancî bi pîvazekê hesiband!

 

 Karûþo- 05/08/06 Hewlêr – PUKmedîaya YNKa ku mîna Peyamnêra PDKê li ser lînka xwe ”turkish, english, erebî, farisî, kurdî, latînî” nivîsandibû û gava mirov pê li lînka kurdî dikir soranî û pê li a ”latînî”jî dikir tekstên kurmancî derdiketin, piþtî nivîsa Laleþ Qasoyê kurmanc û qîrewîra Lotikxanê, xuyaye wê kurmancî bi þelimekê hesibandibe ku di þûna ”latînî”de ”kurmancî” nivîsandiye. Wek tê zanîn PDKê û YNKê herduyan a xwe li zimanê kurmancî kirine yek û kurmancî ji perwerdeyê û îdara dewletê derxistine. Îcar kurdino, ma ev jî ûjdane gava ku qaþo dewleta me kurdan hebe û ew dewlet jî zimanê kurmancên ku li gora rîwayeta Ehmedê Xanî qaþo ew jî kurd bûn wek zimanê dewletê û perwerdeyê qebûl nekiribe, gelo ne neheqiye ku em kurmancên sê perçeyên din jî doza ku zimanê me bibe zimanê dewleta tirkan, ereb û farisan û doza vekirina zanîngehên kurmancî li wan dewletan dikin? PUKmedîa YNK temam, ma Peyamnêra PDK...

Ev bêbav nemir kurooooo…

Nazenîn Dilþa-05/08/06-Amed-Berê digotin „mirovên qenc zû dimrin û ên pîs jî wek pisîkê nehcanî ne“. Xuyaye qey raste bavo. Binerin ev xwînheramê Tirk ê ni navê Altemûr Kiliç ji roja ku ji diya xwe derketiye û heta niha dijminatîya Kurdan dike û kare di þûna þerbetê de xwîna Kurdan vexwe. Bavê wî Kiliç Alî hevalê Atavirqo bû û zinêkarekî di ser xwe re bû. Altemûr Kiliç di vê nivîsa xwe a dawiyê de dibêje, „hevalên min yeko yeko bardikin û dimrin, lê þikir ji Xwedê re ez hîna wek beranekî kol im, qey Xwedêteala hîna mirina min naxwaze“ û kêfa xwe tîne. De werin û dêhn nebin loo! Kuro bêbav, çi îþê te ji daxwaza Xwedê ye? Te têra xwe emir kir, te têra xwe dijminatîya Kurdên reben kir, te têra xwe gû xwar, de here bicehime oxlim! Ma ne bes e? Ma hema heta tu saxbî tê bela serê Kurdan bî dola qantirê! Qey Kurdekî nibamûs tune ku qiraseyekî bide bin vî bêbavê Tirk bavoooo......

 

Badok

Nivîsa Azad Kanîwar bixwînin..Wêne bitikînin

 

Reyisê diyaneta tirkan Alî Duþurulmuþ bersiv da…

 Rona Nisêbînî -04/08/06 Amed –Parlamenterê rihayî Turan Tuysuzê ku ji bona xwendina xutbeya bi kurmancî serî li parlamentoyê dabû, mixabin bersiva xwe ji Reyisê Diyaneta tirkan Alî Duþurulmuþbardak stend. Alî Duþurulmuþ di nameya xwe a ku jê re þandibû de wilo gotiye:”Li Tirkiyê ji ber ku dewlet, millet û ziman yek e, di mizgeftan de îbadeta ji bilî zimanê tirkî jî mekrûh e û rê li ber gunehkariyê vedike. Li gora hedîsên cenabê pêxemberê me zimanê dewletê çi be, zimanê îbadetê jî divê ew be!...” De werin û kirasê xwe neçirînin ha! Hey kafir ibin kafir, hey qantirê Xwedê! Ma ayeta Quranê nabêje “me her Pêxemberek bi zimanê qewmê wî þandíye da ku ji qewmê xwe re bêje?”(Îbrahîm ayet 4)  Ma Hz. Mihemmed nabêje, “ez ji qewmê Hz. Îbrahîmxelîl im?” Îbrahîmxelîl  kî ye? Kurdê Heranê ye. Baþe hûn Tirkin, ka Xwedê kîjan Pêxember ji we Tirkan re bi zimanê we þandiye? Heger tu newêrî bêjî em bêjin: Pêxemberê we Tîmûrleng e, Cengîzxan e, Atatirk e, Turkeþ e û Yaþar Buyukanit e..Ma Pêxemberê we Atatirk ne di kerxana Selanîkê de hat dinyayê? De ka rastiyê bêje ha, tirroooooooooo

Biçirîneeee.....

Dîyar Baban-04/08/06-Mahabad-Serokê Olî ê Îranê Ayetûllah Alî Hamaney dîsa di bin xwe re berda û dest bi derewan kir. Alî Hamaney di derbarê êrîþên Îsraîlê de got, ”Amerîkaya ku canîyên sîyonîst destek dike bila hay ji xwe hebe, emê di demek kurt de lotik û cotikan li wan xin” û zirt li Amerîkayê kir.  Li ser vê, rayedarekî Amerîkî jî gotiye, “tirrrrrr li bin dûvê te Hamaneyko! De ka dakeve meydanê emê qûna reþ û spî di qada þer de bibînin rîhdirêjooo” û bersiv daye Hamaney. De hêviya me Xwedê û Þêx Seîdê kal ku hema bi xeletî be jî Îranî eskerekî Amerîkî bikujin..Bi telaqê jinberdanê emê beranekî bikin setqe.....

Mizgîna xêrê

Hesen Elmas-04/08/06- Waþîngton-Serekerkanê Artêþa Amerîkayê cara yekeme ku dibêje, “heger neyê rawestandin wê li Iraqê þerê navxweyî destpêbike”. Herweha Orgeneral John Abîzad jî ragihand ku bi taybet li Bexdadê þerê di navbera mezheban de xurttir dibe û evê bibe sedema þerê navxweyî. De heyran mizgîniya we a xêrê be û Xwedê bikim Ereb goþtê laþê hev bixwin! Hema bi namûs çiqas Ereb, Tirk û Faris bên kujtin ji gelê Kurd re kare û ne xisare...Dev ji Erebên bêderpî berdin, hûn serê xwe bi Kurdistanê bêþînin û roj berî rojekê serxwebûna Kurdistanê nasbikin..Ji vê bixêrtir tiþtekî din tuneye

”Seksakerberazî” zêde dibe!

 Roda Rodî -03/08/06 Teksas-  Li Emerîkayê ”Seksomnîyak”î her çiqasî bi wir de diçe zêdetir dibe û doktor mane heyirî bê ka wê çawa rê li ber vê nexweþiya ku mirovên ne li hiþê xwe bazdidin ser mirovên li hiþê xwe. Seksomnîyakî nexweþiyeke mîna nexweþiya xewgeran e. Navê xwe ji ilmê psîkolojiyê stendiye. Seksomnîyak bêyî ku bizanibe bê çi dike, ro li nîvro û li pêþ çavên her kesî ji niþkê ve xwe diavêje ser mirov û bi doxînê ve hildiperike. Li Emerîkayê gelek jin û mêr bi vê nexweþiyê ketine. Îcar mirov bi haweyekî qeflek ji wan jin û mêran bianîna Tirkiyê û berê wan bi parlamenotoyê, koþka Nejdet Sezer, mala Teyib Erdogan û Diyanet Reyisê wan vekiribaya bê wê çiqasî baþ bibûya! Û a din, eman eman hûn jî di bin tesîra vê xebera me de xwe li Seksomnîyakê daneynin û li sikak mikakên tarî baznedin ser hinan. Divê hûn ji bîra nekin ku Seksomnîyak ne li cihê ewle, darîçavên her kesî bi wî karî radibin. Yanî gava we xwest hûn tiþtekî bikin, divê hûn li pêþ çavên her kesî bikin da psîkolog di rapora we de Seksomnîyak binivîsîne. Têbinî: Zimanzanên Lotikxaneyê têgeha ”Seksomnîyak” wek  ”Seksakerberazî” derbasî lîteretora kurdî kirin. Têgeh, bi destûra wan li vir hatiye bi karanîn.

Zarokên jinbavê

Alî Þervan-03/08/06- Batman-Li bajarê batmanê her ku diçe nexweþîya SPPE zêde dibe û dibe bela serê zarokên Kurd. Di nava mehekê de çar zarok jiber vê nexweþîyê mirin. Berê jî heþt zarok jiber vê nexweþîyê miribûn. Xuyaye rayedarên dewletê û ên bajarê Batmanê jî serê xwe pê naêþînin û çavên xwe ji mrina zarokên Kurd re digrin. Li ser vê sersarîya rayedaran malbatên zarokan ji xwe re komelek vekiribûn û çil (40) zarokên nexweþ endamên vê komelê bûn. Endamê rêvebiriya komelê Omer Dogan dibêje, “ji van çil endamên me ên nexweþ niha bi tenê çardeh (14) li jiyanê mane, ewên din hemi mirin. Kesek serê xwe bi zarokên me re naêþîne. Ev pênc salin em alîkarîyê dixwazin lê encam tune” û gazindan dike. Heyran bi Xwedê gazing bê fêde ne. Ma zarokên resen (eslî) û ê jinbavê dibin wek hev? Na! Tirk zarokên xwe nadin bi ên me, hema xwe muhtacî kafiran bikin û xwe muhtacî Tirkan nekin û hûn sax...Haaa,birastî ma ne Dr. Nacî Kutlay li vanderane, ma gelo ew jî zarokên we wek ên jinbavê dibîne gelo?

“Kurmancino dengê xwe li Hikûmeta Hewlêrê bikin!”

 

 Lotikxane 02/08/06 Laleþ Qaso di vê gotara xwe a ku di malpera Rizgarî www.rizgari.com de nivîsandiye, bi kurmancên xwe re bala temamê endamên Lotikxanê jî kiþandiye ser Hikûmeta Kurdistanê û bi wan lênerînên xwe ên kurdane, hiþtiye ku Lotikxane bi lotikên xwe ên herî dijwar berê xwe bi hikûmetê veke. Nivîskarê ku “pêþî kurmanc û dû re jî kurd e”, wî wilo nivîsiye, di vê gotarê de li hemî fikiriye û gihaye wê baweriyê ku wê Hikûmeta Kurdistanê bi xêr û xweþî kurmancî neke zimanê dewletê û zanîngehên bi kurmancî veneke. Li gora wî ne ji ber ku karê dewletê pir e û wextê wê tuneye ku kurmancî bike zimanê resmî û xwendegehan, tu hewes û niyeta hikûmetê tuneye ku bi karekî wilo rabe. Û ji ber wê yekê jî Qaso giliyê hikûmetê li ba kurmancan kiriye û berê wan hemiyan bi wir de vekiriye. Em wek Lotikxanê pêþniyar dikin ku her kurmancê xwenda ne carekê, çar caran vê gotara hêja bixwînin, da ji aqilê Hikûmeta Kurdistanê ya li himberî kurmanciyê baþ fêhm bikin û tevbigerin!  

Buyukanit li Kasimpaþalî rast kir!

 Ahmed Beyan-02/08/06- Ankara-General Yaþar Buyukanitê ku wek bavê çete û provokatorên dewletê tê naskirin lotikek li Serokwezîr Erdogan xist û xiyarê tehl pê da xwarin. Sazîya Wezaretê û Serokkomar Sezer Serekerkanîya Yaþar Buyukanit qebûl kir û ew ê di þûna Hîlmî Ozkok de bibe Serekerkanê Artêþa Tirk. Hin derdor, vêna wek nîþana nexêrê dibînin û dibêjin, “ wê Artêþa Tirk ji berê êrîþbazir bibe” û balê dikþînin ser helwesta Buyukanitê þerxwaz. Kurdên baþûrê welêt, hay ji vî bêbavê Buyukanit hebin û gavên xwe li gora wê biavêjin. Li Lotikxanê gotin, piþt re bila kes nebêje, “binerin Lotikxanê bala me nekiþand” Bawerî bi Tirkan nayê û bi vî bêbavê Yaþar Buyukanit jî qed nayê. Rehmetiyê Barzanî digot, “Bila bi zilma Ereban be û ne bi rehma Tirkan be” û Tirkekî ku bi OYAKa xwe baþûrê welêt rapêçaye bûye mezinê dewleta Tirkiyê, ha! Hay ji xwe bikin, kakayên dijminê Kurmanciyê!

Bellî nebellî bellî bû!

 

Polat Erdem-02/08/06- Îzmîr-De kerem bikin û komunîst û çepên Tirko binasin û li dostanîya wan binerin. Qaþo yek ji wan kominîst û çepê Tirk ê ku xwe wek dostê Kurdan pêþkêþî bazara Kurdî dikir, qumaþê xwe derxist mazatê û dîsa dest bi dijminatîya Kurdan kir. Mîhrî Bellîyê ku bi eslê xwe ne Bellî ye û kes nizane bê bezê bin guhê bavê wî ji ku ye, di hevpeyvîna xwe a di rojnama Bîrgunê de verþîyaye û dev avêtiyê nirx û hêjayîyên Kurdan. Ew Mîhrî Belloqê ku derdikeve televizyona Kurdan û bi derfetên Kurdan êrîþî þerefa Kurdan dike, hîna jî ji alî Kurdên ku Kemalîzmê diparêzin nehatiye naskirin, yan tê naskirin jî lê derfetê didin kesên wek wî nîjadperest ku êrîþî nirxên Kurdî bikin. Bellîko di rojnamê de dibêje, “min hê ji 1997an ve zanîbû ku A.Ocalan Kemalîst e. Tehlûka mezin ne PKK ye lê Barzanî û Talabanî ne” û aqil dide dewleta xwe. Îcar a herî ecêb ew e ku mêrik ewqasî vekirî neyartiya xwe a bi Kurdan re tîne zimên û hin Kurdên me ên qaþo siyasî hîn jî bi dû vî sosyalfaþîstî de ne!

Xêra Xwedê meyira bi kereng

Alî Þervan-01/08/06-Batman- Piþtî ev telefon, înternet û msn derketin xelk ketine xêra Xwedê allahwekîl. Berê heta ku zilam an xortekî, keç yan jinekê ji xwe re mêr an jinek didît çavê wan derdiket. Lê niha wilo hêsan bûye ku nayê gorin. Berî demakê li bajarê Izmîrê hecîyekî bi riya înternetê jinek ciwan dîtibû û pêre zewicîbû. Bi sedan jin û mêr bi riya înternetê hevdu nasdikin û dizewicin. Helbet hinek jê mala wan xeradibe û hinek jê jî bi vê zewaca înternetê bextewar dibin. Niha jî li Batmanê Orhan Soyvural bi xêra peyamên telefonê jinek ji xwe re dît û serê xwe girêda.Bûk û zava berî du salan bi riya peyamên telefonê hevdu dinasin û agir bi wan dikeve. Piþtî agir bi wan dikeve îcar kiras û derpî bi wan ve namîne û çareyê di vexwarina tasek ava cemidî de dibînin. Welhasilîkelam, bûk û zava li hev pîroz û bimbarek bin, bi hevre pîr û kal bibin. Îcar heyran, berî ku hûn ji bêmêrî yan bêjinî bi kanserê bikevin, têkevin înternetê û li qismetê xwe bigerin. Bawerkin heger hûn dereng bimînin hûnê ji dêrê jî bibin û ji mizgeftê jî haaaa....

Osmanê me dîsa da nav

Nazenîn Dilþa-01/08/06- Amed-Li ser bextê malpera Rizgarî be, dibêjin Serokê Þaredarîya Amedê Osman Baydemîrê me di derbarê pevçûn û bûyerên li Tirkiyê de dîtinên xwe anîne zimên û gotiye, “cihê çareserîya pirsgirêka Kurd ne Bruksel e, Waþîngton qet nîne. Cihê çareserkirinê li Enqerê ye. Xelkên me divê bi hevre bijîn, em wek malbatekê ne” û filan û bêvan. Ê yabo em bi serê Atavirqo kin tu ji me çêtir zanî ku cihê çareserîyê ne Enqereye lo! Ma em rabin hevdu bixapînin Xwedêjêrazî! Ev heyþtê salin ciyê çareserîyê Enqere û Qantirqere bû, ka çi bi ser ket? Çareser bû? Heyran em wek malbata çi ne kaka? Ew Moxol in em Arî ne, ew wek þorbê tevlihev in em wek eraqa sed derece safî û pak in. Ew zarokên Mistoyê Selanîkî ne em zarokên Þêx Seîdê kal û Mistefa Barzanî ne, ma gur û mîh dibin malbatek yahoo!? Bi a Lotikxanê bike û berê xwe bide Waþîngtonê û hew! Xêr ji Enqere û Kurtanqere dernakeve....

 

Hay ji qelewbûnê hebin!

 

Dr. Mihyedîn-01/08/06- Di dema me de qelewbûn yek ji pirsgirêkên mirovan a herî mezin e. Bi piranî li rojava û li bajarên metropolên mezin ev pirsgirêk bûye nexweþîyek mezin. Ji xwe derketina xwarinên hazir (fast food) ên wek hambûrger û xwarinên qelandî ên ku kalorîyên wan zêde ye, hiþtiye ku nifþê nuh ji xwarinên xwezayî bidûr bikevin û wan bi xwe ve girêbidin. Macdonalds û þîrketên weke wê di qelewbûna nifþên nuh de rolek sereke dilîzin. Pisporên Zanîngeha Yale Cornell û John Hopkîns çend sedemên qelewbûnê pêþkêþî raya giþtî kirin. Hinek ji wan ev in: 1-) Bêxewî: Li gor lêkolîna wan kesên ku têr xewa xwe nastînin zûtir qelew dibin.2-) Germî û hewa: Li gora lêkolîna wan, bi taybet germî û hewa di xanîyan de bandorek mezin li qelewbûnê dikin. Bi taybetî germa kalorîferên hundur dihêle ku germa bedena insên di dereceyekê de bimîne û ev jî nahêle ku bedena insên mêzîna germ û sarîya xwe li hev ragire û kalorîyan biþewitîne. 3-) Temen: Li gora wan, her ku mirov kal û pîr dibe hinekî din qelewtir dibe û ev jî bûyerek xwezayî ye. Dê û bavên ku qelewin, qelewbûna wan bandorê li zarokên wan jî dike.Zarok jî li dê û bavê xwe dinerin û dixwazin bêsînor xwarinê bixwin.  Îcar heyran, wek doktorê Lotikxanê dixwazin bala we bikþînim ku hay ji xwarinan hebin û li tenduristîya xwe miqatebin. Heger we serê hefsêr berda û zik li xwe mezin kir, bizanibin ku hûn ê nema karibin serê hefsarê aþika (mîde) xwe bigirin..Ji me gotin û li we kirin....

Errrrrek lawo bê çi dibêje!!

 

Firtone 04/08/06 Çiyayê Bêxêrê- Endamê Konseya KKKê Cemîl Bayik li Biryargeha Þer û Aþitiyê tiþtekî ku heyanî niha kesî jê nebihîstibû ji ANFê re got:”Heger tirk neyên rayê û tiþtekî me qebûl nekin, em ê bihêlin ku kurd bi temamî ji wan bi dûr bikevin!...”Bayik xweþ dibêje, lê bi fen dibêje. Behsa ew ê li giravê nake bê ka ew ê jî dev ji tirkan berde û bide bin kemalîzmê yan na? Gotina Bayik neket serê Lotikxanê. Xuyaye ecelê wî jî hatiye. De a bi xêr ji Xwedê.

Darê rizyayî

Elîf Suryaz-05/08/06-Sêwas-De werin û li ecêba Xwedê binerin lo! Berê digotin “jin darên þikestî ne”. Lê xuyaye dinya dem û dewrane û îcar mêr bûne darên þikestî, hem jî darên rizyayî. Li bajarê Sêwasê Yûsûf Yûvaciyê 72 salî dike û nake bextê wî venabe û ji lêdan û êþkenca jinên xwe xelas nabe. Rebeno piþtî mirina jina xwe a duyem cara sêyem dizewice, lê wek carên berê vê carê jî ji jina xwe a sêyem lêdanê dixwe û dikeve komayê. Yûvaci ji çapemenîyê re dibêje û dibilîne, “kuro lawo qey bextê min ji jinan reþ e bavo! Ez kîjan jinê tînin hema bi lotik û cotikan hildiperike ser serê min û min ji eyarekî dixe eyarekî din! Ma ka mafê mêran? Piþtî ku ev femînþstin ji quzilqurtin derketin televizyonan jinên me li serê me kirin agir û bizot wey, ma ev bû insanetî!” û hêsrên xwe dibarîne. Jina wî a duyem bi kêr û xenceran ketibû ser dilê wî, lê xuyaye jina wî a sêyem hinekî bi wîjdan derketiye..Tenê ew kiriye komayê û hew....

Tirk dîsa rûreþ derketin

Sosin Bermal-04/08/06-Almanya- Di Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê de Tirkiye di warê binpêkirina mafê mirovan û ramana azad de dewleta herî rûreþ hat destnîþankirin. DMM lotik li ser lotikê li dewleta Tirk dixe û hema bêjin meha ku ceze li Tirkiyê nebarîne tune.Hema di vê salê (2006) de Tirkiye zêdeyî sed hezar euro cezê peran daye û rûreþ bûye. Îcar heyran, ma wê Tirkiye û Tirk ji çi rûreþ bibin û ji çi nebin! Eroîncî ew in, kerxanecî ew in, jinfiroþ ew in, nijdevan (çete) ew in, mêrkuj ew in, sextekar ew in, û xwînheram dîsa ew in! Îcar wê rebena dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê bi kîjan sûcê Tirkiyê dakeve û bi kîjanê danekeve...Hema a baþ pêhnekê li wan xin û wan paþûpê biþînin Moxolîstanê û hewww....

Seyidên Bêcirman li hev kom bûn

Alî Þervan-04/08/06-Batman- Serokê Komela Seyid û Bêcirmanîyên Batmanê Mecîd Aslan kurê xwe Feyzî zewicand û dawetê sê roj û sê þevan ajot. Di dawetê de du hezar seyid hatin ba hev û di dawetê de xwe li erdê xistn. Di her sê rojan de tam 25 çêlek û mîh katin serjêkirin û mêvanan têr goþt xwarin heta ku bi xwe de berdan. Îcar dibêjin sofî û melayên herêmê jî hesidîne û gotine, “wey! Kuro ev seyid bi xêra dawetan têr goþt dixwin bavo, ma çima em sofî û mela li hev komnabin û bi zikê birçî digerin” û biryar dane ku ew jî êdî komeleyên xwe çêkin û serê govendê bikþînin. De a bi xêr...Heger seyid, sofî û melayên me jî xwe bihûnin û komeleyên xwe çêkin bizanin ku îcar azadiya Kurdistanê nêzîk bûye....Man þêx û axayên Kurdistanê..De hûn jî komeleyên xwe avabikin heyran de....

Lotikxane di xewna xwe de dît, qira malbata xwe anî..

Rojda Aydin-03/08/06-Stenbol-De binerin bê çi kurê bavan û çi welatparêz di nava Tirkan de hene! Li Tirkiyê bajarê Afyonkarahîsarê Gokhan Armaganê 19 salî, bav, dê, bra û xwiþka xwe dan ber kêran û malbata xwe qir kir. Gokhan Armagan dibêje, “di xewna xwe de ez ketibûm malpera Lotikxanê, ji niþkave dengekî got min “kuro bênamûs, wê malbata te têkeve riya xerab, here bazde ser wan û wan bide ber kêran” û min jî teqsîr nekir” û kli xwe mukir hat. Armagan li malê diya xwe, brayê xwe û xwiþka xwe di xewê de dikuje, kêra xwe dixe ber xwe û sehera serê sibê diçe çayxana bavê xwe, kêra xwe dikþîne û dibêje, “keroooo, min hemi temam kirin ma tu” û bi kêrê dikeve ser dilê bavê xwe jî. Li ser vê helwesta wî a welatparêz em Gokhan Armagan dikin endamê þerefê ê Lotikxanê heyran..Ma ka welatparêzên wilo baþ ku karibe malbatek Tirk ji holê rake!

Yek ji vir û yek ji wir

Seyidxan Çiya-03/08/06- Avûstûrya-Me digot qey di nava fûtbolcîyan de kesên dîn tunene. Berê Zîdane adeta serî û poþan da destpêkirin. Îcar niha jî lîztikvanên Real Madrîdê Gravesen û Robîhno ketin govendê. Berî wextê destpêkirina lîztina fûtbolê Real Madrîd li Avûstûryayê dest bi amadekarîya xwe kir. Di dema amadekarîyê de lîztikvan Gravesen ji Robîhno re dibêje, “kuro reþo! Lawo tu ji tenîya binê beroþê jî reþtirî malxirab, here wek Michael Jakson xwe emeliyat bike bavo” û henekê xwe pê dike. Robîhno jî dibêje, “kuro serþûniko! Serê te wek wan petîxê Diyarbekirê telomelo ye, here paþûpê têkeve diya xwe, serê xwe girover bike û dîsa derkeve” û þer destpêdike. Antrenorê Real Madrîdê jî rabûye ew dane ber pêhn û lotikan û bera wan daye..De haydê, hêdî hêdî fûtbolcî jî tewþo mewþo dibin allahwekîl...

Îstatîstîka meha Temûzê

Di meha Temûzê de (07/2006) 1 milyon, 256 hezar û 473 (1.256.473) kes ketine Lotikxanê. Wêne bitikînin

Mizgîniya me li we!!

 Gebro -02/08/06 Telavîv- Hikûmeta Israîlê piþtî civîna xwe a doh, bi daxuyaniyekê dilê mirovatiyê careke din hênik kir. Hikûmetê ji xelkê xwe ê tekoþer û mirovperwer 15 hezar kes xwest ku wek esker beþdarî ordiyê bibin û bi wan baþûrê Libnanê bi carekê ve zeft bike. Lê asas mizgîniya hîn xweþtir ew e ku devçirênê el temamê minafiq û el quzelqurtên hizbullahan serok wezîr Ehud Olmert dibêje ”ev þer, hetanî ku em hizbullahan tam ji per û bask nekin wê bidome” . Îcar kurdino hema bixwin û vexwin û dueyan ji wî mirovê mezin Ehud Olmert re bikin. Ji ber ku hizbullah jî xurtt e û bi ser de jî pir har e, wê þer xurttir bibe û vê carê jî Sûriyê li ber lingan biçe û agir bi Îranê bikeve.

Kastro çû Kastro hat

Serdar Mirad-02/08/06- Waþîngton-Dibêjin tir di Serokê Kubayê Fîdel Kastro yoldaþ de nemaye û nema kare xwe li ser lingan bigre. Sosyalîzma Kubayî wilo anîye serê wî ku li sosyalîstbûna xwe û li emrê çûyî poþman bûye. Dibêjin Kastro erka xwe dewrî brayê xwe Raûl Kastro kiriye û gotiye, “ha ji te re, heta niha min pê girt, ji niha û pêde jî tu pê bigre û bernede”.  Raûl Kastro  herweha Wezîrê Paraztinê ye û heta niha nehiþtiye ku mêþek Amerîkî jî di ser Kubayê re bifire. De ka emê binerin û bibînin..Heger Raûl Kastro yoldaþ jî wek brayê xwe Fîdo bi kansera sosyalîzma Kubayî nekeve baþe....

s© lotikxane 2006