Wesayet an rezalet

Ez bawerim di dinyayê de tiştek yan tevgerek bê wesayet tune, heke hebe jî ez pê nizanim. Xweza û dinya bi xwe jî di bin wesayeta roj, av û hewayê de ne. Roj tunebe jiyan dimre, av tunebe jiyan dimre û hewa jî tunebe dîsa jiyan nabe. Her tişt bi hev ve girêdayî û di bin wesayeta hevdu de ye, yek ê din temam dike.

Wesayet û bandora wesayetê ji dema Hz. Adem bigrin û heta bi îro jî heye. Cihûtî di bin wesayeta Hz. Mûsa de ye. Xiristiyanî di bin wesayeta Hz. Îsa de ye, Îslam di bin wesayeta Hz. Mihemed de ye. Çi dîn û olên ku hene kêm an zêde di bin wesayet û bandora damezrênerên xwe de ne. Ev tişt ji bo malbat, rêxistin, dem û dezgeh, dewlet û împaratorîyan jî derbas dibe. Nimûneya herî piçûk malbat e. Zarokên malê di bin wesayeta dê û bavê xwe de ne, bi wê wesayetê mezin dibin. Zarokên ku wesayeta dê û bav qebûl nekin û ji malê birevin, li derve dîsa dikevin bin wesayetek din. Heke karkir  bin, dikevin bin wesayeta karmendên xwe. Heke memûr, doktor, siyasetmedar an tiştekî din bin, îcar dikevin bin wesayeta rêbaz û destûra wê dezgeha ku tê de kar dikin. Bi kurtî; tiştekî bê wesayet an bê bandor tuneye. Çawa ku demokrasîyek bê sînor tunebe, wesayetek bê sînor jî tuneye. Em zêde dûr û kûr nerin, heta bi îro jî rêxistin û partîyên çepgir ên dinyayê di bin wesayeta Marks, Engels, Lenîn, Stalîn, Hoşîmîn, Mao Zedung, filankes û bêvankes de ne. Esker di bin wesayeta generalan û xelk jî di bin wesayeta serok û dewleta xwe de ne. Lê çi hikmet be wesayet ji me hinek  Kurdan re zor û zehmet tê, wesayeta hinek kes yan serokan li zora me tê û em minnetdarîya kesekî din qebûl nakin.

Werhasilî kelam, mesela me li ser HAK-PAR ê, kadroyên ku jê veqetiyane û wesayeta Kemal Burkay bû.

Wek tê zanîn, HAK-PAR di bin wesayeta kadro û alîgirên PSK de ye. Em bixwazin nexwazin ev rastîyek e û mafê wan e jî. PSK jî ji 1974 an û heta niha di bin wesayeta Kemal Burkay de ye, ev jî mafê wî ye, keda wî û hevalên wî ye, rastî û heqîqetek e. Kesên ku dikevin nava HAK-PAR ê û dixwazin siyasetê bikin, ji min û we bêhtir vê rastî û heqîqetê zanin. Ji min û we zêdetir zanin ku HAK-PAR di bin wesayet û bandora PSK û Kemal Burkay de ye. Lê wek erkek niştimanperwerî dixwazin piştgirîyê bidin HAK-PAR ê û kêm zêde ji bo doza Kurd û Kurdistanê kar û xizmetek netewî bikin, di bin sîwana HAK-PAR ê de tev bigerin. Kesên ku wek dîtin û îdeolojî ne heval û alîgirên HAK-PAR ê bin jî, wê nêzîktirî xwe dibînin û bi armanca ku karibin xwe di nav de îfade bikin, pê re kar dikin. Lê heqîqeta ku HAK-PAR di bin wesayeta PSK û pêve girêdayî wesayeta Kemal Burkay de ye ne veşartî ye, ji her endam û alîgirên HAK-PAR ê re eşkere ye.

Berî bi çend rojan grûpek ji rêvebirên HAK-PAR ê bi daxuyanîyekê eşkere kirin ku ew ji HAK-PAR ê veqetiyane û dûr ketine. Ew grûpa ku ji Mehmet Vural, Sait Aydoğmuş , M. Nuri Erdoğan, Şeref Yalçın, Suphi Orak, Vahit Aba û Abdullah Saygın pêk tê, di daxuyanîya xwe de êlan kirin ku HAK-PAR ketiye bin wesayeta Kemal Burkay û êdî derfeta ku ew karibin di nava HAK-PAR ê de kar bikin nemaye, filan û bêvan.

Ev hevalên ku bi salan rêveberîya dem û dezgehên siyasî kirine û ji herkesî zêdetir zanîbûn ku HAK-PAR di bin wesayeta PSK û PSK jî di bin wesayeta Kemal Burkay de ye, çima ne berê lê îro ji HAK-PAR ê veqetiyan ez meraq dikim. Çima hûn ji endametî yan jî ji serokatîya Kemal Burkay a HAK-PAR ê tirsiyan an jî ditirsin? Gelo veqetandin û bitenêhiştina HAK-PAR ê û kadroyên wê baş bû, yan jî di nava HAK-PAR ê de pêkanîna grûp û helwestek „antî wesayet“ baş bû? Li şûna ku hûn ji HAK-PAR ê veqetin, xwe jî û HAK-PAR ê jî lawaz bikin, moralê Kurdan bişkînin, we di nava HAK-PAR ê de şerê „wesayetê“ bikira û we HAK-PAR xurttir bikira ne bixêrtir û karekî welatparêztir bû? Gelo li şûna wesayeta Kemal Burkay, wesayeta yekî Tirk an yekî biyanî li ser HAK-PAR ê hebûya, we yê çi helwest danîbûya? Gelo kîjan rêxistin û partîyên Kurdan ne di bin wesayeta serokên xwe de ne? Û bi sedan pirsên bi vî awayî…..

Ez serê we neêşînim gelî xwendevanan, berî ku ez jî têkevim bin wesayeta hinekan, ez nivîsa xwe bi dawî bikim çêtir û bixêrtir e.

Çima em Kurd ji wesayeta hevdu aciz in ez fêhm nakim. Lê ez tiştekî zanim ku ew jî ev e:

Wesayet ji rezaletê çêtir e. Bila bi wesayetê be û ne bi henekpêkirina xelkê û rezaleta Kurdan be…

About The Author