Hêlînka me zilamekî çawa dixwaze?

Hêlîn Avşar (xuşka Hulya Avşar ku xwedêgiravî bi koka xwe Kurd in), piştî ku dev ji yarikê xwe Hakan Baş berda, bê xiyar û tirozî maye û xuyaye çavê...

Hêlîn Avşar (xuşka Hulya Avşar ku xwedêgiravî bi koka xwe Kurd in), piştî ku dev ji yarikê xwe Hakan Baş berda, bê xiyar û tirozî maye û xuyaye çavê xwe li qeraseyekî din digerîne.

helin-avsar KopieHêlînka me ji çapemenîyê re behsa zilamê ku ew dixwaze û li gor dilê wê ye dike û dibêje: “Ez di têkilîyên xwe de carna êrîşkar û carna jî wek pisîka mûdî me. Zilamê ku bixwaze têkeve jîyana min, divê bi surprîzan dagirtî be, divê maceraperest be, divê karibe li ser lingên xwe raweste, teqez divê sporê bike (ji bo ji mêranî nekeve). Û ya herî girîng jî divê wêribe bi min re şer û pevçûnê bike. Divê bi her gotina min neke û ne “serpîrek” be. Ez zêde ji zilamên nazik hez nakim (yanî şehweta wê zêde nake). Kes newêre li xwe mikur bê, lê tiştê ku têkilîyê li ser lingan dihêle “seks” e. Ango lotik û motik in. Seks tunebe ne evînî didome û ne jî zewac. Ez xwe bedew nabînim, lê mê û seksî dibînim” filan û fîstan.

Aha Hêlînka me qerase û xiyarekî wilo dixwaze gelî xwendevanan.

Heke hûn bi xwe bawer bin, sporhez, maceraperest, hinekî maço û ne serpîrek bin, nesekinin, li derîyê Hêlînka me xin û têkevin hindur. Tew ji xwe ku hûn ji seksê, ji lotik û zîtirkan hez bikin, xwedê da we ellahwekîl.

Ê de haydê, qewet be ji we re qurban.

Bilezînin berî go xiyarekî din têkeve dora tenûra Hêlînka me yabo qurban…

Stenbol

helin-avsar2

Categories
Kadîn
No Comment

Leave a Reply

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...